KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 1 rûp. 3
  • Tu Xwedê Rind Nas Dikî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Tu Xwedê Rind Nas Dikî?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Ça Dikarî Bibî Dostê Xwedê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Rastî Derheqa Xwedê
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Hûn Çi Dikarin Bikin wekî Dinya Tezeda Bijîn
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Heleqetiya Te Tevî Yahowa Çiqas Rêalî ye?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 1 rûp. 3
Mêr lezetê distîne ji tebyetê

TU XWEDÊ RIND NAS DIKÎ?

Gelek meriv dibêjin, wekî Xwedê bawer dikin. Lê çaxê wan dipirsî, kî ye Xwedê, caba wan cûre-cûre ye. Bona hineka, Xwedê hakimê sert e, kîjan ku meriya bona kirên wane nerast ceza dike. Bona hineka jî ew timê Xwedayê bi hizkirinê tije ye û hazir e her kirên meriya bibaxşîne. Hene yên usa jî, ku dibêjin wekî Xwedê ji me dûr e û bona me xem nake. Ji bo nihêrandina usa, gelek meriv difikirin, wekî em nikarin bi rastî Xwedê nas kin.

Çima em gerekê Xwedê nas kin? Hergê em rind Xwedê nas kin, hingê nêta jîyîna me wê hebe (Karên Şandiya 17:26-28). Çiqas tu xwe nêzîkî Xwedê dikî, haqas hê zêde ew destpêdike te hiz bike û alî te bike (Aqûb 4:8). Hemikî, çaxê tu derheqa Xwedê zanebûna rast distînî, tu bi wê yekê mecalê çêdikî ku jîyîna heta-hetayê qazanc bikî (Yûhenna 17:3).

Çawa tu dikarî Xwedê nas bikî? Hela bifikire derheqa wî kesî, kîjanî tu rind nas dikî, mesele hevalê teyî nêzîk. Çi cûreyî hûn bûne hevalên nêzîk? Hemikî pêşiyê tu navê wî (wê) pêhesiyayî, usa jî çi wî xweş tê, çi na, ewî çi kiriye û çi dixwaze bike. Ev hemû tişt te hê nêzîkî wî merivî dikin, çimkî tu gelek tişt derheqa wî yan wê pêhesiyayî.

Anegorî vê yekê, em jî dikarin hê rind Xwedê nas bikin, hergê pêbihesin derheqa tiştên jêrê gotî:

  • NAVÊ XWEDÊ ÇI YE?

  • XWEDÊ YEKÎ ÇAWA NE?

  • XWEDÊ ÇI KIRIYE?

  • EWÊ ÇI BIKE LI AXIRIYÊ?

  • ZANEBÛN DERHEQA XWEDÊ ÇAWA DIKARE LI SER JÎYÎNA MIN HUKUM KE?

Nêta vê jûrnalê ev e, ku alî te bike bi Kitêba Pîroz caba wan pirsa bistînî. Bi saya gotarên ku têne dayînê, tuyê ne tenê pêbihesî wekî Xwedê bi rastî kî ye, lê usa jî ku tuyê çi karê bistînî hergê nêzîkî Xwedê bî.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin