GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 15
KILAMA 30 Bav, Xwedê û Dost
Bona Me Baş e Nêzîkî Xwedê bin!
“Bona min qenc e, nêzîkî Xwedê bim” (ZEBÛR 73:28).
VÊ GOTARÊDA
Emê şêwir kin ku em ça dikarin diha nêzîkî Yehowa bin, û ev yek çi karê dikare mera bîne.
1-2. (a) Em gerekê çi bikin wekî dostiya nêzîk tevî kesekî qazanc kin? (b) Vê gotarêda emê çi şêwir kin?
QE HEVALEKÎ teyî nêzîk heye? Te ça hevaltiya nêzîk tevî wî saz kiriye? Diqewime te tevî wî wede derbaz dikir, derheqa halê wî pêhesiyayî û usa jî pêhesiyayî ku çi wî xweş tê û çi na. Te hunurên wîye baş dîtin û xwest çev bidî wî. Bi vî cûreyî te destpêkir hevalê xwe hez bikî û hûn bûne dostên nêzîk.
2 Wext û xîret lazim e wekî em tevî kesekî hevaltiya nêzîk saz kin. Belê, seva ku bibine dostên Yehowa, bona vê yekê jî lazim e ku em wede veqetînin. Vê gotarêda emê bivînin ku em ça dikarin nêzîkî Xwedê bin, û usa jî pêbihesin, ku ev yek çi karê dikare mera bîne. Berî pêşin were em dîna xwe bidinê, ku çira ferz e wekî em nêzîkî dostê xweyî lapî baş, Yehowa bin.
3. Çira ferz e derheqa kara dostiya meye tevî Yehowa bifikirin? Meselê bîne.
3 Bê şik tu jî qayîl î, wekî bona me baş e nêzîkî Yehowa bin. Lê gava em difikirin ku ev yek çiqas baş e, xwestina me zêde dibe wekî hê nêzîkî wî bin (Zebûr 63:6-8). Mesele, em gişk zanin ku xwarina kêrhatî, sport, hêsabûn û vexwarina avê bona me gelek baş e. Dîsa jî heçî zef meriv van tişta nakin û sihet-qewata xwe nabine xweyî. Lema jî, seva ku em van tişta xwera bikine xeyset, em gerekê diha zêde ser kara van tişta bifikirin. Mîna vê yekê, em zanin ku bona me baş e nêzîkî Yehowa bin, lê seva ku em xîret bikin diha nêzîkî wî bin, em gerekê bifikirin wekî dostiya tevî wî çi kareke mezin wê mera bîne (Zebûr 119:27-30).
4. Zebûr 73:28-da zebûrbêj çi got?
4 Bixûne Zebûr 73:28. Nivîskarê Zebûra 73 ji bereka Lêwî bû, û ewî paristgeha Yehowada ça sazbend xizmet dikir. Ça tê kifşê ewî gelek sala bi aminî Yehowara xizmet dikir. Dîsa jî ewî xwest bêje, ku çiqas “qenc e, nêzîkî Xwedê” bin. Gelo dostiya tevî Yehowa çi karê tîne?
DOSTIYA TEVÎ XWEDÊ ME BEXTEWAR DIKE
5. (a) Dostiya tevî Yehowa çima me bextewar dike? (b) Ser hîmê Metelok 2:6-16 mesela bîne, ku nîşan dikin wekî bîlaniya Yehowa ça dikare karê tera bîne û te biparêze.
5 Em çiqas nêzîkî Yehowa bin, emê haqas bextewar bin (Zebûr 65:4). Gelek meniyên vê yekê hene. Mesele, em kareke mezin distînin çaxê bîlaniya Kitêba Pîroz emirê xweda didine xebatê. Ev bîlanî me diparêze ji tiştên ku dikarin ziyanê bidine me, û alî me dike ku em şaşiyên mezin nekin (Bixûne Metelok 2:6-16). Kitêba Pîroz usa dibêje: “Xwezî li wî merivî ku serwaxtîyê dibîne û li wî merivî ku bîlantîyê distîne!” (Metelok 3:13).
6. Zebûrbêj çima şabûna xwe unda kir?
6 Hemikî, dostên Yehowa jî carna xemgîn dibin. Gava fikirên nêgatîv ketine dilê nivîskarê Zebûra 73, ewî şabûna xwe unda kir. Wîra usa hate kifşê qey kesên xirab, yên ku guh nedidane Xwedê û qanûnên wî, bi emirekî rihet dijîn. Lema jî ewî hevsûdiya wan kir. Ew şaş bû û fikirî ku merivên zulm û pozbilind qe aliyê matêriyalîda xema nakişînin, siheta wan baş e û tu derdê wan tune (Zebûr 73:3-7, 12). Carekê ew hela hê fikirî, gelo bi rastî hêja ye wekî ew Yehowara xizmet ke. Zebûrbêj haqas xemgîn bû ku got: “Ku usa ye badîhewa min xwe paqij xweyî kirîye û destên xwe pê bêsûcîyê şûştine” (Zebûr 73:13).
7. Gava em xemgîn in, em dikarin çi bikin? (Usa jî binihêrin şikil.)
7 Zebûrbêj çiqas xemgîn bû jî, ewî çend gavên ferz avîtin. Ew kete paristgeha Xwedê û wêderê Yehowa nihêrandina wî rast kir (Zebûr 73:17-19). Gava em xemgîn in, dostê me, Yehowa, halê me divîne. Hergê em dua bikin wekî ew rêberiya me bike, û alîkariya wî qebûl kin, ya ku ew bi saya Kitêba Pîroz û civatê dide me, emê bikaribin wîra amin bimînin. Gava em bona tengasiyên xwe ber xwe dikevin, Yehowa hazir e ku ber dilê meda bê û dilê me rihet bike (Zebûr 94:19).a
Mêrekî ji bereka Lêwî, yê ku nivîskarê Zebûra 73 ye, paristgeha Xwedêda sekinî ye (Binihêre abzasa 7)
DOSTIYA TEVÎ XWEDÊ GUMANÊ DIDE ME
8. Emê dîsa çi karê bistînin hergê nêzîkî Xwedê bin?
8 Du meniyên din jî hene, ku çira baş e wekî em nêzîkî Xwedê bin. Ya pêşin, çaxê em nêzîkî Xwedê dibin, em fem dikin ku nêta jîyînê çi ye. Ya duda jî, ev yek gumanê bona axiriyê dide me (Yêremya 29:11). Were em niha kara van tişta diha rind şêwir kin.
9. Çaxê em diha nêzîk Yehowa nas dikin, ev yek ça ser jîyîna me hukum dike?
9 Gava em nêzîkî Yehowa dibin, em fem dikin ku nêta jîyînê çi ye. Îro gelek meriv bawer nakin wekî Xwedê heye. Ewana difikirin ku nêta jîyînê tune û axiriyêda wê ser erdê meriv tune bin. Lê em ji Kitêba Pîroz pêhesiyane, ku “Xwedê heye û wê wan xelat ke, kîjan ku li wî digerin” (Îbranî 11:6). Yehowa em usa efirandine, wekî wîra xizmet kin. Lema jî gava em safî dikin wîra xizmet kin, em ji emirê xwe diha zêde lezetê distînin (Qanûna Ducarî 10:12, 13).
10. Zebûr 37:29-da derheqa axiriya kesên ku îtbariya xwe Yehowa tînin, çi tê gotinê?
10 Îro gumana gelek meriva tune ye. Ewana tenê dixebitin, dizewicin, zara tînin û pera top dikin, wekî paşê bikaribin xwe xwey kin. Ewana nizanin ku qirara Xwedê çi ye. Lê xizmetkarên Yehowa gumana xwe wî tînin û zanin wekî ewê tu car wan nehêle (Zebûr 25:3-5; 1 Tîmotêyo 6:17). Em îtbariya xwe Xwedê tînin û em bawer dikin, ku sozên wî wê eseyî bêne sêrî. Gumana me heye, wekî zûtirekê emê ser erdê Cinetê heta-hetayê Yehowara xizmet kin (Bixûne Zebûr 37:29).
11. Dostiya nêzîk tevî Xwedê ça ser me û ser wî hukum dike?
11 Gelek meniyên din jî hene ku çira bona me kêrhatî ye nêzîkî Xwedê bin. Mesele, Yehowa soz daye ku ewê gunên wan meriva, yên ku tobe dikin û nêzîkî wî dibin, bibaxşîne (Îşaya 1:18). Lema jî nelazim e wekî em bona gunên ku me berê kiribû, ber xwe kevin (Zebûr 32:1-5). Usa jî em bextewar in, çimkî em dilê Yehowa şa dikin (Metelok 23:15). Belê, bi saya vê yekê ku em dibine dostên Xwedê, em gelek kerema distînin. Lê em ça dikarin diha nêzîkî Xwedê bin?
BERDEWAM KE NÊZÎKÎ XWEDÊ BE
12. Seva ku nêzîkî Xwedê bî, te îda çi gav avîtine?
12 Hergê tu nixumandî yî, te îda gav avîtine seva ku nêzîkî Yehowa bî û tu bûyî dostê wî. Tu derheqa Yehowa Xwedê û Îsa îda gelek tişt zanî, te gunên xweye berê tobe kiriye, te baweriya xwe Xwedê aniye û te xîret kiriye wekî li gora xwestina wî bijîyî. Lê seva ku tu diha nêzîkî Xwedê bî, tu gerekê berdewam kî van tişta bikî (Kolosî 2:6).
13. Kîjan sê tişt dikarin alî me bikin, diha nêzîkî Yehowa bin?
13 Çi wê alî me bike, ku em diha nêzîkî Yehowa bin? (1) Em gerekê timê Kitêba Pîroz bixûnin û lêkolîn kin. Gava em Kitêba Pîroz dixûnin, bes nîne ku em tenê tiştên sereke derheqa Yehowa pêbihesin. Xêncî vê yekê, lazim e wekî em nihêrandin û qirara Xwedê pêbihesin, û li gora prînsîpên wî bijîn (Efesî 5:15-17). (2) Em gerekê bifikirin ku Yehowa ça hezkirina xwe mera dide kifşê. (3) Em gerekê berdewam kin van tişta nefret kin, çi ku ber çevê Yehowa reş e, û tevî wan meriva hevaltiyê nekin, yên ku van tiştên xirab dikin (Zebûr 1:1; 101:3).
14. Li gora 1 Korintî 10:31, em dikarin çi bikin wekî dilê Yehowa şa kin? (Binihêre usa jî şikil.)
14 Bixûne 1 Korintî 10:31. Gerekê em tiştên usa bikin, çi ku Yehowa xweş tê. Bes nîne ku em tenê derkevin xizmetiyê û herin ser civata. Seva ku Yehowa ji me razî be, em gerekê jîyîna xweye herrojîda tiştên usa bikin, çi ku wî xweş tê. Mesele, gava em her tiştîda helal in û destvekirî ne, dilê Yehowa şa dibe (2 Korintî 8:21; 9:7). Usa jî ew dixwaze wekî em emirê xwe qîmet kin, çimkî ewî emir pêşkêşî me kiriye. Lema jî em gerekê haj xwe hebin, ku çi dixwin û vedixwin, û usa jî em gerekê her aliyava sihet-qewata xwe bibine xweyî. Gava Yehowa bivîne ku em her tiştî dikin, wekî dilê wî şa kin, ewê diha zêde me hez ke (Lûqa 16:10).
Seva ku em dilê Yehowa şa kin, em gerekê fesal erebê bajon, miqatî sihet-qewata xwe bin, xwarina kêrhatî bixwin û destvekirî bin (Binihêre abzasa 14)
15. Yehowa dixwaze ku em hindava kesên dinda çawa bin?
15 Yehowa hindava her kesîda qenc e, him hindava kesên rastda, him jî kesên nerastda (Metta 5:45). Ew dixwaze ku em jî hindava kesên dinda rem bin. Mesele, Kitêba Pîroz dibêje ku em gerekê “kesekî bêhurmet nekin, şerûd nîbin, lê milûk bin û şîrinayiya xwe hindava hemû merivada bidine kifşê” (Tîto 3:2). Lema jî em wan meriva, yên ku Yehowara xizmet nakin nimiz hesab nakin (2 Tîmotêyo 2:23-25). Gava em hindava her kesîda rem û dilovan in, em diha nêzîkî Yehowa dibin.
BIRA ŞAŞÎ RIYA TE NEGIRIN NÊZÎKÎ YAHOWA BÎ
16. Çaxê nivîskarê Zebûra 73 çend sal Yehowara xizmet kir, ewî xwe ça texmîn dikir?
16 Carna dibeke ji bo şaşiyên xwe em bifikirin, wekî em hêjayî hezkirina Yehowa nînin. Çawa me pêşda şêwir kir, tiştekî usa hatibû serê nivîskarê Zebûra 73 jî. Ewî got: “Hindik mabû ez ji rê biketama û mûk mabû gavên min bişimitîyana” (Zebûr 73:2). Ewî got ku ber Yehowa, ew bibû yekî “bêfem û nezan” û “mîna heywan” (Zebûr 73:21, 22). Gelo ew difikirî ku ji bo şaşiya xwe, ew îda hêjayî hezkirina Yehowa nîne?
17. (a) Gava zebûrbêj xwe gelek xirab texmîn dikir, ewî çi kir? (b) Ji serhatiya zebûrbêj em çi hîn dibin? (Binihêre usa jî şikil.)
17 Fikira zebûrbêj ku Yehowa ji wî nerazî ye, zû derbaz bû. Eyan e ku gava ewî xwe gelek xirab texmîn dikir, ewî fem kir ku gerekê diha nêzîkî Xwedê be. Ewî Yehowara usa got: “Lê ez timê tevî Te me, Tu destê minî rastê digirî. Tu pê şîretên Xwe rê nîşanî min dikî û paşê jî bi rûmetê min qebûl dikî” (Zebûr 73:23, 24). Gava em xwe sist û bêçare texmîn dikin, em gerekê xwe bispêrin zinarê xwe Yehowa (Zebûr 73:26; 94:18). Hergê em şaşiya bikin jî, em dikarin vegerin bal Yehowa, çimkî ew hazir e bibaxşîne me (Zebûr 86:5). Îlahî gava em xwe xirab texmîn dikin, gelek ferz e wekî em diha nêzîkî Xwedê bin (Zebûr 103:13, 14).
Hergê baweriya me sist bûye, em gerekê hê zêde dua bikin û timê herine ser civata, û usa diha nêzîkî Yehowa bin (Binihêre abzasa 17)
HETA-HETAYÊ NÊZÎKÎ XWEDÊ BE
18. Emê çima timê bikaribin diha nêzîkî Yehowa bin?
18 Çiqas wext derbaz be jî, emê timê bikaribin diha nêzîkî Yehowa bin. Emê heta-hetayê derheqa wî tiştên teze pêbihesin. Kitêba Pîroz derheqa Yehowa usa dibêje: “Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Gelo kî dikare qirarên wî fem bike, û kî dikare riyên wî bizanibe?” (Romayî 11:33).
19. Kitêba Zebûr derheqa axiriyê çi dibêje?
19 Zebûr 79:13 usa dibêje: “Lê belê em cimeta Te û pezê mêrga Te, emê heta-hetayê şikirîyê bidine Te û qurne-qurne rûmeta Te salix kin bêjin”. Çiqas tu nêzîkî Xwedê bî, haqas tuyê bawer bî wekî ewê keremên heta-hetayê bide te, û tuyê usa bêjî: “Xwedê ye sikana dilê min û heta-hetayê para min” (Zebûr 73:26).
KILAMA 32 Bisekine Aliyê Yehowa!
a Hine merivên ku demeke dirêj xemgîn in yan çetinayada nin, dibeke hewcê alîkariya hekîma bin. Seva ku hê zêde înformasiya derheqa vê yekê bistînin, binihêrin Birca Qerewiliyê, № 1, sala 2023.