Heleqetiya Te Tevî Yahowa Çiqas Rêalî ye?
“Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (AQÛB 4:8)
1. Çira em gerekê heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî xwey kin?
HERGÊ tu Şêdê Yahowayî nixumandî yî, tiştekî teyî gelek qîmet heye. Heleqetiya teye şexsî tevî Yahowa heye. Lê dinya Şeytan hucumî ser wê heleqetiyê dike, û hin jî ji bo nekamilbûna me ew heleqetî dikare sist be. Lema jî, em timê gerekê heleqetiya xwe tevî Yahowa çiqas dikarin qewî xwey kin.
2. a) Çi ye heleqetî? (Binihêre spartin.) b) Em ça dikarin heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kin?
2 Gelo Yahowa bona te rêalî ye? Tu texmîn dikî ku ew Dostê te ye? Tu dixwazî wekî heleqetiya te tevî wî hê qewî be? Aqûb 4:8 dibêje ku çi tu gerekê bikî: “Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire”. Heleqetiya te tevî Yahowa, hin teva girêdayî ye hin jî Xwedêva.a (Binihêre spartin.) Hergê tu gavê bavêjî wekî nêzîkî Yahowa bî, wê ew jî gavê bavêje wekî nêzîkî te be. Ewê yekê tu çiqas hê zêde bikî, wê haqas Xwedê bona te hê rêalî be. Heleqetiya te tevî Yahowa wê usa nêzîk be, ku tu ser xwe texmîn kî wê yekê, çi ku Îsa texmîn kir çaxê ewî got: “Yê ku ez şandime, rastî ye. Ez wî nas dikim” (Yûhenna 7:28, 29, ÎM). Lê tu çi dikarî bikî wekî nêzîkî Yahowa bî?
Tu ça dikarî tevî Xwedê xeberdî? (Binihêre abzasa 3)
3. Em ça dikarin tevî Yahowa xeberdin?
3 Hergê tu dixwazî ku tevî Xwedê nêzîk bî, gelek ferz e wekî tu û Yahowa timê tevî hev xeberdin. Lê çawa em dikarin tevî Xwedê xeberdin? Hela dişirmîş be, çawa tu û hevalê te kîjan ji te dûr e, dikarin hevra xeberdin. Hûn dikarin timê hevdura binivîsin û pê têlê xeberdin. Lê tevî Xwedê tu dikarî xeberdî çaxê hergav wîra dua dikî. (Bixûne Zebûr 142:2.) Lê tu ça dikarî usa bikî wekî Xwedê tevî te xeberde? Tu gerekê timê bixûnî Xebera wî Kitêba Pîroz, û ser bifikirî. (Bixûne Îşaya 30:20, 21.) Werên em binihêrin ku çawa xeberdana te û Yahowa dikare heleqetiya te tevî wî qewî ke, û wî bike Dostê teyî rêalî.
YAHOWA TEVÎ TE XEBERDIDE ÇAXÊ TU KITÊBA PÎROZ DIXÛNÎ
4, 5. Ça Yahowa tevî te xeberdide çaxê tu Kitêba Pîroz dixûnî? Bîne mesele.
4 Em zanin ku Kitêba Pîroz ew heye neme bona hemûya. Lê gelo Kitêba Pîroz dikare alî te bike wekî nêzîkî Yahowa bî? Belê! Çaxê tu Kitêba Pîroz timê dixûnî û lêkolîn dikî, dîna xwe bide ser wê yekê ku tu çi ser xwe texmîn dikî çaxê dixûnî. Û dişirmîş be ser wê yekê, ku tu çawa dikarî bidî xebatê çi ku tu pêhesiyayî. Çaxê tu usa dikî, tu dihêlî wekî Yahowa tevî te xeberde. Ew dibe Dostê teyî nêzîk, kîjan ku alî te dike, û tu nêzîkî wî dibî (Îbranî 4:12; Aqûb 1:23-25).
5 Mesele, tu çi texmîn dikî çaxê van giliyê Îsa dixûnî: “Li ser dinê xiznê xwera necivînin”? Hergê tu hemû tiştî dikî, wekî di emirê xweda Yahowa daynî ciyê pêşin, tuyê texmîn kî ku ew te qebûl dike. Lê dibek tu dixûnî van giliyê Îsa û fem dikî ku tera lazim e emirê xwe hêsa kî, û dixwazî wekî hê zêde Xwedêra qulix bikî. Hergê usa ye, dêmek ew Yahowa alî te dike ku fem bikî tu çi gerekê bikî, wekî nêzîkî wî bî (Metta 6:19, 20).
6, 7. a) Çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, çi diqewime tevî hizkirina me hindava wî û hizkirina wî hindava me? b) Nêta meye sereke gerekê çi be çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin?
6 Rast e çaxê em Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, em pêdihesin ku çi guhastina gerekê bikin, seva ku hê rind Xwedêra qulix kin. Em usa jî pêdihesin derheqa wan tişta, yêd ku ew bi hizkirin dike û derheqa wî ça kesê lapî baş. Û ew yek hizkirina me hindava wî hê zêde dike. Ça hizkirina me hindava wî mezin dibe, usa jî hizkirina wî hindava me mezin dibe, û heleqetiya me tevî wî hê qewî dibe. (Bixûne 1 Korintî 8:3.)
7 Hergê em dixwazin nêzîkî Xwedê bin, ferz e ku çaxê Kitêba Pîroz lêkolîn dikin nêta meye rast hebe. Îsa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Em çaxê Kitêba Pîroz dixûnin, dikarin gelek tiştêd teze û hewas pêbihesin. Lê nêta meye sereke gerekê ew be, ku Yahowa hê rind nas kin çawa Kes. (Bixûne Derketin 33:13; Zebûr 25:4.)
8. a) Ça hinek dikarin dişirmîş bin derheqa vê yekê ku Yahowa ça bû hindava Padşê Azarya? b) Hergê tu Yahowa nas dikî, tuyê çi dişirmîş bî derheqa wê yekê ku ewî çi kir?
8 Hergê em Yahowa nas dikin çawa Dostê nêzîk, emê dilteng nebin hergê Kitêba Pîroz cara mera şirovenake, ku ewî çima usa kiriye yan jî çira usa xwe daye kifşê. Mesele, çaxê Azarya padşê Cihûda bû, cimetê xudanêd qelpra qulix dikirin. Lê Azarya mîna wan nîbû. Ewî “tiştê ku di çevê Xudanda rast in çêkir” (2 Padşatî 15:1-5). Lê Yahowa Azarya bi kotîbûnê ceza kir. Çira? Ewa para vê serhatiyê mera gilî nake çira. Lê tu çi dişirmîş dibî derheqa Yahowa? Gelo ew yek te eciz dike û tu dişirmîş dibî ku Yahowa nerast bû, wekî Azarya ceza kir bêyî mena cayîz? Hilbet na. Hergê tu Yahowa rind nas dikî, tu zanî ku cezakirina wî timê heq e. Ew timê bi heqî meriya rast dike (Yêremya 30:11). Dêmek, hergê tu nizanî ku Yahowa çira Azarya ceza kir, tu dikarî bawer bî ku Yahowa ew yek kir çi ku rast bû.
9. Kîjan înformasiya alî me dike ku fem bikin çira Yahowa Azarya bi kotîbûnê ceza kir?
9 Kitêba Pîroz mera hê zêde bi hûrgilî şirovedike derheqa emirê Azarya padşa, ser kîjanî usa jî tê gotinê padşa Ûzîya (2 Padşatî 15:7, 32). Ji vê serhatiyê para mayînda 2 Dîrok 26:3-5, 16-21 dibêje ku ewî çi ku “di çevên Xudanda rast in kirin”. Lê di serhatiyêda usa jî tê gotinê ku paşê ew qure bû, çi ku wî bir berbi kutakirinê. Ewî padşayî dixwast ev yek bikira, çi ku tenê îzina keşîşa hebû bikin. Heyştê yek keşîşa wîra digotin ku ew ne rast e û dixwestin wî bidine sekinandinê. Lê ewî ça xwe da kifşê? Ew haqas qure bû ku ew ser wan hêrsket! Ew înformasiya alî me dike wekî fem bikin, çira Yahowa ew padşa bi kotîbûnê ceza kir.
Çiqas hê zêde tu Xwedê nas dikî, haqas hê zêde tuyê îtbariya xwe wî bînî, wekî ew hemû tiştî usa dike ça ku rast e
10. Çira mera nelazim e ku bizanibin meniya wan hemû tişta çi ku Yahowa dike? Ça em dikarin hê zêde îtbariya xwe Yahowa bînin, wekî ew hertim usa dike ça ku rast e?
10 Çi dersa ferz em hîn dibin ji vê yekê? Di serhatiya derheqa Azarya padşa, em êpêce înformasiya hûr bi hûr pêdihesin, seva ku fem bikin çira Yahowa wî ceza kir. Lê heger bona derecekê Kitêba Pîrozda înformasiya hûr bi hûr tune, wî çaxî tuyê çi dişirmîş bî? Dibek tuyê dudilî bî, gelo Yahowa rast kir yan na? Yan tuyê hesab kî, wekî Kitêba Pîroz çiqas înformasiya dide, têrê dike ku îtbariya xwe Xwedê bînî, û dudilî nebî wekî Yahowa hertim usa dike ça ku rast e? (Qanûna Ducarî 32:4) Çiqas hê zêde tu Xwedê nas dikî çawa Kes, haqas hê zêde tuyê wî hiz kî û îtbariya xwe wî bînî. Û wî çaxî tera wê lazim nîbe ku bizanibî meniyêd hemû kirêd wî. Çaxê tu Kitêba Pîroz lêkolîn dikî, Yahowa dibe kesê rêalî bona te û tu nêzîkî wî dibî (Zebûr 77:12, 13).
TU TEVÎ YAHOWA XEBERDIDÎ ÇAXÊ WÎRA DUA DIKÎ
11-13. Tu ji ku zanî wekî Yahowa dua dibihê? (Binihêre şikilê ewlin.)
11 Çaxê em dua dikin, em nêzîkî Xwedê dibin. Em wî rûmet dikin, razîbûna xwe didine kifşê, û alîkariyê ji wî dixwazin (Zebûr 32:8). Lê hergê tu dixwazî wekî dostiya te tevî Yahowa nêzîk be, tu gerekê sed selefî bawer bî ku ew dua dibihê.
12 Hine merî dibêjin ku Xwedê dua nabihê û ku duakirin ew tenê dilrihetiyê tîne. Ewana bawer dikin wekî duakirin tenê alî te dike, wekî derheqa problêmêd xwe dişirmîş bî û safîkirina bivînî. Rast e, di vê yekêda jî duakirin dikare alî te bike. Lê çaxê tu duakirinêda tevî Yahowa xeberdidî, ew bi rastiyê jî te dibihê. Ça tu dikarî bawer bî di vê yekêda?
Tu dikarî sed selefî bawer bî wekî Yahowa duayêd te dibihê
13 Dişirmîş be ser wê yekê: Heta Îsa bihata ser erdê, ewî didît ku Yahowa caba duayêd qulixkarêd Xweyî ser erdê dida. Lê çaxê Îsa hate li ser erdê, ewî dua dikir Xwedêra, derheqa fikir û xemêd xwe. Carekê ewî hela temamiya şevê jî dua dikir (Lûqa 6:12; 22:40-46). Gelo Îsa wê dua bikira, hergê ew dişirmîşbûya ku Yahowa bi rastiyê wî nabihê? Îsa usa jî peyçûyêd xwe hîn dikir ku çawa Yahowara dua bikin. Gelo ewî wê ewana hînkirana, hergê ew dişirmîşbûya ku Yahowa dua nabihê? Eyan e, Îsa zanibû ku Yahowa rastî jî dua dibihê. Ewî hela hê ew gilî jî got: “Bavo, ez zef razî me ku te dengê min bihîst. Ez zanim ku tu her gav dengê min dibihêyî”. Em jî dikarin sed selefî bawer bin ku Yahowa duayêd me dibihê (Yûhenna 11:41, 42; Zebûr 65:2).
14, 15. a) Em çi karê distînin çaxê derheqa tiştêd konkrêt dua dikin? b) Ça duayêd Kêtî alî wê kirin ku ew nêzîkî Xwedê bû?
14 Cabêd ser duayêd te ne hertim dikarin eyan bin. Lê çaxê tu duayêd xweda derheqa tiştêd konkrêt dua dikî, wî çaxî tuyê bikaribî cabêd Yahowa hê eyan bivînî, û ew wê hê rêalî be bona te. Lê hergê tu di duayêd xweda Yahowara derheqa hemû xemêd xwe dilê xwe vedikî, wî çaxî ew nêzîkî te dibe.
15 Mesele, hewasa Kêtîyê ser dannasînkirinê tune bû, lê ew dannasîn dikir.b (Binihêrin spartin.) Ew gilî dike: “Dannasînkirin min xweş nedihat. Dixwazim bêjim ku bi rastiyê min xweş nedihat”. Çaxê ew ji xebatê derket, rûspî wê hêlan kir ku ew bibe pêşenga hertim. Ew dibêje: “Ewî rûspî hela hê minra blank jî da. Min safî kir ku bibime pêşeng, û min destpêkir Yahowara her roj dua bikim, wekî ez dannasînkirinê hiz kim”. Gelo Yahowa caba duayê wê da? Paşî sê saliya qulixkirina pêşengî, ew niha dibêje: “Ew çi ku min gelek wext xerc dikir ser dannasînkirinê û ji xûşkêd din hîn dibûm, evê yekê alî min kir ku di dannasînkirinêda hê cêribandî bim. Îro, dannasînkirin ne ku tenê min xweş tê, lê ez gelekî hiz dikim. Û hê zêde, heleqetiya min tevî Yahowa diha nêzîk bûye ne ku berê”. Bi rastiyê jî, duayêd Kêtîyê alî wê kirin ku ew nêzîkî Xwedê bû.
Berdewan ke nêzîkî Xwedê be (Binihêre abzasa 16, 17)
ÇI TE DIKEVE BIKE
16, 17. a) Em çi gerekê bikin wekî berdewan kin heleqetiya xwe tevî Yahowa qewî kin? b) Em çi şêwir kin di gotara dinda?
16 Em dikarin heta-hetayê berdewan kin nêzîkî Yahowa bin. Werên em berdewan kin wî bibihên bi lêkolînkirina Kitêba Pîroz, û usa jî berdewan kin xeberdin tevî wî duayêd xweda. Hergê em usa bikin, heleqetiya me tevî Yahowa wê diha qewî be, û bi alîkariya wî emê bikaribin çetinaya teyax kin.
Em dikarin heta-hetayê berdewan kin nêzîkî Xwedê bin
17 Cara usa diqewime, ku em bona problêmêd xwe timê Yahowara dua dikin, lê problêmêd me xilaz nabin. Wî çaxî, em dikarin îtbariya xwe hindava Yahowa hêdî-hêdî unda kin. Em dikarin dişirmîş bin ku Yahowa duayêd me nabihê û dudilî bin, ku rastî em dostê wî ne yan na. Hergê tu usa dişirmîş dibî, tu çi dikarî bikî? Gotara din wê alî te bike.
a Heleqetî ew heye hesta du meriva hindava hev, û ewana hindava hev xwe ça kifş dikin. Her kes ji wan gerekê bixebite wekî heleqetiya wan qewî bimîne.
b Nav hatine guhastinê.