KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp21 № 1 rûp. 14-15
  • Çawa Dua Dikare Alî Te Bike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Dua Dikare Alî Te Bike
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
  • Têmên Mîna Wê
  • Dua—Ew Çi Karê Dikare Bide Te
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Bi Duakirinê Nêzîkî Xwedê be
    Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?
  • Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be
    Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!—Kûrsa Hînkirina Kitêba Pîroz
  • Gelo Xwedê Duayên Me Dibihê?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2021
wp21 № 1 rûp. 14-15

Çawa Dua Dikare Alî Te Bike

Pamêla giran nexweş ket. Ew ji bo kanserê gelek diçerçirî û alîkariya doxdira xwest. Hemikî ewê Xwedêra jî dua dikir, wekî qewatê bidê ku ber vê çetinayê teyax ke. Gelo dua alî wê kir?

Pamêla dibêje: “Çaxê min alîkariya mêdîsînayê distand, min xwe gelek xirab texmîn dikir. Lê gava min Yehowa Xwedêra dua dikir, min rihetiya dil distand, û fikirên min zelal dibûn. Heta niha ez ji bo nexweşiya xwe gelek êşê dikişînim, lê dîsa jî dua alî min dike nihêrandina pozîtîv xweyî kim. Gava meriv ji min dipirsin, ku ez çawa nim, ez dibêjim: ‘Nebaş im, lê yeke şabûna xwe unda nakim!’”

Hemikî eseyî nîne em hîviyê bin, heta ku tiştek bê serê me, paşê destpêkin dua bikin. Her kes ji me rastî çetinaya tê, firqî tune çetinayên mezin yan yên biçûk, lema jî em hewcê alîkariyê ne. Lê dua dikare alî me bike?

Kitêba Pîroz dibêje: “Tu barê xwe ji Xudanra bihêle, Ewê te li ser lingan bihêle. Ew tucar nahêle, ku yê rast bikeve” (Zebûr 55:22). Ev gilî çiqas xweş in û berdiliyê didin! Dêmek dua çawa dikare alî te bike? Gava tu Xwedêra rast dua dikî, ew wê eseyî alî te bike wê yekêda, çida tu hewce yî, ku bikaribî ber çetinayên xwe teyax kî. (Binihêre çargoşe “Dua Çi Karê Dikare Tera Bîne”).

Dua Çi Karê Dikare Tera Bîne

Rihetiya dil

Bîznêsmênê ku pêşda xebata xwe unda kiribû, bi beşera xweş û dilrihet e.

“Bira bi dua-dirozga, razîbûnêva tevayî, Xwedêva eyan be. Û edilayiya Xwedê ku ji her hiş-aqilî derbaztir e, wê dil û fikirêd we yektiya Mesîh Îsada xwey ke” (Fîlîpî 4:6, 7). Çaxê tu derdê dilê xwe Xwedêra dibêjî, ew wê alî te bike rihetiya dil xwey kî û nava çetinayada jî bi bîlanî xwe kifş kî.

Bîlaniya ji Xwedê

Kulfeta ku ji kitêba dua dixwand, Kitêba Pîroz malda dixûne.

“Heger serwaxtiya yekî ji we têra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîra bê dayînê. Ew bi merdanî dide hemûya û tu kesî bêqedir nake” (Aqûb 1:5). Gava em rastî tengasiya tên, mera çetin e safîkirinên baş bikin. Hergê tu bîlaniyê ji Xwedê bixwazî, ew wê gelek prînsîpên kêrhatî ji Kitêba Pîroz bîne bîra te, kîjan ku alî te bikin.

Qewat û berdilî

Cotê zewicî, yên ku nexweşxanêda bûn, tevayî parkêda digerin. Mêr alî kulfeta xwe dike, ya ku bi şivdarê digere.

“Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13). Yehowa Xwedayê Himzor dikare qewatê bide te, ku bikaribî ber çetinaya teyax kî, û ew wê piştgiriya te bike (Îşaya 40:29). Kitêba Pîrozda ser Yehowa usa jî tê gotinê “Xwedêyê hemû berdiliyê”. Ew dikare “nava hemû telî-tengiyada” berdilê meda bê (2 Korintî 1:3, 4).

XWEDÊRA DUA BIKE!

Yehowa te nade zorê, ku wîra dua bikî. Lê ew bi hizkirin te teglîf dike, ku evê yekê bikî (Yêremya 29:11, 12). Berê dibek te texmîn dikir, wekî Xwedê caba duayên te nade. Çi jî hebe dilteng nebe û hêviya xwe unda neke. Dê-bavên ku zara xwe hiz dikin, carna hema wê demê û vî cûreyî çawa ku zar dixwaze, alî wî nakin. Hilbet, dê-bav safîkirina diha baş zanin. Zelal e, wekî dê-bavên hizkirî kara zara xwe dixwazin û alîkariyê didin.

Yehowa Xwedê mîna bavekî hizkirî ye, kîjan ku dixwaze alî te jî bike. Hergê tu hildî hesab wan rêberiya, yên ku me ji Kitêba Pîroz şêwir kir, û bixebitî ku jîyîna xweda bidî xebatê, Xwedê wê caba duayên te bi cûrê lapî baş bide! (Zebûr 34:15; Metta 7:7-11)

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin