KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • fg dersa 12 pirs 1-5
  • Ça Tu Dikarî Nêzîkî Xwedê bî?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Tu Dikarî Nêzîkî Xwedê bî?
  • Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
  • Têmên Mîna Wê
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Para 11
    Guh Bide Xwedê
Hê Zêde Binihêre
Mizgîniya Xwedê Seva Meriya
fg dersa 12 pirs 1-5

DERSA 12

12 Ça tu dikarî nêzîkî Xwedê bî?

1. Gelo Xwedê hemû dua dibihê?

Mêr Xwedêra dua dike

Xwedê hemû cûre meriya teglîf dike, wekî ewana bi duakirin nêzîkî wî bin (Zebûr 65:2). Lê Xwedê hemû dua qebûl nake. Mesele heger mêr jina xwera xirab e, Xwedê duayên wî qebûl nake (1 Petrûs 3:7). Çaxê cimeta Îsraêl nedixwest gura Xwedê bikira û xirabî dikirin, Yahowa Xwedê duayên wan înkar dikir. Rast e duakirin qedirekî gelek mezin e. Lê Yahowa timê hazir e me bibihê, ew hela hê duayên wan jî dibihê, kî ku gunên giran kirine lê ji gunên xwe poşman bûne û tobe kirine. Bixûne Îşaya 1:15; 55:7.

Binihêre vîdêo Gelo Xwedê hemû dua dibihê?

2. Ça em gerekê dua bikin?

Em gerekê tenê Yahowara dua bikin, çimkî ew e efirandarê me û Xwedayê rast (Metta 4:10; 6:9). Em meriyên gunekar in û gerekê bi navê Îsa Mesîh dua bikin, çimkî ewî seva gunên me emirê xwe da (Yûhenna 14:6). Yahowa Xwedê naxwaze, wekî duayên me pir xeber bin, yan jî bi ezberî bin. Lê ew dixwaze, wekî em bi dil û can wîra dua bikin. Bixûne Metta 6:7; Fîlîpî 4:6, 7.

Efirandarê me usa jî wan dua dibihê, yên ku em di dilê xweda dibêjin (1 Samûyêl 1:12, 13). Yahowa Xwedê me teglîf dike timê wîra dua bikin. Mesele sibehê zû çaxê radibin, yan jî êvarê pêşiya razanê. Usa jî em dikarin dua bikin pêşiya nan-xwarinê, û çaxê rastî çetinaya tên. Bixûne Zebûr 55:22; Metta 15:36.

3. Çira mesîhî tevayî dicivin?

Meriv di civatêda Kitêba Pîroz dixûne

Hêsa nîne nêzîkî Xwedê bin, çimkî dor-berê me merivên usa dijîn, yên ku baweriya xwe Xwedê naynin û qerfê xwe sozê Xwedê dikin, ku li ser erdê wê edilayî hebe (2 Tîmotêyo 3:1, 4; 2 Petrûs 3:3, 13). Lema jî em hewce ne, ku hêlana bidine hev û hev qewî kin. Bixûne Îbranî 10:24, 25.

Çaxê em tevî wan meriva dicivin, kî ku Xwedê hez dikin, ev yek alî me dike, wekî hê nêzîkî Xwedê bin. Civatên Şedên Yahowa mecaleke baş dide me, wekî em ji baweriya xûşk-bira qewî bin. Bixûne Romayî 1:11, 12.

4. Ça tu dikarî nêzîkî Xwedê bî?

Mêr ser xebatê wedê hêsabûnê Kitêba Pîroz dixûne

Tu dikarî hê nêzîkî Xwedê bî, heger dişirmîş bî li ser wê yekê, çi ku ji Xebera Xwedê hîn dibî. Çaxê Kitêba Pîroz dixûnî, û pêdihesî derheqa kirên, şîretên û sozên Yahowa Xwedê, her gav dişirmîş be tu ji van tişta çi hîn dibî derheqa Xwedê. Dişirmîşbûn û duakirin alî me dikin fem bikin, ku çiqas mezin e hizkirin û bîlaniya Yahowa Xwedê. Bixûne Yêşûa 1:8; Zebûr 1:1-3.

Heger tu dixwazî nêzîkî Xwedê bî, tu gerekê baweriya xwe wî bînî û gumana xwe bidî ser wî. Bawerbûn em dikarin beramberî kulîrkê bikin. Mesele ça kulîrkêra timê lazim e av, usa jî mera timê lazim e dişirmîşbûn derheqa hînkirinên Kitêba Pîroz, wekî bawerbûna me qewî be. Bixûne Metta 4:4; Îbranî 11:1, 6.

5. Heger tu nêzîkî Xwedê bî, tuyê çi karê bistînî?

Yahowa Xwedê xem dike bona wan meriya kî ku wî hez dikin. Ew usa jî ji wan hemû tişta me xwey dike, yê ku dikare bawerbûn û gumana meye emirê heta-hetayê bide undakirinê (Zebûr 91:1, 2, 7-10). Yahowa usa jî pêşda elamî me dike derheqa wan tişta, çi ku dikare ziyanê bide sihet-qewat û bextewarbûna me. Bi rastiyê jî tenê Yahowa dikare riya lape baş me hîn ke, riya ku ber bi jîyînê dibe. Bixûne Zebûr 73:27, 28; Aqûb 4:4, 8.

heval tevayî wedê derbaz dikin

Bona hê zêde elametî, binihêre kitêba “Çi hîn dike Kitêba Pîroz?” serê 17.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin