KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Hezîran rûp. 8-13
  • Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 2

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 2
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • ZEBÛLON
  • ÎSAXAR
  • DAN
  • GAD
  • AŞÊR
  • NEFTELÎ
  • ÛSIV
  • BINYAMÎN
  • Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 1
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Aqûb û Esaw Hev Hatin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Yehowa Xwedayê Sax e
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê)—2024
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Hezîran rûp. 8-13

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 25

KILAMA 96 Xebera Xwedê, Xizne ye

Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 2

“Anegorî duayê wan her kesî, dua li wan kir” (DESTPÊBÛN 49:28).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine hine dersên ku em dikarin hîn bin ji giliyên Aqûbe paşin derheqa heyşt kurên wî.

1. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

PÊŞIYA mirina Aqûb, kurên wî dora wî top bûn û rind guh dane giliyên wîyî paşin. Gotara pêşiya vêda em pêhesiyan, wekî Aqûb kurên xwe Rûbên, Şimhûn, Lêwî û Cihûdara çi gotibû. Vê gotarêda emê bivînin ku Aqûb heyşt kurên xweyî dinra, dêmek Zebûlon, Îsaxar, Dan, Gad, Aşêr, Neftelî, Ûsiv û Binyamînra çi gotibû û em dikarin ji giliyên wî çi dersa hîn bin.a

ZEBÛLON

2. Aqûb derheqa Zebûloniya çi got, û giliyên wî ça hatine sêrî? (Destpêbûn 49:13) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

2 Bixûne Destpêbûn 49:13. Aqûb got wekî zarên Zebûlon wê bakurê Erdê Sozdayî bijîn, dêmek kêleka berê. Paşî 200 sal zêdetir, Zebûlonî erdê xwe standin. Erdê wan orta Bera Celîlê û Bera Navberêda bû. Mûsa pêxembertî kiribû, wekî bereka Zebûlon wê “şa be” (Qanûna Ducarî 33:18). Meniya vê yekê dibeke ew bû, ku wana bona şixulê arş-vêrşiyê hêsa dikaribûn bigihîjin wan du bera. Çi jî hebe, meniya Zebûloniya hebû ku şa bin.

Giliyên Aqûbe Paşin

Zebûlon.

Kur

Zebûlon

Pêxembertî

“Zebûlonê devê berê bimîne, . . . sînorê bigihîje heta Saydayê” (Destpêbûn 49:13).

Ça hate sêrî

Erdê Zebûlonê aliyê bakurê bû, orta Bera Celîlê û Bera Navberêda (Yêşû 19:10-16).

3. Seva ku em şabûna xwe unda nekin, em gerekê dîna xwe bidine çi?

3 Em çi dersa hîn dibin? Em kîderê bijîn û derecên emirê me çi bin jî, meniyên me hene ku em şabûna xwe unda nekin. Seva vê yekê em gerekê bona tiştên ku bal me hene, razî bin (Zebûr 16:6; 24:5). Lê yazix, carna mera diha hêsa ye dîna xwe bidine tiştên ku cem me tune ne. Lema jî were em qewatê bidine xebatê, wekî derecên xweda dîna xwe bidine tiştên baş (Galatî 6:4).

ÎSAXAR

4. Aqûb derheqa Îsaxar çi got, û giliyên wî ça hatine sêrî? (Destpêbûn 49:14, 15) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

4 Bixûne Destpêbûn 49:14, 15. Aqûb payê Îsaxar da, çimkî ew mîna heywanekî ku barên giran hildide, yekî xîret û serxwe bû. Usa jî Aqûb got, wekî Îsaxar wê erdekî baş bistîne. Bi rastî jî hema usa qewimî. Bereka Îsaxar ber Çemê Ûrdunê erdekî berdar stand (Yêşû 19:22). Xêncî vê yekê ku ewana bona ebûra xwe gelek dixebitîn, wana alîkarî dida berekên din jî (1 Padşatî 4:7, 17). Bereka Îsaxar hazir bû tevî berekên din himberî dijmina şer bike, mesele rojên Barakê Hakim û Debora pêxemberda (Hakimtî 5:15).

Giliyên Aqûbe Paşin

Îsaxar.

Kur

Îsaxar

Pêxembertî

“Mil xwe tewand bin bare” (Destpêbûn 49:14, 15).

Ça hate sêrî

Îsaxar bona kara miletê Îsraêlê bi xîret şixul dikir (Hakimtî 5:15; 1 Padşatî 4:1, 7, 17).

5. Çima em gerekê her tiştî bikin, seva ku xîret bin?

5 Em çi dersa hîn dibin? Çawa ku Yehowa xîreta bereka Îsaxar qîmet dikir, ew xîreta me jî qîmet dike (Waîz 2:24). Mesele, bide ber çevê xwe ku birên me bona civatê çiqas kar dikin (1 Tîmotêyo 3:1). Rast e ewana mîna bereka Îsaxar şer nakin, lê ewana gelek xîret dikin wekî xûşk-bira ji tiştên ku dikare zirarê bide baweriya wan, biparêzin (1 Korintî 5:1, 5; Cihûda 17-23). Usa jî, ewana bona hêlankirina civatê bi dil û can gotarên xweş hazir dikin (1 Tîmotêyo 5:17).

DAN

6. Bereka Dan çi cabdarî standibû? (Destpêbûn 49:17, 18) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

6 Bixûne Destpêbûn 49:17, 18. Aqûb got wekî Dan mîna merekî ye, yê ku himberî dijminên ku ji wî mezintir in, şer dike, mesele himberî hespekî û siyarê wî. Bi rastî jî Dan berekeke mêrxas bû, kîjan ku himberî dijminên Îsraêlê şer dikir. Gava miletê Îsraêlê berbi Erdê Sozdayî diçû, bereka Dan “peyra çawa piştgirê hemû zoma” diçû û wana diparast (Jimar 10:25). Rast e cimetê nedidît ku bereka Dan seva wan çi dikir, lê cabdariya wan gelek ferz bû.

Giliyên Aqûbe Paşin

Dan.

Kur

Dan

Pêxembertî

Dan “sima hespê dixe” (Destpêbûn 49:16-18).

Ça hate sêrî

Gava miletê Îsraêlê diçû Erdê Sozdayî, bereka Dan pey hemûya diçû, wekî wana biparêze (Jimar 10:25).

7. Em hindava her şixulê, ku bona Yehowa dikin, gerekê çawa bin?

7 Em çi dersa hîn dibin? Dibeke tu şixulekî dikî, lê usa tê kifşê tê bêjî tu kes vê yekê navîne. Mesele şixulê temizkirin û xweykirina Oda Civatê, yan jî çaxê wedê Civatên Mezin cûre-cûre şixula dikî. Hergê usa ye, tu car bîr neke wekî Yehowa xîreta te divîne û her şixulê ku tu bona wî dikî, qîmet dike, îlahî hergê tu vî şixulî ji bo vê yekê dikî, çimkî Yehowa hez dikî, ne ku seva vê yekê ku kesên din payê te bidin (Metta 6:1-4).

GAD

8. Çima dijminên Îsraêlêra hêsa bû hicûmî ser bereka Gad bikin? (Destpêbûn 49:19) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

8 Bixûne Destpêbûn 49:19. Aqûb pêxembertî kir wekî qaçax wê hicûmî ser Gad bikin. Zêdetirî 200 sal şûnda, bereka Gad rohilata Çemê Ûrdunê, dêmek nêzîkî sînorê welatê dijmina cîwar bû. Lema jî bona dijmina hêsa bû hicûmî ser wan bikin. Lê dîsa jî bereka Gad xwest wêderê cî-war be, çimkî ev cî bona keriyên wan baş bû (Jimar 32:1, 5). Ça tê kifşê, merivên ji bereka Gad mêrxas bûn. Usa jî ewana bawer bûn, wekî Yehowa wê alî wan bike ku erdê xwe ji dijmina biparêzin. Bi gelek sala wana eskerên xwe dişandin, wekî alî berekên din bikin ku erdên ji aliyê dine Çemê Ûrdunê zeft kin (Jimar 32:16-19). Ewana bawer bûn ku gava ji mala xwe dûr bin jî, Yehowa wê malbetên wan biparêze. Yehowa mêrxasî û xîreta wan kerem kir (Yêşû 22:1-4).

Giliyên Aqûbe Paşin

Gad.

Kur

Gad

Pêxembertî

Qaçax wê “hicûmî ser wî” kin (Destpêbûn 49:19).

Ça hate sêrî

Bereka Gad rohilata Çemê Ûrdunêda cîwar bû. Wêderê dijmina carna hicûmî ser wan dikirin (Yêşû 13:24-28).

9. Hergê em xwe bispêrine Yehowa, ev yek wê ça ser safîkirinên me hukum bike?

9 Em çi dersa hîn dibin? Seva ku em bikaribin wedê tengasiya Yehowa Xwedêra xizmet kin, em gerekê berdewam kin xwe bispêrine Yehowa (Zebûr 37:3). Îro gelek xûşk-birên me hazir in gelek tişt ji xwe kêm kin, wekî ser proêktên avakirinê bixebitin, herin ciyên usa, kîderê mizgînvan hindik in yan bona Yehowa şixulên din bikin. Bi vî cûreyî ewana nîşan dikin, wekî xwe dispêrine Yehowa. Ewana bawer in, wekî Yehowa wê hertim bona wan xem bike (Zebûr 23:1).

AŞÊR

10. Bereka Aşêr gerekê çi bikira, lê nekir? (Destpêbûn 49:20) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

10 Bixûne Destpêbûn 49:20. Aqûb pêxembertî kir, wekî bereka Aşêr wê berdar be. Bi rastî hema usa jî qewimî. Erdên ku wanra hatine dayînê gelekî berdar bûn (Qanûna Ducarî 33:24). Usa jî herêma wan kêleka Bera Navberê bû, nêzîkî bajarê Saydayê, ku bi saya arş-vêrşiyê gelek dewletî bû. Lê bereka Aşêr ew Kenanî, yên ku ser erdê wan dijîtin, dernexistin (Hakimtî 1:31, 32). Wext şûnda wana xîreta xweye bona hebandina Yehowa unda kir, diqewime ji bo hebûna wane mezin yan ji bo hukumê Kenaniyaye xirab. Gava Barakê Hakim esker digeriyan wekî himberî ordiyên Kenaniya şer bikin, Aşêriya alî wî nekirin. Lema jî wana nedît ku Yehowa “ber ava Megîddoyê” ça alî Îsraêliya kir (Hakimtî 5:19-21, ÎM). Bona Aşêriya çiqas şerm bû ku Barak û Deborayê stirana xweda, ya ku ji bîna ber Xwedê bû, gotin, wekî Aşêrî ber devê berê xwera vala rûniştibûn (Hakimtî 5:17).

Giliyên Aqûbe Paşin

Aşêr.

Kur

Aşêr

Pêxembertî

“Aşêrê nanda têr-tijî be” (Destpêbûn 49:20).

Ça hate sêrî

Bereka Aşêr Erdê Sozdayîda dewletî bû (Qanûna Ducarî 33:24).

11. Çima em gerekê nihêrandina rast hindava hebûkê xwey kin?

11 Em çi dersa hîn dibin? Em dixwazin ji dil Yehowara xizmet kin. Lema jî em gerekê nihêrandina dinyayê ser hebûkê înkar kin (Metelok 18:11). Hemikî pere mera lazim in, lê em nafikirin ku pere diha ferz e, ne ku xizmetiya Yehowara (Waîz 7:12; Îbranî 13:5). Em wede û qewata xwe bona tiştên ku bi rastî mera nelazim in, xerc nakin. Dewsa vê yekê, em çi ji destê me tê dikin, wekî dilê Yehowa şa kin, çimkî em zanin ku hergê em amin bimînin, ewê axiriyêda emirekî gelek xweş bide me (Zebûr 4:8).

NEFTELÎ

12. Giliyên Aqûb yên ku ewî Neftelîra got, diqewime ça hatine sêrî? (Destpêbûn 49:21) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

12 Bixûne Destpêbûn 49:21. Aqûb got, wekî Neftelî “xweyê gotinên gul û nûre”. Dibeke ew giliyên Aqûb derheqa vê yekê bûn, ku Îsa ça xeber dida wedê xizmetiya xweye ser erdê. Îsa bajarê Kepernahûmêda, ya ku herêma Nefteliyêda bû, gelek wext derbaz dikir. Lema jî Îsa ew bajar ça “bajarê xwe” hesab dikir (Metta 4:13; 9:1; Yûhenna 7:46). Îşaya derheqa Îsa pêxembertî kiribû, wekî cimeta Zebûlon û Neftelî “wê ronayîke mezin bivîne” (Îşaya 9:1, 2, ÎM). Bi saya tiştên ku ewî hîn dikirin, Îsa bû “ronaya rast, ya ku hemû cûre merivara ronayê dide” (Yûhenna 1:9).

Giliyên Aqûbe Paşin

Neftelî.

Kur

Neftelî

Pêxembertî

“Xweyê gotinên gul û nûre” (Destpêbûn 49:21).

Ça hate sêrî

Wedê xizmetiya xwe, Îsa herêma Neftelîda gelek wede derbaz kir (Metta 4:13; 9:1).

13. Em ça dikarin bi xeberdana xwe dilê Yehowa şa kin?

13 Em çi dersa hîn dibin? Bona Yehowa ferz e, ku em çi dibêjin û ça dibêjin. Gelo em ça dikarin bi ‘gotinên gul û nûr’ xeber din? Mesele, em gerekê hertim rastiyê bêjin (Zebûr 15:1, 2). Xêncî vê yekê, em dikarin pê xeberdana xwe meriva qewî kin. Dewsa ku bi zêdeyî dîna xwe bidine kêmasiyên wan û bikine kute-kut, were em dîna xwe bidine kirên wane baş û bona vê yekê payê wan bidin (Efesî 4:29). Usa jî em dikarin nêt xwera daynin, wekî bibine hoste vê yekêda ku ça xeberdanê destpêkin, û usa diha zêde mecal wê mera vebin, wekî em şedetiyê bidin.

ÛSIV

14. Giliyên Aqûb derheqa Ûsiv ça hatine sêrî? (Destpêbûn 49:22, 26) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

14 Bixûne Destpêbûn 49:22, 26. Aqûb bê şik kurê xwe Ûsivra gelek firnaq dibû. Yehowa ew ji nav birên wî bijart û cabdariyên mexsûs da wî. Aqûb ew ça ‘çiqilê xweyîber’ nav kir, lê xwexa ça baxek bû û Ûsiv jî “çiqilê” wî baxî bû. Ûsiv kurê Aqûbêyî pêşin bû ji Rahêlê, kîjanê ku ewî gelek hez dikir. Lema jî ewî got, wekî milkê kurê wîyî pêşin, Rûbên, wê Ûsivra bê dayînê (Destpêbûn 48:5, 6; 1 Dîrok 5:1, 2). Gava du kurên Ûsiv, Efrayîm û Minaşe, ça du berekên başqe milkê xwe standin, giliyên Aqûb hatine sêrî (Destpêbûn 49:25; Yêşû 14:4).

Giliyên Aqûbe Paşin

Ûsiv.

Kur

Ûsiv

Pêxembertî

Ûsiv wê ji birên xwe zêdetir kerema bistîne (Destpêbûn 49:22-26).

Ça hate sêrî

Ûsiv mafê nixuriyê stand û du kurên wî bûn du berekên başqe (Yêşû 14:4; 1 Dîrok 5:1, 2).

15. Ûsiv ça xwe da kifşê, gava rastî neheqiyê hat?

15 Aqûb usa jî got, wekî Ûsiv “tel kirin, gule avîtinê, tîrkevana kîn ajotinê” (Destpêbûn 49:23). Bi van giliya, Aqûb besa birên Ûsiv kir, yên ku çevnebariya wî kirin û ji bo wan Ûsiv rastî gelek tengasiya hat. Lê Ûsiv birên xwe nefret nekir û Yehowa sûcdar nekir. Aqûb usa got: “Kevanê wî ser zora xwe ma, zendên desta çîl girtine” (Destpêbûn 49:24). Gava neheqî li Ûsiv dihate kirinê, ewî xwe disparte Yehowa. Xêncî vê yekê ku ewî baxşande birên xwe, ewî bi dilovanî bona wan xem kir jî (Destpêbûn 47:11, 12). Çetinayên ku rastî Ûsiv hatin, alî wî kirin wekî ew bibe merivekî diha baş (Zebûr 105:17-19). Axiriyêda ew hazir bû bona vê yekê, ku Yehowa cabdariya gelek ferz bide wî.

16. Gava em rastî cêribandina tên, em ça dikarin çev bidine Ûsiv?

16 Em çi dersa hîn dibin? Were em nehêlin, wekî çetinayî me ji Yehowa Xwedê yan ji xûşk-bira dûr xin. Bîr neke ku Yehowa dikare îzinê bide, wekî baweriya me bê cêribandinê (Îbranî 12:7). Bi saya vê yekê, em dikarin hunurên usa ça dilremî û baxşandinê nav xweda pêşda bînin (Îbranî 12:11). Hergê em mîna Ûsiv sebirê bidine kifşê, Yehowa wê me jî xelat ke.

BINYAMÎN

17. Pêxembertiya derheqa Binyamîn, ça hate sêrî? (Destpêbûn 49:27) (Usa jî binihêrin çargoşe.)

17 Bixûne Destpêbûn 49:27. Aqûb pêxembertî kir, wekî eskerên bereka Binyamîn wê mîna gura bin, dêmek wê gelek mêrxas bin (Hakimtî 20:15, 16; 1 Dîrok 12:2). “Sibehê zû”, dêmek gava padşatiya Îsraêlê saz bû, Şawûl, yê ku ji bereka Binyamîn bû, bû padşê pêşin. Ewî miqabilî Filîstiya bi mêrxasî şer dikir (1 Samûyêl 9:15-17, 21). “Êvarê”, dêmek gelek sal şûnda, Estera Jin-padşa û Mordokayê Serokwezîr, yên ku ji bereka Binyamîn bûn, Împêriya Farisada cimeta Îsraêlê ji kutakirinê xilaz kirin (Ester 2:5-7; 8:3; 10:3).

Giliyên Aqûbe Paşin

Binyamîn.

Kur

Binyamîn

Pêxembertî

“Sibehê zû nêçîrê dixwe, lê êvarê talên bela dike” (Destpêbûn 49:27).

Ça hate sêrî

Şawûl padşê Îsraêliyaye pêşin bû (1 Samûyêl 9:15-17). Gelek sal şûnda, Esterê û Mordokay cimeta Yehowa xilaz kirin (Ester 2:5-7; 8:3; 10:3).

18. Em ça dikarin çev bidine aminiya bereka Binyamîn?

18 Em çi dersa hîn dibin? Gava pêxembertiya Aqûb hate sêrî û Şawûl, yê ku ji bereka Binyamîn bû, bû padşa, bê şik Binyamînî vê yekêra gelek şa bûn. Lê paşê, Yehowa padşatî da destê Dawid, yê ku ji bereka Cihûda bû. Dîsa jî bereka Binyamîn pişta wî girtin (2 Samûyêl 3:17-19). Gelek sal şûnda, gava deh berek miqabilî bereka Cihûda rabûn, bereka Binyamîn bi aminî piştgiriya Cihûda û padşên kifşkirî dikirin, yên ku ji xeza Dawid bûn (1 Padşatî 11:31, 32; 12:19, 21). Were em jî bi aminî pişta wan bigirin, kîjana ku Yehowa kifş dike, wekî rêberiya xizmetkarên wî bikin (1 Têsalonîkî 5:12).

19. Giliyên Aqûbe paşin bona me hemûya çira kêrhatî ne?

19 Em dikarin ji giliyên Aqûbe paşin gelek dersa hîn bin. Gava em lêkolîn dikin ku pêxembertiyên wî ça hatine sêrî, baweriya me hindava vê yekê ku pêxembertiyên din jî wê bêne sêrî, diha qewî dibe. Usa jî, ev yek ku kurên Aqûb ça hatine keremkirinê, alî me dike fem kin ku em ça dikarin dilê Yehowa Xwedê şa kin.

EM DIKARIN ÇI DERSA BISTÎNIN JI GILIYÊN AQÛBE PAŞIN DERHEQA . . .

  • Zebûlon, Îsaxar û Dan?

  • Gad, Aşêr û Neftelî?

  • Ûsiv û Binyamîn?

KILAMA 128 Heta Xilaziyê Sebir kin

a Gava Aqûb çar kurên xweyî pêşin kerem dikir, ewî ev yek li gora salên emirê wan dikir. Lê gava ewî kurên xweyî din kerem dikir, ewî ev yek li gora salên emirê wan nedikir.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin