KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 1 rûp. 5-7
  • Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • XWEDAYÊ KU DUA DIBIHÊ.
  • XWEDÊ DIXWAZE, WEKÎ TU WÎRA DUA BIKÎ.
  • XWEDÊ BI RASTÎ BONA TE XEM DIKE.
  • “EZ JI XUDAN HEZ DIKIM, ÇIMKÎ EW DENGÊ MIN . . . DIBIHÎZE”
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Pêşxeber
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Xwedê Duayên Te Dibihê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 1 rûp. 5-7
Kulfeta cahil dikene.

“Xwe li Xwedê bigirin, Xwedê jî wê xwe li we bigire” (Aqûb 4:8).

Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?

Dibeke tu difikirî, wekî Xwedê duayên te nabihê. Hergê usa ne, tu tenê nînî. Gelek meriva duada derheqa problêmên xwe Xwedêra gotine, lê dîsa jî problêmên wan safî nebûne. Gelo ev tê hesabê, wekî Xwedê guh nade duayên me? Na! Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku çaxê em layîq dua dikin, Xwedê me dibihê. Ka em şêwir kin Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje.

XWEDAYÊ KU DUA DIBIHÊ.

“Ey tu, yê ku duayan dibihîze, wê hemû mirov bên ba te” (Zebûr 65:2).

Hine meriv bawer nakin, ku Xwedê duayên wan dibihê, lê dîsa jî dua dikin, çimkî dua wana dilrihet dike. Bi rastî dua ne tenê dermanê dila ye, lê hê zêde ye, ev alî me dike, wekî ber problêmên xwe teyax kin. Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî “Xudan [Yehowa, DT]a nêzikî wan hemûyan e, ku bang dikinê, ew yên ku, ji dil bang dikinê . . . feryada wan dibihîze û wan rizgar dike” (Zebûr 145:18, 19).

Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa Xwedê duayên xizmetkarên xwe dibihê. Ji bo hizkirinê ew dibêje: “Hûnê bangî min bikin û hûnê herin û ji minra dua bikin û ezê we bibihîzim” (Yêremya 29:12).

XWEDÊ DIXWAZE, WEKÎ TU WÎRA DUA BIKÎ.

Bav ber qîza xwe rûniştiye, ya ku dilîze.

“Her gav dua bikin” (Romayî 12:12).

Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî her gav “dua bikin”. Eyan e, wekî Yehowa Xwedê dixwaze ku em wîra dua bikin (Metta 26:41; Efesî 6:18).

Gelo çima Xwedê dixwaze, ku em wîra dua bikin? Werên em şêwir kin: Mesele, bav şa dibe, gava kurê wî dibêje: “Bavo, dikarî alî min bikî?” Hemikî bav îda zane zarêra çi lazim e û ew çi texmîn dike. Lê dîsa jî çaxê bav evan giliya dibihê, ev yek wîra dide kifşê, wekî zar îtbariya xwe wî tîne û ewana hevra nêzîk in. Anegorî wê yekê, çaxê em Yehowa Xwedêra dua dikin, usa em wîra didine kifşê ku îtbariya xwe wî tînin û dixwazin nêzîkî wî bin (Metelok 15:8; Aqûb 4:8).

XWEDÊ BI RASTÎ BONA TE XEM DIKE.

Bîznêsmênê dilteng ber avayê ser pêpelûnga rûniştiye. Ber vî qutiya tije ye bi tiştên xebatê.

“Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).

Xwedê dixwaze, wekî em dua bikin, çimkî ew me hiz dike û bona me xem dike. Ev hemû tiştî zane derheqa problêm û xemên dilê me, û dixwaze alî me bike.

Dawid Padşa jîyîna xweda Yehowa Xwedêra gelek dua dikir, dilê xwe wîra vedikir û alîkarî ji wî dixwest (Zebûr 23:1-6). Xwedê hindava Dawidda çawa bû? Xwedê Dawid hiz dikir û guh dida gelek duayên wî (Karên Şandiya 13:22). Em dikarin bêjin, wekî Xwedê guh dide duayên me jî, çimkî ew bona me xem dike.

“EZ JI XUDAN HEZ DIKIM, ÇIMKÎ EW DENGÊ MIN . . . DIBIHÎZE”

Ev gilî nivîskarê zebûrekê gotiye. Ewî zanibû, wekî Xwedê duayên wî dibihê. Û evê yekê gelek alî wî dikir. Usa ewî xwe diha nêzîkî Xwedê texmîn dikir. Bi saya vê yekê ewî qewat distand û çetinayada teyax dikir (Zebûr 116:1-9).

Çaxê em bawer in ku Xwedê duayên me dibihê, em hêlan dibin berdewam kin her gav dua bikin. Werên em binihêrin mesela Pêdro, kîjan ku Îspanyayêda aliyê bakurê dijî. Ewî kurê xweyî 19 salî ji bo qeziyê unda kir. Pêdro derdê xweyî giranda dilê xwe Xwedêra vedikir û bê sekinandin berdilî û alîkarî ji Xwedê dixwest. Gelo Xwedê caba duayên wî da? Pêdro dibêje: “Yehowa caba duayên min da. Ewî bi saya bawermenda berdilî û hêlanî da min û jina min”.

Mêrê ku şînê dike, şikil girtiye destê xwe, û hevalên wî jî berdilê wîda tên.

Gelek car Xwedê bi alîkariya hevalên meyî nêzîk caba duayên me dide, kîjan ku têne hewara me û berdiliyê didin

Rast e dua kurê Pêdro venegerand, lê gelek alî wî û malbeta wî kir. Jina wî Mariya Karmên dibêje: “Bi dua derdê dilê min sivik bû. Min zanibû, wekî Yehowa Xwedê min fem dike, çimkî gava min wîra dua dikir, min edilayî û rihetiya dil texmîn dikir”.

Çawa Kitêba Pîroz usa jî serhatiyên meriva rind didine kifşê, wekî Xwedê guh dide duayên me. Lê hemikî Xwedê caba hemû dua nade. Gelo çima Xwedê caba hine dua dide, lê caba hineka na?

a Yehowa, navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin