KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w17 Tebax rûp. 30-31
  • “Civata Mezine Mayîn wê Kengê Derbaz be?”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • “Civata Mezine Mayîn wê Kengê Derbaz be?”
  • Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
  • Binserî
  • “KÛÇE ZEFT KIRIN”
  • NIVÎNÊN KU “JI ERDÊ SÊMÊNTÊ NERM Û GERMTIR IN”
Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2017
w17 Tebax rûp. 30-31

JI ARXÎVÊN ME

“Civata Mezine Mayîn wê Kengê Derbaz be?”

MEHA Mijdarê sala 1932 şeherê Meksîkoda, ser riya ronayên trafîkê cara pêşin hatibûne danînê. Ew şeherekî mezin e, li wir mîlyonekî zêdetir meriv dijîn. Vê mehêda dîsa tiştekî mexsûs qewimî. Ser sekinandina trênê rojnamenivîs pê kamêra hîviya mêvanekî mexsûs bûn. Ev mêvan Cozêf F. Rûtêrford bû, yê ku hingê prêzîdêntê Civaka Birca Qerewiliyê bû. Xûşk-bira jî wî şeherîda hîviya wî bûn, seva bi dil û can Birê Rûtêrford silav kin, kîjan ku hatibû ser civata sêrojî.

Jûrnala “Qirna Zêrînda” hatibû gotinê: “Bêşik, ev civata mezin wê nava terîxiyêda bibe qewimandina mexsûs, kîjan ku alîkariyê bide seva Meksîkayêda mizgînî hê zef bela be”. Ser vê civata mezin tenê 150 meriv hatibûn, lê gelo çira ev usa mexsûs bû?

Pêşiya vê civata mezin, Meksîkayêda mizgînî ne usa bi xîret dihate belakirinê. Ji sala 1919, çend civatên mezin derbaz bûn, lê paşê nava çend salada hejmara civata hê kêm bûn. Çaxê sala 1929-da Meksîkoda fîlîal hate vekirinê, usa dihate kifşê ku derece aliyê başda tê guhastinê, lê yeke dîsa jî çetinayî hebûn. Teşkîletê rêberî da xûşk-bira yên ku belakirên kitêba bûn, dêmek pêşenga, wekî wedê xizmetiyê arş-vêrşê nekin. Lê ew yek birakî pêşeng xweş nehat. Ew usa hêrs ket, ku ji rastiyê çû û xwera komek saz kir ku başqe Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Hin jî wî wedeyî berpirsiyarê fîlîalê gune kir, û gerekê dewsa wî kesekî din kifş kirana. Hingê Şedên Yehowayî amin Meksîkayêda ruhanîda hewcê alîkariyê bûn.

Gava Rûtêrford bira teseliya wan xûşk-birên amin kir, ewî wana qewî kir pê du gotarên xwe ser civata mezin û usa jî pê pênc gotara kîjan pê radîoyê hatine gotinê. Ev cara pêşin bû çaxê pê radîoyên Meksîkayê nav temamiya welatda mizgînî hate gotinê. Paşî vê civata mezin, berpirsiyarê fîlîalêyî teze hate kifşkirinê, kîjanî ku şixulê belakirina mizgîniyê organîze kir. Evê yekê xîreta xûşk-birên Meksîkayêda zêde kir, û ewana pê qewata teze û pê kerema Yehowa pêşda çûn.

Şedên Yehowa ser civata mezin Meksîkoda sala 1941

Sala 1941, civata mezin Meksîkoyêda

Salek şûnda, welatda îda du civatên mezin derbaz bûn, yek şeherê Vêrakrûzêda, ya din şeherê Meksîkoda. Xûşk-birên ji wan ciya xizmetiyêda gelek dixebitîn û berên baş standin. Mesele, sala 1931-da li wêderê tenê 82 mizgînvan hebûn, lê deh sal şûnda îda 10 cara zêde bûn! Sala 1941 weke 1 000 meriv hatine ser civata mezin Meksîkoda.

“KÛÇE ZEFT KIRIN”

Sala 1943 Şedên Yehowa di 12 şeherên Meksîkayêda pê plakata derdiketine derva û elam dikirin derheqa civata mezin. Ser wan plakata nivîsî bû navê wê civatê “Cimeta Aza”.a Ev plakat hin ser pişta wan bû, hin jî ser pêsîra wan. Şedên Yehowa ev mêtod ji sala 1936-da destpêkirin bidine xebatê.

Sala 1944 ser rûpêla jûrnalê ku şiklên bira ku pê plakata elam dikin Meksîkoda

Şiklê jûrnala sala 1944, kîderêda bira pê plakata Meksîkoyêda derheqa civata mezin elam dikin

Elamkirina derheqa civata mezin pê van plakata gelek kete çeva. Hela hê jûrnalekêda jî ya bi navê “La Nasîon” hatibû gotinê: “Roja pêşin wanra hate gotinê, wekî çiqas dikarin gelek meriva teglîf kin. Roja din, îda odêda cî tune bû”. Lê ev yek Dêra Katolîkî xweş nehat, û lema ewana miqabilî wan Şeda derketin. Lê evê yekê rê wan xûşk-birên mêrxas negirt û ewana dîsa jî pê plakata li kûça disekinîn. Jûrnala “La Nasîonda” usa jî hate gotinê: “Temamiya şeher ewana dîtin . . . hin jin û hin jî mêrên ku ev plakat xweva kiribûn”. Gotara vê jûrnalêda usa jî şiklê bira hebû, yên ku ser kûçên Meksîkoyê sekinîbûn, û bin şikilda usa nivîsar bû: “Kûçe zeft kirin”.

NIVÎNÊN KU “JI ERDÊ SÊMÊNTÊ NERM Û GERMTIR IN”

Wan salada, heçî zef Şedên Yehowa gerekê gelek tişt ji xwe kêm kirana seva bêne ser civatên mezin kîjan ku Meksîkayêda derbaz dibûn. Gelek xûşk-bira ji gundên gelek dûr dihatin, û hin jî ciyên trênê û rê gelek dûrî wan gunda bûn. Civatekê nivîsîbû: “Qe trên tunene kîjan ku dikarin bigihîjine wî cîyî”. Lema jî xûşk-birên wan ciyada gerekê pê qantira biçûna bigihîştana ciyê trênê yan jî çend roja niga biçûna, seva herin wî şeherî kîderê civata mezin derbaz dibû.

Gelek xûşk-bira kesîb bûn, û perê wan tenê bona çûyînê dikaribû têra wan bikira. Gelek ji wana malên xûşk-birên wêderêda diman, yên ku bi dil û eşq ewana qebûl kirin. Yên mayîn, Odên Civatada radizan. Carekê, weke 90 xûşk-bira ku hatibûn ser civata mezin, fîlîalêda man. Ewana li erdê, ser qutiyên karton radizan. Kitêba “Hersalîda” hate gotinê wekî ev xûşk-bira usa razî bûn, ku gotin wekî ev nivîn “ji erdê sêmêntê nerm û germtir in”.

Bona wan xûşk-bira, tevayî top bin ser vê civata mezin, ji hemû qurbana qîmettir bû. Meksîkayêda mizgînvan her gav zêde dibin, û îro ewana weke mîlyonekî ne.b Sala 1949, hesabê fîlîala Meksîkayêda derheqa wan xûşk-bira dihate gotinê: “Ew wedê çetin xîreta wan hindava rastiyê netemirand, çimkî paşî her civata mezin xeberdana wan heçî zef derheqa civata mezin e û timê pirseke usa didin: ‘Civata mezine mayîn wê kengê derbaz be?’”. Û îro jî ev pirs gelek xûşk-bira didin, çaxê civatên mezin derbaz dibin (“Ji Arxîvên me Amêrîkaya Navendda”).

a Li gora kitêba “Hersalî” ya sala 1944, ev civata mezin Şedên Yehowa Meksîkayêda da eyankirinê.

b Meksîkayêda sala 2016-da ser Êvara Bîranînê 2 262 646 mîlyon meriv hatin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin