KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 1 rûp. 15
  • Çawa Zanebûna Derheqa Xwedê, Karê Tera Tîne?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çawa Zanebûna Derheqa Xwedê, Karê Tera Tîne?
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Têmên Mîna Wê
  • Tu Ça Dikarî Bibî Dostê Xwedê?
    Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî
  • Bona Me Baş e Nêzîkî Xwedê bin!
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • “Min Hûn Dost Hesab Kirin”
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2020
  • Tu Dikarî Bextewar bî
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 1 rûp. 15
Meriv di cinetêda lezetê distînin

ÇAWA ZANEBÛNA DERHEQA XWEDÊ, KARÊ TERA TÎNE?

Evan gotara alî me kirin, ku pêbihesin caba vê pirsê: “Bi rastî Xwedê yekî Çawa ne?” Ji Kitêba Pîroz em pêhesiyan, ku navê Xwedê, Yehowa ye û hunurê wîyî sereke, hizkirin e. Me usa jî şêwir kir, wekî ewî çi kiriye û wê çi bike bona halxweşiya însanetê. Dîsa gelek tişt hene, ku em dikarin derheqa Xwedê pêbihesin, lê dibeke tu difikirî: “Ev yek wê çi karê mira bîne?”

Derheqa Yehowa usa tê gotinê: “Ger tu li wî bigere, ewê xwe bi te bide dîtin” (1 Dîrok 28:9). Çaxê tu hê zêde pêbihesî, tuyê tiştekî pir qîmet qazanç kî, dêmek dostiya nêzîk tevî Yehowa (Zebûr 25:14). Lê dostiya usa çi karê wê tera bîne?

Bextewariya rast. Ser Yehowa tê gotinê “Xwedêyê xwezilî” (1 Tîmotêyo 1:11). Gava tu nêzîkî Yehowa dibî û li gora qirara wî dijîyî, ev yek hemû aliyava te bextewar dike (Zebûr 33:12). Tuyê usa jî bikaribî jîyîna xwe bextewar kî û xwe dûr bigirî ji wan tiştên ku dikarin ziyanê bidine te. Tê usa jî xeyset-hunurên baş nav xweda pêşda bînî û tevî meriya edilayêda bî. Û paşê tuyê ser xwe texmîn kî giliyê zebûrbêj, kîjan ku got: “Lê bona min qenc e, nêzîkî Xwedê bim” (Zebûr 73:28).

Alîkarî ji Xwedê. Yehowa soz daye xizmetkarên xwe: “Ezê şîretan bidime te û çevên min wê li ser te be” (Zebûr 32:8, DO). Ev tê hesabê, ku Yehowa bona her xizmetkarê xwe, başqe xem dike, û çida ewana hewce ne dide wan (Zebûr 139:1, 2). Çaxê dostiya te tevî Yehowa bişide, tê li ser xwe texmîn kî, ku Ew timê kêleka te ye.

Axiriya pir baş. Yehowa îda niha kilîta jîyîna bêxem û bextewar dide destê te. Lê Ew usa jî derî pêşiya me vedike, seva em axiriya pir baş bistînin (Îşaya 48:17, 18). Kitêba Pîroz dibêje: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Vî wedê çetinda, Xwedê hêviya baş dide me, kîjan ku bona me wek lengerê ye, û alî me dike em “hîmgirtî û amin” bimînin (Îbranî 6:19).

Ev tenê menîk e ji wan gelek meniya, ku çima ferz e hê rind Xwedê nas kin û dostiya xwe tevî wî bişidînin. Em bi dil û can te teglîf dikin tevî Şedên Yehowa têklî bî, yan jî bona hê zêde elametî bistînî, bikeve malpera me ya jw.org.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin