SERHATÎ
Yehowa Dikare Her Tiştî Bike
“MIRIN îda wê tune be, û hela hê jî mirî wê rabin”. Ew gilî jina min Maîrambûbû otobûsêda bihîstibû. Jina minra hewas bû derheqa vê yekê hê zêde pêbihese. Lema gava otobûs sekinîbû û meriv ji otobûsê derketibûn, ew pey wê jinikê revîbû ya ku ew gilî gotibû. Ew jinik Şedê Yehowa bû, navê wê Apûn Mambêtsadîkova bû. Hingê xof bû ku tevî Şedên Yehowa xeberdana, lê çi ku em ji Apûnê pêhesiyan, emirê me lap guhast.
SIBEHÊ HETA ÊVARÊ DIXEBITIM
Ez sala 1937-da hatime bûyînê, nêzîkî şeherê Tokmokê (Qîrgîzîstan) karxanêda. Malbeta me miletê Qîrgîz in, û em ser zimanê Qîrgîzî xeber didin. Dê-bavê min xebatçiyên karxanê bûn, û ewana sibehê heta êvarê wêderê dixebitîn. Xwarin timê didane xebatçiyên karxanê, lê heqê xebatê tenê salê carekê didan. Diya minra gelek çetin bû min û xûşka mine biçûk xwey ke. Paşî 5 salên hînbûna mektebêda, min jî destpêkir temamiya rojê karxanêda bixebitim.
Çiyayên Têskêy Ala-Too
Vê rêgîonêda kîderê min dijît, kesîbbûn belabûyî bû û meriv ancax yole diçûn. Cahiltiyêda ez ne difikirîm ku nêta emir çi ye û ne jî derheqa axiriyê. Min tu car ne jî dida ber çevê xwe, wekî rastiyên qîmet derheqa Yehowa Xwedê û qirara wî, wê emirê min lap biguhêzin. Çawa rastî gihîşte Qîrgîzîstanê û çawa bela bû, serhatîke hewas e. Ew yek destpêbû rêgîona minda bakûra Qîrgîzîstanê.
DÎLÊN BERÊ RASTIYÊ TÎNIN QÎRGÎZÎSTANÊ
Rastî derheqa Yehowa Xwedê sala 1956-da Qîrgîzîstanêda şîn bû. Hingê meriv bin hukumê îdêologiya Komûnîstada bûn, lê çaxê rastî bela bû, îda lazim bû îdêologiya rastiyê hîn bin. Çira? Qîrgîzîstana îroyîn berê dikete nava Yektiya Komarên Sovyetê yên Sosyalîst (USSR). Lê Şedên Yehowa nav temamiya USSR, tu car nediketine polîtîkayê û tevnebûyîn xwey dikirin (Yûhn. 18:36). Lema jî wana hesab dikirin ça dijminên dewleta Komûnîstî û dihatine zêrandinê. Lê tu îdêologiya nikare Xebera Xwedê bide sekinandinê, wekî negihîje dilê merivên dilsax. Bi rastiyê bêjim, temamiya emirê xweda çi ku ez hîn bûme, dersa lape qîmet ew e, ku Yehowa “dikare her tiştî bike” (Marq. 10:27).
Êmîl Yantsên
Zêrandinê rê vekir, wekî Şedên Yehowa Qîrgîzîstanêda bela bûn. Çi cûreyî? Rêgîona Sîbîryayê jî dikete nava USSR-ê, û dijminên Dewletê aksor dikirin dişandine wêderê. Çaxê yên aksorkirî aza dibûn, gelek ji wan dihatine Qîrgîzîstanê, û hinek ji wana tevî xwe rastî anîne. Yek ji wan Êmîl Yantsên bû, yê ku sala 1919-da Qîrgîzîstanêda hatibû bûyînê. Ew şandibûne kampê, kîderê ku yên aksorkirî xebata giran dikirin û wêderê ew rastî Şedên Yehowa hat. Ewî rastî qebûl kir û sala 1956 vegeriya mala xwe. Êmîl rêgîona minda nêzîkî Sokûlûkê cî-war bû. Sala 1958-da, Qîrgîzîstanêda civata pêşin Sokûlûkêda saz bû.
Vîktor Vîntêr
Weke salek şûnda, Vîktor Vîntêr derbazî Sokûlûkê bû. Ewî birê amin gelek tengasî pey hev dît. Du cara ew ser sê sala kelêda rûnişt, paşê ew dîsa deh sala kete kelê û hin jî ser pênc sala hate aksorkirinê. Lê yeke zêrandinê hebandina rast neda sekinandinê.
RASTÎ DIGIHÎJE ŞEHERÊ MIN
Êdûard Vartêr
Sala 1963 Qîrgîzîstanêda îda weke 160 Şedên Yehowa hebûn. Gelek ji wan ji Almanyayê, Ûkraînê, û ji Ûrisêtê bûn. Yek ji wan Êdûard Vartêr bû, yê ku aksorkirî bû, û sala 1924 Almanyayêda hatibû nixumandinê. Nêzîkî sala 1940, Natsîsta wî şandine kampê kîderê xebata giran dikirin, û çend sal şûnda Komûnîstên USSR-ê wî aksor kirin. Sala 1961-da ew birê amin derbazî şeherê Kantê bû, kîjan ku gelek nêzîkî şeherê min e.
Êlîzabêt Fot; Aksamay Sûltanalîyêva
Kantêda usa jî xûşkeke meye amin dijît, navê wê Êlîzabêt Fot bû. Ew terzî bû, dêmek kinc didirût, û bi vê yekê ebûra xwe dikir. Ew vê xebata xweda hoste bû, lema jî merivên navdar kinc bal wê didane dirûnê, mesele hekîm û dersdara. Yek ji mişteriyên wê jinikek bû, navê Aksamay Sûltanalîyêva bû, ew jina xizmetkarê prokûrotûra dewletê bû. Çaxê Aksamay hate bal Êlîzabêtê seva kinc bide dirûnê, ewê derheqa jîyînê û halê miriya gelek pirs da wê. Êlîzabêtê raste-rast ji Kitêba Pîroz caba wê da. Paşî vê yekê Aksamay bû mizgînvana xîret.
Nîkolay Çîmpoêş
Wî wedeyî, Nîkolay Çîmpoêş ji Moldovayê, ça berpirsiyarê mihalê hate kifşkirinê û ewî weke 30 sala vê kifşkirinêda xizmet kir. Lê Nîkolay ne ku tenê teseliya civatê kir, lê usa jî rêberî dikir, wekî edebyet bêne kopîkirinê û belakirinê. Ew şixulê wî kete çevê merivên dewletê. Lema jî Êdûard Vartêr şîreteke qewî da Nîkolay: “Çaxê merivên dewletê giliya ji te derxin, raste-rast wanra bêje wekî em edebyetên xwe ji ofîsa sereke distînin ku Brûklînêda ye. Çaxê agêntê KGB tevî te xeber de, çevê wî binihêre. Tiştekî usa tune ku tu gerekê bitirsî” (Met. 10:19).
Zûtirekê paşî vê xeberdanê, gazî Nîkolay kirin ofîsa sereke ya KGB, kîjan ku Kantêda bû. Ewî gilî kir ku wêderê çi qewimî: “Agênt pirsî ku em edebyetên xwe ji ku tînin. Min jî jêra got wekî em ji Brûklînê distînin. Ewî nizanibû çi caba min bide. Lema jî ewî min berda û tu car îda gazî min nekir”. Ew birakî mêrxas rêgîona minda, ku bakûra Qîrgîzîstanêda ye, fesal belakirina mizgîniyê pêşda dibir. Çaxê rastî derheqa Yehowa gihîşte mala min sala 1981-da, jina min Maîrambûbû cara pêşin pêhesiya.
JINA MIN DERBÊRA RASTÎ TÊDERXIST
Maîrambûbû ji Narînê Rêgîona Qîrgîzîstanê ye. Sala 1974-da meha Tebaxê, rojekê ew hate mala xûşka min, kîderê cara pêşin min lê dît. Ew derbêra kete dilê min. Hema vê rojê me hev stand.
Apûn Mambêtsadîkova
Sala 1981 meha Çileyê, çaxê Maîrambûbû pê otobûsê çûbû dikanê, ewê ew xeberdan bihîstibû, besa kîjanî min destpêkêda kir. Jina min xwestibû hê zêde pêbihese derheqa vê yekê, lema ewê navê wê jinikê û adrêsa wê pirsîbû. Ewê gotibû ku navê wê Apûn e, lê hela hê hingê jî salên 1981-1989 xof bû, çimkî şixulê Şedên Yehowa qedexekirî bû. Lema Apûn dewsa ku adrêsa xwe jêra bigota, adrêsa me ji jina min xwestibû. Çaxê jina min vegeriya mal, ew gelek şa bû.
Maîrambûbû got: “Ez tiştên usa baş pêhesiyam. Jinikekê minra got wekî wedekî usa wê bê ku meriv îda nemirin. Hela hê heywanên beyanî jî wê bêxof bin”. Lê bona min ew ça çîrok bû. Min jêra got: “Were em hîviya wê bin û bira mera hûr bi hûr gilî ke”.
Apûnê paşî sê meha teseliya me kir. Paşî vê yekê em rastî çend xûşkên Qîrgîz hatin, kîjan ku ji miletê Qîrgîz Şedên Yehowayî pêşin bûn. Ewan xûşka rastiyên qîmet derheqa Yehowa û qirara wî bona însanetê, mera gilî kirin. Wana bi saya kitêba “Ji Cineta Undabûyî heta Cineta Vegerandî” (From Paradise Lost to Paradise Regained)a, tevî me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikirin. Û çimkî Tokmokêda ev tenê kitêbek bû, me pê desta xwera başqe nivîsî.
Tiştên pêşin ku me bihîst ew pêxembertiya ji Destpêbûn 3:15 bû. Ew pêxembertî wê bê sêrî bi saya Îsa Mesîh, dêmek Padşa Padşatiya Xwedêda. Ew elametiya ferz her kes gerekê pêbihese! Lema em jî gerekê evê elametiyê bela kin (Met. 24:14). Zûtirekê rastiya Kitêba Pîroz destpêkir emirê me biguhêze.
CIVÎN Û NIXUMANDIN WEDÊ QEDEXEKIRÎ
Birakî me Tokmokêda me teglîfî ser dewatê kir. Min jina xweva têderxist ku Şedên Yehowa cude dibin ji merivên din. Îçke ser texte tune bû, û ew dewat gelek terbetî derbaz bû. Ew mîna hemû dewata nîbû, çimkî ser dewatên din kîderê ku em diçûn, mêvan gelek îçke vedixwarin, xwe nelayîq didane kifşê û giliyên xirab digotin.
Em çend cara çûne civata Tokmokêda. Çaxê hewa xweş bû, civat mêşeda derbaz dibû. Xûşk-bira zanibûn ku polîs pey me dikeve, lema birak ça nobedar dane sekinandinê. Lê zivistanê em malada top dibûn. Çend cara polîs hatine malê kîderê civat derbaz dibû, û dewa dikirin, wekî em bêjin em çira top bûne û çi dikin. Çaxê Maîrambûbû û ez hatine nixumandinê meha Tîrmehê sala 1982, di Çema Çûda, em fesal bûn (Met. 10:16). Çend bira hatin û mêşeda top bûn. Paşê me kilama Padşatiyê stira û guh da gotara nixumandinê.
ME MECAL DANE XEBATÊ SEVA XIZMETIYÊDA HÊ ZÊDE BIKIN
Sala 1987-da bira minra gotin, wekî herim şeherê Balîkçî teseliya merivekî bikim. Ji mala me pê trênê ew riya 4 siheta bû. Em çend cara çûne şeherê Balîkçî seva xizmet kin, û me têderxist ku wêderê meriv rind guh didin mizgîniyê. Ewê yekê mera mecal vekir seva xizmetiyêda hê zêde bikin.
Ez û Maîrambûbû gelek car diçûne Balîkçîyê. Gelek car em şemî-leda wêderê diman, diçûne xizmetiyê û civat derbaz dikirin. Meriva hê zêde û zêde edebyetên me dixwestin. Me ji Tokmokê edebyet dikire mêşokê kartola û dibire Balîkçîyê. Du mêşok ancax mehekê têra me dikir, çimkî gelek meriva edebyetên me hildidan. Hela hê trênêda jî çaxê em diçûne Balîkçîyê û vedigeriyan, me merivara mizgînî gilî dikir.
Sala 1995-da, dêmek heyşt sal şûnda çaxê em cara pêşin hatin wî şeherî, civat saz bû. Nava wan salada çaxê em ji Tokmokê diçûne Balîkçîyê, gelek perê me xerc dibû. Perê me gelek tune bû, lê em ça diçûne wêderê? Birakî me timê pere dida me seva em xercên xwe dadin. Yehowa dît ku em bi dil dixwazin hê zêde bona wî bikin, û ewî “şivakeyên ezmanan” mera vekir (Malx. 3:10). Bêşik, her tişt ji destê Yehowa tê!
MALBETÊDA Û XIZMETIYÊDA XÎRET IN
Sala 1992-da, ez hatime kifşkirinê ça rûspî, û welatda ji miletê Qîrgîz ez bûm rûspiyê pêşin. Civata meda Tokmokêda, mecalên teze vebûn bona xizmetiyê. Me tevî gelek stûdênta hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, yên ku Qîrgîz bûn. Yek ji wan cahila niha xizmet dike Komîtêya Fîlîalêda, û dudên din jî ça pêşengên mexsûs. Me usa jî nêt xwera danî, wekî alîkariyê bidine xûşk-birên civata xweda. Destpêka salên 1990-î, edebyet û civatên me ser zimanê Ûrisî bûn. Lê gelek xûşk-bira civatêda ser zimanê xweye dê xeber didan, dêmek ser zimanê Qîrgîzî. Lema jî civatêda ser zimanê Qîrgîzî min weldigerand, û ewê yekê alî wan kir ku rastiyê hê hêsa û kûr fem kin.
Ez jina xweva tevî heyşt zarên me sala 1989
Min û Maîrambûbûyê usa jî gelek zarên xwe mezin dikirin. Me wana tevî xwe dibir xizmetiyê û civatê. Qîza me Gulzaîra hingê 12 salî bû, gelek hiz dikir kûçê tevî meriva xeber de û derheqa Kitêba Pîroz wanra gilî ke. Zarên me gelek hiz dikirin rêzên ji Kitêba Pîroz ezberî hîn bin. Wî cûreyî zarên me, û nebiyên me, civatêda gelek xîret bûn. Îro ji neh zarên me û 11 nebiyên me, 16 xizmet dikin Yehowara yan jî tevî dê-bavê xwe têne civatê.
GUHASTINÊN MEZIN
Xûşk-bira yên ku salên 1950-1959 şixulê Yehowa destpêkirin welatê meda, wê zendegirtî bûna çaxê bidîtana ku çiqas guhastinên baş bûn kîjan ku me dît. Mesele, ji sala 1990 em îda aza mizgîniyê bela dikin û bi komên mezin tevayî top dibin.
Tevî jina xwe xizmetiyêda
Sala 1991 ez jina xweva cara pêşin çûne ser civata mezin ku Alma-Atayêda derbaz bû, ew şeher niha Almatî tê navkirinê (Qazaxistan). Û sala 1993-da Qîrgîzîstanêda cara pêşin civata mezin derbaz bû Bîşkêkêda, ser stadîona bi navê Spartak. Xûşk-birên me heftêkî ev stadîon temiz dikirin. Dîrêktorê vê stadîonê usa ecêbmayî ma, ku bona xebitandina stadîonê pere jî hilneda.
Sala 1994, em gihîştine dîsa pêşdaçûyîneke mezin. Vê salê cara pêşin edebyetên me ser zimanê Qîrgîzî hatine neşirkirinê. Îro edebyetên me timê têne welgerandinê ser zimanê Qîrgîzî, û ew koma welgera xizmet dike fîlîala Bîşkêkêda. Sala 1998 şixulê Şedên Yehowa Qîrgîzîstanêda bi qanûnî hate eyankirinê. Belê, teşkîlet gelek pêşda çû û niha wira îda 5 000 mizgînvan hene. Îro bi temamî 83 civat hene, û 25 kom ser zimanê Çînayî, Înglîzî, Qîrgîzî, Ûrisî, Ker-Lalaya Ûrisî, Tirkî, Ûygûrî, û Ûzbêkî. Ew hemû xûşk-bira ji cûre-cûre mileta, bi yektî Yehowara xizmet dikin. Belê, wan hemû guhastinada destê Yehowa tê kifşê.
Yehowa usa jî jîyîna min guhast. Ez mezin bûme malbeteke nedewletîda û min mektebêda tenê 5 kom xilaz kir. Yeke Yehowa ez dame xebatê ça rûspî, û usa jî seva ez merivên xwendî jî Kitêba Pîroz hîn kim. Rastî jî usa ne, Yehowa her tiştî usa dike, ku me ne jî daye ber çevê xwe. Min çi ku emirê xweda dîtiye, min hêlan dike wekî berdewam kim bi aminî derheqa Yehowa şedetiyê bidim, kîjan ku “her tişt ji destê” wî tê (Met. 19:26).
a Şedên Yehowa ew derxistine, lê niha ew nayê neşirkirinê.