GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 16
KILAMA 87 Werên! Hêlana Bistînin
Bona Me Baş e ku Em Diha Nêzîkî Hevdu bin!
“Çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!” (ZEBÛR 133:1).
VÊ GOTARÊDA
Emê bivînin ku em ça dikarin diha nêzîkî hevdu bin. Usa jî emê şêwir kin, ku gava em tevî xûşk-bira heleqetiya nêzîk xwey dikin, Yehowa ça me kerem dike.
1-2. Bona Yehowa çi ferz e, û ew dixwaze ku em çi bikin?
BONA Yehowa gelek ferz e, ku heleqetiya me tevî meriva çawa ne. Îsa hîn dikir wekî em gerekê meriva usa hez bikin, çawa ku xwe hez dikin (Metta 22:37-39). Ev yek tê hesabê, wekî em gerekê hindava wan merivada jî qenc bin, yên ku xizmetkarên Yehowa nînin. Gava em vê yekê dikin, em çev didine Yehowa Xwedê. Çawa Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ew tevê derdixe him ser kesên xirab, him jî ser kesên qenc, û ew baranê him ser kesên rast û him jî ser kesên nerast dibarîne” (Metta 5:45).
2 Rast e Yehowa hemû meriva hez dike, lê hemikî ew kesên ku guh didine wî hê zêde hez dike (Yûhenna 14:21). Ew dixwaze ku em çev bidine wî. Yehowa me hêlan dike wekî xûşk-birên xwe ji dil hez bikin û hindava wanda dilgerm bin (1 Petrûs 4:8; Romayî 12:10). Hezkirin û dilgermiya vî cûreyî mîna vê hezkirin û dilgermiyê ye, ku em hindava merivên xweye nêzîk û hevalên xweye delal eyan dikin.
3. Em gerekê derheqa hezkirinê çi bîr nekin?
3 Hezkirin mîna kulîrka malê ye, ku lazim e timê miqatî vê bin. Pawlosê şandî şîreteke usa da Mesîhiya: “Timê çawa xûşk-bira hevdu hiz bikin” (Îbranî 13:1). Yehowa dixwaze ku em berdewam kin hezkirinê hindava kesên dinda pêşda bînin. Vê gotarêda emê bivînin, ku çima em gerekê diha nêzîkî xûşk-bira bin û ça em dikarin heleqetiya nêzîkî tevî wan xwey kin.
ÇIRA EM GEREKÊ DIHA NÊZÎKÎ HEVDU BIN?
4. Em ça dikarin berdewam kin yektiya nav xûşk-birada qîmetê kin, derheqa kîjanî Zebûr 133:1-da tê gotinê? (Binihêre usa jî şikil.)
4 Bixûne Zebûr 133:1. Em tevî zebûrbêj qayîl in, yê ku gotibû wekî hevaltiya tevî kesên ku Yehowa hez dikin “qenc e” û “xweş e”. Lê çawa ku meriv îda dîna xwe nade baxeke xweş û bilind, ya ku ew her roj ber mala xwe divîne, dibeke em jî carna bîr kin, ku yektiya nav meda tiştekî çiqas qenc û xweş e. Em xûşk-bira gelek car divînin, diqewime heftiyêda çend cara jî. Lê em gerekê çi bikin, wekî berdewam kin wana qîmet kin? Seva ku em xûşk-bira hê zêde hez bikin, lazim e ku em timê bîra xweda xwey kin, wekî her yek ji wan bona me û bona civatê çiqas qîmet e.
Timê yektiya ku orta meda heye, qîmet ke (Binihêre abzasa 4)
5. Hezkirina ku nav meda heye, ça dikare ser kesên din hukum ke?
5 Kesên ku cara pêşin têne ser civata me, çaxê hezkirina orta meda divînin, ev yek gelek dilê wan digire. Carna ev yek ser meriva usa hukum dike, wekî ewana fem dikin ku eva ye riya rastiyê. Çawa ku Îsa gotibû: “Bi vê yekê gişk wê bizanibin ku hûn şagirtên min in, hergê nav weda hezkirin hebe” (Yûhenna 13:35). Were em dîna xwe bidine serhatiya Çîtayê, ya ku ûnîvêrsîtêtêda hîn dibû. Şedên Yehowa hînbûna Kitêba Pîroz tevî wê derbaz dikirin. Paşî vê yekê ça ew cara pêşin çû civata mezine sêrojî, ewê xûşkêra, ya ku lê hîn dikir, usa got: “Dê-bavê min tu cara ez hemêz nedikirim. Lê ser civîna we, nava rojekêda meriva ez 52 cara hemêz kirim. Min texmîn kir, wekî Yehowa bi saya malbeta xwe, hezkirina xwe nîşanî min dike. Ez jî dixwazim bibime para vê malbetê”. Çîta ruhanîda pêşda çû û sala 2024-da hate nixumandinê. Belê, gava kesên teze hezkirin û dilovaniyê nav meda divînin, gelek ji wan dixwazin bibine xizmetkarên Yehowa (Metta 5:16).
6. Hevaltiya nêzîk tevî xûşk-bira ça dikare me biparêze?
6 Hevaltiya nêzîk tevî xûşk-bira dikare me biparêze. Pawlos Mesîhiyara usa got: “Her roj dil bidine hev . . . wekî ji we tu kes bi guna nexape, nebe serhişk” (Îbranî 3:13). Hergê em gelek dilteng bin û destpêkin hêdî-hêdî ji riya rastiyê dûr kevin, Yehowa dikare bi saya xûşk yan birakî dilovan alî me bike (Zebûr 73:2, 17, 23). Alîkariya vî cûreyî dikare kareke mezin mera bîne.
7. Hezkirin û yektî ça hevva girêdayî ne? (Kolosî 3:13, 14)
7 Ji bo vê yekê ku em para malbeteke ji merivên dilovan in, yên ku bi dil û can xîret dikin hevdu hez bikin, em gelek kerema distînin (1 Yûhenna 4:11). Mesele, bi saya hezkirinê em hazir in hindava hevda dilovan û bi sebir bin, û ev yek alî me dike yektiyê nav xweda xwey kin (Bixûne Kolosî 3:13, 14; Efesî 4:2-6). Ser temamiya dinyayê, yektiya usa tenê nav meda heye, û lema jî em ji civîna şabûnê distînin.
QEDRÊ HEV BIGIRIN
8. Yehowa ça alî me dike, wekî nav meda yektî hebe?
8 Yektiya ku nav meda heye bi rastî jî keremet e. Em çiqas qisûrdar in jî, Yehowa alî me dike, wekî nav meda yektî hebe (1 Korintî 12:25). Kitêba Pîroz dibêje, wekî em “ji Xwedê hîn bûne, ku hev hiz bikin” (1 Têsalonîkî 4:9). Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa dibêje ku em gerekê çi bikin, wekî diha nêzîkî hev bin. Gava em Xebera Xwedê kûr lêkolîn dikin û li gora vê dijîn, em ji aliyê Xwedêva têne hînkirinê (Îbranî 4:12; Aqûb 1:25). Şedên Yehowa xîret dikin, ku vê yekê bikin.
9. Em ji Romayî 12:9-13 derheqa qedirgirtina hindava hevduda çi hîn dibin?
9 Kitêba Pîroz ça me hîn dike, wekî em diha nêzîkî hev bin? Were em dîna xwe bidinê, ku Pawlosê şandî Romayî 12:9-13-da çi gotibû (bixûne). Îlahî dîna xwe bidine van xebera: “Qedirgirtinêda hûn gava pêşin bavêjin”. Gelo meniya van giliya çi ye? Em gerekê gava pêşin bavêjin wekî dilovaniya xwe nîşan kin, bibaxşînin kesên din, û usa jî mêvanhez û destvekirî bin (Efesî 4:32). Nelazim e ku em hîviyê bin heta xûşk yan birak nêzîkî me be. Em dikarin “gava pêşin bavêjin” û xwexa nêzîkî wan bin. Hergê em usa bikin, emê bivînin, wekî ev giliyên Îsa çiqas rast in: “Bextewarî hê zêde dayînêda ye, ne ku standinêda” (Karên Şandiya 20:35).
10. Em ça dikarin “qedirgirtinêda” xîret bin? (Binihêre usa jî şikil.)
10 Çaxê Pawlos gotibû, ku em gerekê gava pêşin bavêjin wekî qedirê hevdu bigirin, ewî got ku em gerekê xîret bin “ne ku tembel”. Gava merivekî xîretra cabdarî tê dayînê, ew vê cabdariyê bi dil û can tîne sêrî. Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Gava ji destê te tê, ku alîkarîya desttenga bikî, xwe ji vê yekê nede paş” (Metelok 3:27, 28). Li gora vê şîretê, çaxê em divînin wekî kesek hewcê alîkariyê ye, em gerekê hazir bin ku çi ji destê me tê bikin, wekî alî wî bikin. Em gerekê xwe paş nexin û nefikirin, ku bira kesekî din bona wî xem bike (1 Yûhenna 3:17, 18).
Em gerekê gava pêşin bavêjin, wekî alî wan xûşk-bira bikin, yên ku hewcê alîkariyê ne (Binihêre abzasa 10)
11. Çi dikare alî me bike diha nêzîkî hevdu bin?
11 Usa jî seva ku em qedirê hevdu bigirin, em gerekê zû bibaxşînin wî kesî, yê ku dilê me êşandiye. Kitêba Pîroz usa dibêje: “Bira ro ser hêrsa wera neçe ava” (Efesî 4:26). Gelo çima? Çawa ku rêza 27-da tê gotinê, seva ku em “cî nedine Mîrêcin”. Nivîsarên Pîrozda Yehowa mera timê dibêje, ku em gerekê “bibaxşînine hev” (Kolosî 3:13). Çaxê em şaşiyên hev dibaxşînine hev, em diha nêzîkî hev dibin. Bi vî cûreyî em dikarin “yektiya Ruh pê hevgirêdana edilayiyê xwey kin” (Efesî 4:3). Dêmek baxşandin raste-rast yektî û edilaya meva girêdayî ye.
12. Yehowa ça alî me dike ku em bibaxşînine meriva?
12 Dibeke mera hêsa nîne bibaxşînin wî merivî, yê ku dilê me êşandiye. Lê bi alîkariya ruhê pîroz, em dikarin vê yekê bikin. Çaxê Pawlos hêlan kir, wekî em gerekê xîret bin “ne ku tembel”, ewî usa got: “Bira ruhê pîroz dilê weda agirê xîretê vêxe” (Romayî 12:11). Belê, ruhê pîroz dikare alî me bike, wekî em dilgerm bin û bi dil û can bibaxşînin hev. Lema jî em ji Yehowa reca dikin, wekî vê yekêda alî me bike (Lûqa 11:13).
BIRA NAV WEDA DUTÎRETÎ TUNE BE
13. Ji bo çi orta meda dikare dutîretî pêşda bê?
13 Civatêda merivên ji gelek kûltûr û mileta hene (1 Tîmotêyo 2:3, 4). Lema jî hergê em fesal nîbin, ev tişt, mesele cûrê kincxwekirina me, xemilandin, wedederbazkirin û ev yek ku em ça miqatî sihet-qewata xwe dibin, dikarin dutîretiyê nav meda pêşda bînin (Romayî 14:4; 1 Korintî 1:10). Xwedê em hîn kirine wekî hevdu hez bikin, lema jî em gerekê haj xwe hebin û nefikirin ku nihêrandina me ji nihêrandina kesên din çêtir e û nihêrandina xwe ser wanva nekin (Fîlîpî 2:3).
14. Wê baş be ku em timê çi bikin û çima?
14 Usa jî seva ku civatêda dutîretî pêşda neyê, em gerekê timê hêlanê bidine hev û hevdu qewî kin (1 Têsalonîkî 5:11). Van paşwextiya, gelek xûşk-birên neaktîf û yên ku îda nedihatine hesabê Şedên Yehowa, dîsa vegeriyane bal Yehowa. Em bona wan gelek şa ne! (2 Korintî 2:8) Xûşkeke ku 10 sala neaktîf bû û paşê vegeriya Oda Civatê, usa dibêje: “Her kesî bi dil û can silav dida min” (Karên Şandiya 3:19). Ev yek ça ser wê hukum kir? Ew dibêje: “Bi saya dilgermiya wan, min ser xwe texmîn kir, wekî Yehowa alî min dike dîsa bextewar bim”. Hergê em hindava her kesî dilgerm bin, Îsa dikare xûşk-birên “westiyayî û bargiran” bi saya me dilrihet ke (Metta 11:28, 29).
15. Dîsa ça em dikarin yektiyê pêşda bînin? (Binihêre usa jî şikil.)
15 Em bi xeberdana xwe jî dikarin yektiyê pêşda bînin. Îbo 12:11-da usa tê gotinê: “Çawa dev, tema tiştê dixwe hiltîne, gelo guh jî gotinê usa nacêribîne?” Çawa ku kesek pêşiyê xwarinê tem dike û paşê datîne ser sifirê, em jî gerekê rind bifikirin pêşiya ku tiştekî bêjin (Zebûr 141:3). Belê, bira xeberdana me timê “kêrî guhdara” bê (Efesî 4:29).
Pêşiya ku tiştekî bêjî, bifikire (Binihêre abzasa 15)
16. Îlahî kê gerekê bi dilovanî xeber de?
16 Îlahî malxên malê û dê-bav gerekê bi dilovanî xeber din (Kolosî 3:19, 21; Tîto 2:4). Rûspiyên civatê gerekê berxên Yehowa bişidînin û ber dilê wanda bên (Îşaya 32:1, 2; Galatî 6:1). Kitêba Pîroz usa dibêje: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda!” (Metelok 15:23).
“BI KIRA Û RASTIYÊ” HEZ BIKIN
17. Seva ku em xûşk-bira bi dil û can hez bikin, em gerekê çi bikin?
17 Yûhennayê şandî usa got: “Ne ku em bi xeber yan zarê xwe hiz bikin, lê bi kira û rastiyê” (1 Yûhenna 3:18). Belê, em dixwazin xûşk-bira ji dil hez bikin. Bona vê yekê em gerekê çi bikin? Çiqas em tevî xûşk-bira wede derbaz kin, haqas emê diha nêzîkî hev bin û hê zêde hevdu hez bikin. Lema jî were em mecala bigerin, wekî ser civata û wedê xizmetiyê tevî xûşk-bira wede derbaz kin. Usa jî wede kifş kin, wekî teseliya xûşk-bira bikin. Bi wî cûreyî em didine kifşê, wekî em “ji Xwedê hîn bûne, ku hev hiz bikin” (1 Têsalonîkî 4:9). Usa emê ser xwe texmîn kin, ku “çawa qenc e, çawa xweş e, ku bira hevra yektîyêda ne!” (Zebûr 133:1).
KILAMA 90 Hevdu Hêlan kin