KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Hezîran rûp. 14-19
  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • EM NIZANIN XILAZÎ WÊ KENGÊ BÊ
  • EM NIZANIN KU YEHOWA WÊ ÇA ALÎ ME BIKE
  • EM NIZANIN SIBÊ WÊ ÇI BIQEWIME
  • EM BI TEMAMÎ FEM NAKIN KU YEHOWA ÇIQAS RIND ME NAS DIKE
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
  • Yehowa Xwedayê Sax e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Em Derheqa Dîwanên Yehowaye Axiriyê Çi Zanin?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Ji Giliyên Paşin yên Kesên Amin Hîn be
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Hezîran rûp. 14-19

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

Bi Milûktî Qebûl ke vê Yekê, Çi ku Nizanî

“Çiqasî kûr in dewlemendtî, serwaxtî û zanebûna Xwedê! Gelo kî dikare qirarên wî fem bike, û kî dikare riyên wî bizanibe?” (ROMAYÎ 11:33).

VÊ GOTARÊDA

Emê pêbihesin ku çaxê em nizanin çira filan tişt diqewimin, yeke em dikarin ber çetinaya teyax kin hergê em îtbariya xwe Yehowa bînin û derheqa wan tişta bifikirin, çi ku em zanin.

1. Yehowa em çawa efirandine û çima?

YEHOWA em usa efirandine, ku em bikaribin bifikirin, tiştên teze hîn bin û li gora tiştên ku hîn dibin, bijîn. Gelo çima ewî em usa efirandine? Çimkî ew dixwaze wekî em derheqa wî zanebûnê bistînin û bi “hiş-aqilê xwe” wîra xizmet kin (Metelok 2:1-5; Romayî 12:1).

2. a) Em gerekê çi qebûl kin? (Romayî 11:33, 34) (Binihêre usa jî şikil.) b) Çira ferz e ku em fem kin, wekî em her tiştî nizanin?

2 Çiqas ji destê me tê jî, wekî em tiştên teze hîn bin, yeke em her tiştî nizanin (Bixûne Romayî 11:33, 34). Hela dîna xwe bide serhatiya Îbo. Bi saya çend pirsa, Yehowa nîşanî Îbo kir, wekî zanebûna wî çiqas kêm e. Bi saya vê xeberdanê, Îbo fem kir ku gerekê ew milûk be û nihêrandina xwe rast ke (Îbo 42:3-6). Hergê em jî bi milûktî qebûl kin, ku em her tiştî nizanin, emê bawer bin, wekî Yehowa wê mera eşkere ke wan tişta ku mera bi rastî lazim e bizanibin, wekî em bikaribin safîkirinên baş bikin (Metelok 2:6).

Yehowa tevî Îbo xeber dide, û ji ewr ronayî dikeve ser wî. Elîhû û sê dostên Îboyî qelp kêlekêva lê dinihêrin.

Mîna Îbo, were em jî qebûl kin, ku em her tiştî nizanin (Binihêre abzasa 2)


3. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

3 Vê gotarêda emê şêwir kin hine tiştên ku em nizanin, û emê bivînin ku çira carna ji bo vê yekê emirê me diha çetin dibe. Usa jî emê pêbihesin, çima baş e ku em hine tişta nizanin. Ev yek wê baweriya me diha qewî ke vê yekêda, ku Yehowa, yê ku “zanîna wî kamil e”, wan tişta, çi ku em gerekê bizanibin mera eyan dike (Îbo 37:16, ÎM).

EM NIZANIN XILAZÎ WÊ KENGÊ BÊ

4. Li gora Metta 24:36 em çi nizanin?

4 Bixûne Metta 24:36. Em nizanin ku xilaziya vê dinyayê wê kengê bê. Hela hê Îsa jî gava ser erdê bû, nizanibû ku “ew roj û sihet wê kengê be”.a Paşê ewî şandiyên xwera got, ku tenê Yehowa safî dike, wekî hine tişt kengê gerekê biqewimin (Karên Şandiya 1:6, 7). Yehowa safî kiriye ku xilaziya vê dinyayê wê kengê bê, lê em nikarin têderxin ku ev yek wê kengê biqewime.

5. Ev yek ku em nizanin wekî xilazî wê kengê bê, ça dikare ser me hukum ke?

5 Ji giliyên Îsa eşkere ye, ku em nizanin çiqas gerekê hîviyê bin, heta xilazî bê. Lema jî dibeke em sebira xwe unda kin û dilteng bin, îlahî hergê em îda gelek sal hîviya wê rojê ne. Yan jî dibeke mera çetin e himberî qerfên merivên xwe yan merivên din sebir kin (2 Petrûs 3:3, 4). Dibeke em difikirin ku hergê me bizanibûya ku xilazî wê kengê bê, wê mera diha hêsa bûya sebir kin.

6. Çima baş e ku em nizanin wekî xilazî wê kengê bê?

6 Bi saya vê yekê ku Yehowa mera eşkere nekiriye wekî xilazî wê kengê bê, mecala me heye nîşan kin, wekî em ji hezkirinê wîra xizmet dikin û îtbariya xwe wî tînin. Em dixwazin ne tenê heta xilaziya vê dinyayê, lê heta-hetayê Yehowara xizmet kin. Lema jî dewsa ku herî zêde dîna xwe bidine vê yekê, ku “Roja Xwedê” wê kengê bê, were em dîna xwe bidin tiştên baş, yên ku wê paşî wê rojê biqewimin. Ev yek wê alî me bike diha nêzîkî Xwedê bin û çi ji destê me tê bikin, wekî dilê wî şa kin (2 Petrûs 3:11, 12).

7. Em çi zanin?

7 Were em bîr nekin ku em çi zanin. Mesele, em zanin ku rojên xilaziyê sala 1914-da destpêbûne. Bi saya Kitêba Pîroz, Yehowa pêşda mera eyan kiriye, ku rojên xilaziyê wê ji vê salê destpêbin û paşî vê yekê halê dinyayê wê ça bê guhastinê. Lema jî em bawer in, ku “roja mezin ya Xudan nêzîk e” (Sêfanya 1:14, ÎM). Usa jî em zanin, ku Yehowa dixwaze wekî em “mizgîniya Padşatiyê” bela kin (Metta 24:14). Ev mizgînî îro weke 240 welat û herêmada ser 1 000 zimanî zêdetir tê belakirinê. Seva ku em vî şixulî bi dil û can bînin sêrî, nelazim wekî em “roj û sihet” bizanibin.

EM NIZANIN KU YEHOWA WÊ ÇA ALÎ ME BIKE

8. “Karê Xwedê” çi tê hesabê? (Waîz 11:5)

8 Carna em “karê Xwedê” nizanin (Bixûne Waîz 11:5, ÎM). “Karê Xwedê” tê hesabê him tiştên ku Yehowa xwexa dike, him jî tiştên ku ew îzinê dide wekî biqewimin. Em bi temamî nizanin ku Yehowa çira îzinê dide, wekî hine tişt biqewimin, û em usa jî nizanin ku ewê ça alî me bike (Zebûr 37:5). Mesele yek ji “karê Xwedê”, ku em ji vê heyr-hujmekar dimînin, ew e, ku zar zikê diya xweda ça mezin dibe. Heta îro jî zandar bi temamî nizanin, ku ça ev yek diqewime. Mîna vê yekê, em jî bi temamî nizanin, ku Xwedê wê ça alî me bike.

9. Ji bo vê yekê ku em nizanin Yehowa wê ça alî me bike, dibeke em rastî çi çetinaya bên?

9 Em nizanin Yehowa wê ça alî me bike, lema jî dibeke em bitirsin hine safîkirina bikin. Mesele, dibeke em nizanin wê baş be yan na, ku em emirê xwe hêsa kin seva ku hê zêde xizmet kin, yan herin wan ciya, kîderê ku mizgînvan hindik in. Yan gava em nikarin bigihîjine nêtên xweye ruhanî, yan jî gava em xizmetiyêda xîret in lê berên baş navînin, yan gava em şixulekî teşkîletêda rastî çetinaya tên, dibeke em dudilî bin ku Yehowa ji me razî ye.

10. Ji bo vê yekê ku em nizanin wekî Yehowa wê ça alî me bike, em gerekê kîjan hunurên ferz pêşda bînin?

10 Ev yek ku em nizanin wekî Yehowa wê ça alî me bike, dide kifşê ku em gerekê milûk bin û sînorên xwe bizanibin, çimkî fikir û riyên Yehowa ji yên me bilindtir in (Îşaya 55:8, 9). Usa jî ev yek nîşanî me dike, ku em gerekê xwe hê zêde bispêrine Yehowa û bawer bin, ku ewê bi cûrê lapî baş bona me xem bike. Gava em xizmetiyêda yan jî şixulekî teşkîletêda berên baş divînin, em pesinê Yehowa didin (Zebûr 127:1; 1 Korintî 3:7). Gava tiştek ne li gora dilê me diqewime, em gerekê bînin bîra xwe ku her tişt bin kontrola Yehowada ye (Îşaya 26:12). Lema jî were em çi ji destê me tê bikin û bawer bin, ku Yehowa wê alî me bike. Hergê ew bona me usa keremeta neke, çawa ku ewî bona xizmetkarên xweye berê dikir, yeke em bawer in ku ewê rêberiyê me bike (Karên Şandiya 16:6-10).

11. Em kîjan tiştên ferz zanin?

11 Bifikirin ku em derheqa Yehowa çi zanin. Mesele em zanin ku Yehowa bi hezkirin e û ew heq û bîlanî e. Usa jî em zanin, ku ew qîmet dike çi ku em bona wî û xûşk-bira dikin. Û em zanin ku Yehowa timê merivên amin xelat dike (Îbranî 11:6).

EM NIZANIN SIBÊ WÊ ÇI BIQEWIME

12. Li gora Aqûb 4:13, 14, em çi nizanin?

12 Bixûne Aqûb 4:13, 14. Tu kes nizane ku sibê wê çi biqewime. Vê dinyayêda gelek tişt nişkêva diqewimin û em nikarin kontrol kin (Waîz 9:11). Lema jî em nizanin ku emê bigihîjine nêtên xwe yan na. Em hela hê jî nizanin, emê heta sibê sax bimînin yan na.

13. Ev yek ku em nizanin sibê wê çi biqewime, ça dikare ser me hukum bike?

13 Ev yek ku em nizanin sibê çi wê biqewime, dikare bibe sebeb ku em ber xwe kevin û şabûna xwe unda kin. Gava nişkêva tiştên xirab diqewimin, em xemgîn dibin. Usa jî gava gumana me nayê sêrî, dibeke em dilteng bin (Metelok 13:12).

14. Şabûna me bi rastî çiva girêdayî ye? (Binihêre usa jî şikil.)

14 Gava em ber çetinaya teyax dikin, em îzbat dikin wekî çi jî biqewime, em ne ku seva kara xwe Yehowa Xwedêra xizmet dikin, lê çimkî em wî hez dikin. Serhatiyên xizmetkarên Yehowa, yên ku wedê berê dijîtin, mera didine kifşê wekî em gerekê nefikirin ku Yehowa wê me ji hemû tengasiya biparêze. Ewî usa jî axiriya me ser eniya me nenivîsiye. Ew zane ku şabûna me vê yekêva girêdayî nîne, ku em bizanibin axiriyêda çi wê biqewime. Bi rastî şabûna me vê yekêva girêdayî ye, ku em li gora rêberiya wî bijîn û guhdariya wî bikin (Yêremya 10:23). Gava em dixwazin tiştekî bikin, were em usa bêjin: “Heger Xudan bixwaze, emê bijîn û filan yan bêvan tiştî bikin” (Aqûb 4:15).

Şikil: 1. Mêrek û kurê wî çentê bona revê hazir dikin. Ewana tiştên lazim û Kitêba Pîroz dikinê. 2. Derva baran dibare, lê dê-bav û kur bin çadirekîda nin. Ewana tiştên ji çentê revê didine xebatê.

Hergê em rêberiya Yehowa bigerin û guhdariya wî bikin, emê bêne parastinê (Binihêre abzasa 14-15)b


15. Em derheqa axiriyê çi zanin?

15 Rast e em nizanin sibê wê çi biqewime, lê em zanin wekî Yehowa soz daye ku ewê emirê heta-hetayê bide me, yan ser ezmana yan jî ser erdê. Em zanin ku ew nikare derewa bike, û tu tişt nikare bibe menî wekî ew sozên xwe neyne sêrî (Tîto 1:2). Tenê Yehowa Xwedê dikare “ji berêda vê yekê, çi ku hê nebûye” bêje. Çawa ku berê xeberên wî dihatine sêrî, usa jî axiriyêda wê bêne sêrî (Îşaya 46:10, DT). Em rind zanin ku tu tişt nikare riya Yehowa bigire, wekî ew me hez ke (Romayî 8:35-39). Emirê meda çi jî biqewime, ewê bîlaniyê, dilrihetiyê û qewatê bide me, wekî em bikaribin teyax kin. Em dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê alî me bike û me kerem ke (Yêremya 17:7, 8).

EM BI TEMAMÎ FEM NAKIN KU YEHOWA ÇIQAS RIND ME NAS DIKE

16. Li gora Zebûr 139:1-6, zanebûna Yehowa çiqas mezin e?

16 Bixûne Zebûr 139:1-6. Efirandarê me Yehowa derheqa me her tiştî zane. Mesele, ew zane ku meniyên fikir û hestên me çi ne. Ew timê dikeve heyra me. Ew zane ku em çi dibêjin, çi dikin û çima. Çawa ku Dawid Padşa gotibû, Yehowa timê hazir e me biparêze û alî me bike. Qedirekî çiqas mezin e ku Xweyê erd û ezmana usa dîna xwe dide me! Em jî mîna Dawid xwe texmîn dikin, yê ku got: “Ev zanebûn ji hişê min der e, nikarim bigihîjimê, gelekî kûr e” (Zebûr 139:6).

17. Çira hinekara çetin e bawer kin, ku Yehowa me rind nas dike?

17 Ji bo kûltûra me, baweriya meye berê, yan ji bo tiştên ku malbeta meda qewimîbûn, dibeke mera çetin be bawer kin, ku Yehowa Bavekî bi hezkirin e û dikeve heyra me. Yan jî dibeke em ji bo şaşiyên xweye berê bifikirin ku Yehowa ji me dûr e û naxwaze nêzîkî me be. Dawid Padşa jî cara usa difikirî (Zebûr 38:18, 21). Dibeke merivê ku xîret dike wekî emirê xwe biguhêze û li gora qanûnên Xwedê bijî, ji xwe usa bipirse: “Hergê Xwedê min fem dike, ew çima dixwaze wekî ez terka jîyîna vî cûreyî bidim, kîjan ku min xweş tê?”

18. Em çi karê distînin gava fem dikin, ku Yehowa me diha baş nas dike, ne ku em xwexa? (Binihêre usa jî şikil.)

18 Em gerekê qebûl kin ku Yehowa diha baş me nas dike, ne ku em xwexa û ew dikare feresetên meye baş bivîne, hergê jî em wan fereseta navînin. Rast e ew şaşiyên me divîne, lê ew usa jî zane ku em çira wan şaşiya dikin, û dîsa jî ew me hez dike (Romayî 7:15). Em gerekê qebûl kin, ku Yehowa zane wekî em çi dikarin bikin û çi na. Ev yek wê alî me bike û qewatê bide me, wekî em bi aminî û şabûnê wîra xizmet kin.

Şikil: 1. Birakî dilteng ji pencerê dinihêre û derva terî ye û baran dibare. 2. Cinetêda, ev bira bi şabûnê tevî hevalên xwe nav tebiyetêda digere.

Yehowa baweriya me hindava dinya teze diha qewî dike, seva ku em bikaribin ber çetinayên ku nişkêva diqewimin, teyax kin. (Binihêre abzasa 18-19)c


19. Em derheqa Yehowa çi rind zanin?

19 Yek ji wan tişta çi ku em zanin ev e, ku Yehowa hezkirin e (1 Yûhenna 4:8). Ji qanûnên wî eşkere ye, ku ew me hez dike û kara me dixwaze. Ew dixwaze wekî em emirê heta-hetayê bistînin. Lema jî ewî kirîn bona me daye. Çiqas kêmasiyên me hebin jî, kirîn mecala emirê heta-hetayê dide me (Romayî 7:24, 25). Usa jî “Xwedê ji dilê me mestir e û her tiştî zane” (1 Yûhenna 3:19, 20). Belê, Yehowa derheqa me her tiştî zane, û ew bawer e ku em dikarin xwestina wî bînin sêrî.

20. Çi wê alî me bike wekî em bona tiştên ku nizanin, bi zêdeyî ber xwe nekevin?

20 Yehowa mera her tiştî, çi ku lazim e em bizanibin, eyan dike. Çaxê em vê yekê bi milûktî qebûl dikin, em bi zêdeyî bona tiştên ku destê meda nînin, ber xwe nakevin, lê dîna xwe didine tiştên ferz. Bi vî cûreyî em didine kifşê, ku em xwe dispêrine Yehowa, zanebûna kîjanî ku kamil e (Îbo 36:4). Rast e em her tiştî nizanin, lê em bi dil û can hîviyê ne ku Xwedê wê me heta-hetayê hîn ke, û emê derheqa wî tiştên teze hîn bin (Waîz 3:11).

EM ÇI KARÊ DISTÎNIN JI VÊ YEKÊ, KU EM BI MILÛKTÎ QEBÛL DIKIN WEKÎ EM NIZANIN . . .

  • ku xilaziya vê dinyayê wê kengê bê?

  • ku sibê çi wê biqewime?

  • ku Yehowa me çiqas rind nas dike?

KILAMA 104 Ruhê Pîroz Pêşkêşa Xwedê ye

a Îsa wê dinya Mîrê-cina kuta ke, lema jî logîkî ye ku ew îda zane wekî Harmegedon wê kengê destpêbe û ewê kengê “serkeve” (Eyantî 6:2; 19:11-16).

b ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Mêrek û kurê wî çentê bona revê hazir dikin. Ewana tiştên lazim û Kitêba Pîroz dikinê.

c ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Birakî ku dilteng e derheqa dinya teze difikire.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin