Gelo Xwedê Duayên Te Dibihê?
Çaxê tu dua dikî, tu bawer dikî ku Xwedê te dibihê?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE?
- Xwedê dibihê. Kitêba Pîroz me dide bawerkirinê, wekî “Xudan nêzîkî wan hemûya ye, . . . ku dilê rast gazî dikin. Ew . . . zarînîya wan dibihê û wan xilaz dike” (Zebûr 145:18, 19). 
- Xwedê dixwaze, wekî tu wîra dua bikî. Kitêba Pîroz dibêje: “Lê xwestina we bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be” (Fîlîpî 4:6). 
- Xwedê bi rastî bona te xem dike. Xwedê haş ji derd û xemên me heye, û ew dixwaze alî me bike. Kitêba Pîroz dibêje: “Hemû xemêd xwe bavêjine ser wî, çimkî ew bona we xem dike” (1 Petrûs 5:7).