KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • w25 Hezîran rûp. 2-7
  • Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 1

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 1
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • RÛBÊN
  • ŞIMHÛN Û LÊWÎ
  • CIHÛDA
  • Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 2
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
  • Aqûb û Esaw Hev Hatin
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
  • Aqûb Dibe Xweyê Malbateke Mezin
    Serhatiyên Kitêba Pîroz
  • Safîkirinên ku Îtbarî Hindava Yehowa Eyan Dikin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernama Civînê (2023)
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona hînbûnê seva)—2025
w25 Hezîran rûp. 2-7

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 24

KILAMA 98 Nivîsar ji Bîna ber Xwedê ye

Em Çi Hîn Dibin ji Pêxembertiya Aqûb, yê ku Ber Mirinê bû—Para 1

“Top bin, ez wanra bêjim, ku rojê bên wê çi bê serê we” (DESTPÊBÛN 49:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê dîna xwe bidine vê yekê, ku gava Aqûb ber mirinê bû, ewî derheqa Rûbên, Şimhûn, Lêwî û Cihûda çi pêxembertî kir, û em çi dersa dikarin xwera hildin.

1-2. Gava mirina Aqûb îda nêzîk bû, ewî çi kir û çira? (Usa jî binihêrin şikil.)

GAVA Aqûb îda emirda mezin bû, ewî mala xwe bar kir û tevî malbeta xwe ji Kenanê çû welatê Misirê û 17 sala wêderê ma (Destpêbûn 47:28). Aqûb gelek sal difikirî wekî kurê wî Ûsiv miriye, lema jî gava ewî dîsa kurê xwe dît, gelek şa bû. Lê niha mirina Aqûb îda nêzîk dibû. Ewî ev yek fem dikir, lema hemû kurên xwe dora xwe top kir, çimkî dixwest tiştekî ferz bêje wan (Destpêbûn 49:28).

2 Wî çaxî tiştekî normal bû, ku serê malbetê pêşiya mirina xwe neferên xwe top ke û temiyên xweye paşin bide wan (Îşaya 38:1). Hingê kesê ku ber mirinê bû, carna digot ku paşî mirina wî, kê wê bibe serê malbetê.

Gava Aqûb ber mirinê bû, ewî derheqa 12 kurên xwe pêxembertî kir (Binihêre abzasa 1-2)


3. Li gora Destpêbûn 49:1, 2, giliyên Aqûb çira gelek ferz bûn?

3 Bixûne Destpêbûn 49:1, 2. Lê ev civîneke mexsûs bû ku Aqûb tevî kurên xwe derbaz kir, çimkî ew ne ku tenê serê malbetê bû, lê pêxember bû jî. Ser vê civînê Aqûb ji bîna ber Yehowa kurên xwera derheqa axiriya wan û zarên wan got. Lema jî giliyên Aqûb pêxembertî bûn.

4. Aqûb çi pêxembertî kir û em çi dikarin ji giliyên wî hîn bin? (Usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Malbeta Aqûb”.)

4 Vê gotarêda emê bivînin, ku Aqûb çar kurên xwera, dêmek Rûbên, Şimhûn, Lêwî û Cihûdara çi got. Gotara dinda emê bivînin, ku ewî heyşt kurên xweyî dinra çi got. Ewî pêşda got, ku çi hîviya kurên wî û zarên wan e. Wede şûnda, ewana bûne miletê Îsraêl. Terîxiya vî miletî nîşan dike, ku giliyên Aqûb ça hatine sêrî. Usa jî dersên ku em dikarin ji giliyên wî bistînin, wê alî me bikin dilê Bavê meyî ezmana, Yehowa, şa kin.

Çargoşa ku malbeta Aqûb nîşan dike. Du jinên wî hebûn, Lêa û Rahêl, û du cariyên wî jî hebûn, Bîlha û Zîlpa. Zarên wî Rûbên, Şimhûn, Lêwî, Cihûda, Îsaxar, Zebûlon û Dîna ji Lêayê bûn. Kurên wî Ûsiv û Binyamîn ji Rahêlê bûn. Kurê wî Neftelî ji Bîlhayê bû. Gad û Aşêr ji Zîlpayê bûn.

RÛBÊN

5. Dibeke Rûbên hîviyê bû ku ji bavê xwe çi bistîne?

5 Aqûb kurê xweyî mezin, Rûbênra usa got: “Nixurîyê mino” (Destpêbûn 49:3). Rûbên kurê pêşin bû, lema jî dibeke ew hîviyê bû, ku du parên mal-milkê bavê xwe bistîne. Usa jî ew dibeke hîviyê bû, wekî paşî mirina bavê xwe ewê dewsa wî bibe baveşîr û axiriyêda kesekî ji zureta wî, wê timê bibe baveşîr.

6. Rûbên çima mafê xweye nixuriyê unda kir? (Destpêbûn 49:3, 4)

6 Lê Rûbên mafê nixuriya xwe unda kir (1 Dîrok 5:1). Gelo çima? Hine wext paşî mirina Rahêlê, Rûbên serê xwe Bîlhayêra danî, ya ku berdestiya Rahêlê bû (Destpêbûn 35:19, 22). Rahêlê Bîlha ça carî dabû Aqûb. Gelo Rûbên çima tiştekî usa kir? Ew kurê Lêayê bû, dêmek kurê xûşka Rahêlê. Dibeke ewî usa kir seva ku bavê wî Bîlhayê nefret ke û diya wî, dêmek Lêayê diha zêde hez bike. Yan jî dibeke ewî usa kir, çimkî xwestinên Rûbêne sêksûalî gur bibûn. Menî çi bû jî, ev kirê wî ber çevê Yehowa û usa jî ber çevê Aqûb tiştekî gelek xirab bû (Bixûne Destpêbûn 49:3, 4).

7. Halê Rûbên û zureta wî ça bû? (Usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Giliyên Aqûbe Paşin”.)

7 Aqûb Rûbênra usa got: “Tê nebî yê pêşin”. Giliyên wî hatin sêrî. Li gora Kitêba Pîroz, qe yek ji zureta Rûbên nebû padşa, kahîn yan pêxember. Lê dîsa jî Aqûb kurê xwe înkar nekir, û zureta Rûbên bû berekeke miletê Îsraêlê (Yêşû 12:6). Rûbên derecên dinda hunurên baş nîşan dikir, û ça tê kifşê ewî îda bênamûsî nedikir (Destpêbûn 37:20-22; 42:37).

Giliyên Aqûbe Paşin

Rûbên.

Kur

Rûbên

Pêxembertî

“Tê nebî yê pêşin” (Destpêbûn 49:4).

Ça hate sêrî

Tu kes ji bereka Rûbên nebû serokê miletê Îsraêlê (1 Dîrok 5:1, 2).

8. Em dikarin ji serhatiya Rûbên çi dersa hîn bin?

8 Em çi dersa hîn dibin? Em gerekê ser xwe bixebitin, wekî xwestinên xweye nerast kontrol bikin û xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin. Hergê em bêne cêribandinê, wê baş be wekî em bidine ber çevê xwe, ku hergê em tiştekî nebaş bikin, ev yek wê dilê Yehowa, malbeta me û kesên din çiqas bêşîne. Usa jî em gerekê bîr nekin, wekî “meriv çi diçîne, wê jî diçine” (Galatî 6:7). Ji aliyê dinva jî, serhatiya Rûbên rema Yehowa dide kifşê. Rast e Yehowa me ji axiriya şaşiyên me naparêze, lê hergê em tobe kin û tiştên rast bikin, ewê me kerem ke.

ŞIMHÛN Û LÊWÎ

9. Aqûb çima ji kurên xwe Şimhûn û Lêwî razî nîbû? (Destpêbûn 49:5-7)

9 Bixûne Destpêbûn 49:5-7. Paşê, Aqûb derheqa Şimhûn û Lêwî xeber da. Ji giliyên wî tê kifşê, wekî ew ji wan razî nîbû. Çend sal pêşda, mêrekî Kenanî bi navê Şekem, qîza Aqûb, Dîna, xirab kiribû. Hemû kurên Aqûb ji bo wê yekê eciz bûn, lê Şimhûn û Lêwî kîn kişandin û hêrsa xwe kontrol nekirin. Wana mêrên Kenanî xapandin û soz dan, ku hergê Şekem û mêrên ji cimeta wî bêne sinetkirinê, ewana wê tevî wan peymana edilayê girêdin. Ew mêr jî qayîl bûn û hatine sinetkirinê. Lê gava ewana ji bo sinetê hê êş dikişandin û sist bûn, Şimhûn û Lêwî şûrên xwe hildan, ketine bajêr û hemû mêr “avîtine li ber devê şûra kuştin” (Destpêbûn 34:25-29).

10. Giliyên Aqûb derheqa Şimhûn û Lêwî ça hatine sêrî? (Usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Giliyên Aqûbe Paşin”.)

10 Aqûb ji bo kirên wan du kurên xwe gelek xemgîn bû. Lema jî ewî pêşda got, wekî nav welatê Îsraêlêda, erdên wan wê ji hev dûr û belabûyî bin. Paşî 200 sal zêdetir, gava miletê Îsraêlê kete Erdê Sozdayî, ev gilî hatine sêrî. Erdên ku bereka Şimhûn ça mîrat standin, nav erdê bereka Cihûdada bûn (Yêşû 19:1). Lêwî jî 48 bajarên belabûyî ça mîrat stand (Yêşû 21:41).

Giliyên Aqûbe Paşin

Şimhûn.

Kur

Şimhûn

Pêxembertî

“Ezê wan nav Aqûbda paravekim” (Destpêbûn 49:7).

Ça hate sêrî

Erdên bereka Şimhûn nav erdê Cihûdada bûn û ji hev dûr bûn (Yêşû 19:1-8).

Lêwî.

Kur

Lêwî

Pêxembertî

“Ezê wan . . . nav Îsraêlda bela-belayî kim” (Destpêbûn 49:7).

Ça hate sêrî

Bereka Lêwî nava 48 bajarada welatê Îsraêlêda bela bû (Yêşû 21:41).

11. Berekên Şimhûn û Lêwî çi tiştên baş kirin?

11 Zureta Şimhûn û Lêwî şaşiyên kal-bavên xwe dubare nekirin. Bereka Lêwî xîret û aminî hindava hebandina rast dida kifşê. Gava Mûsa ser Çiyayê Sînayê Qanûn ji Yehowa stand, gelek Îsraêliya serê xwe ber golika zêrîn danîn. Lê Lêwiya pûtparistî nekir, û wana tevî Mûsa kesên ku serê xwe ber golika zêrîn danîbûn, kuştin (Derketin 32:26-29). Bereka Lêwîra qedirekî mezin hate dayînê bi vê yekê, ku Yehowa safî kir, wekî ewana bibine kahîn (Derketin 40:12-15; Jimar 3:11, 12). Gava Erdê Sozdayî dihate zeftkirinê, bereka Şimhûn li gora nêta Yehowa bi mêrxasî tevî bereka Cihûda mil bi mil şer dikir (Hakimtî 1:3, 17).

12. Em ji serhatiya Şimhûn û Lêwî çi dersa dikarin hîn bin?

12 Em çi dersa hîn dibin? Em gerekê hêrsa xwe zeft kin. Gava heval yan merivekî me rastî neheqiyê tê, hemikî normal e ku em ber xwe dikevin (Zebûr 4:4). Lê gerekê em bîr nekin, ku Yehowa naxwaze wekî em bi gilî û kirên xwe kesên din bêşînin (Aqûb 1:20). Gava em civatêda yan ji civatê der rastî neheqiyê tên, em dîsa jî li gora prînsîpên Kitêba Pîroz xwe didine kifşê û ji dest hêrsê zirarê nadine tu kesî (Romayî 12:17, 19; 1 Petrûs 3:9). Usa jî hergê dê-bavê te li gora dilê Yehowa najîn, tu mecbûr nînî çev bidî mesela wane nebaş. Nefikire ku tu nikarî dilê Yehowa şa kî. Hergê tu xîret bikî ku ruhanîda pêşda herî û tiştê rast bikî, Yehowa wê te xelat ke.

CIHÛDA

13. Gava dora Cihûda hat, dibeke ew çima ber xwe ket hela bavê wî wê çi bêjê?

13 Paşê, Aqûb kurê xwe Cihûdara xeber da. Gava Cihûda bihîst wekî bavê wî birên wîra çi gotiye, dibeke ew ber xwe ket, çimkî ewî jî şaşiyên giran kiribû. Mesele, ça tê kifşê, gava Şimhûn û Lêwî bajarê Şekemê talan dikirin, Cihûda jî tevî wan bû (Destpêbûn 34:27). Usa jî gava birên Ûsiv ew ça dîl firotin û bavê xwe xapandin, Cihûda jî tevî wan bibû yek (Destpêbûn 37:31-33). Paşê, ewî bûka xwe Tamarêra serê xwe danî, çimkî nizanibû ku ew bûka wîye û difikirî ku ew qav e (Destpêbûn 38:15-18).

14. Cihûda kîjan tiştên baş kiribû? (Destpêbûn 49:8, 9)

14 Ji aliyê dinva, Cihûda tiştên baş jî kiribû. Mesele, ewî nîşan kiribû wekî bavê xweyî emirda mezin hez dike, û hazir bû dewsa birê xweyî biçûk, Binyamîn, bibûya dîl (Destpêbûn 44:18, 30-34). Lema jî Aqûb besa şaşiyên Cihûda nekir, lê ji bîna ber Xwedê payê wî da û ew kerem kir (Bixûne Destpêbûn 49:8, 9).

15. Giliyên Aqûb ça ser Cihûda hatine sêrî?

15 Aqûb pêxembertî kir, wekî Cihûda wê rêberiya birên xwe bike. Lê çend qirne derbaz bûn, heta ku ev gilî hatine sêrî. Weke 200 sal şûnda, bereka Cihûda pêşiya berekên din rê ket, gava miletê Îsraêlê ji welatê Misirê derket û berbi Erdê Sozdayî çû (Jimar 10:14). Çend sal şûnda, Yehowa cabdarî da bereka Cihûda, wekî pêşiyê ewana himberî Kenaniya şer kin, ku Erdê Sozdayî bikine bin destê xwe (Hakimtî 1:1, 2). Dawid Padşa û padşên paşî wî, ji bereka Cihûda bûn. Lê giliyên Aqûb bi cûrekî din jî hatine sêrî.

16. Giliyên ji Destpêbûn 49:10 ça hatine sêrî? (Usa jî binihêrin çargoşa bi navê “Giliyên Aqûbe Paşin”.)

16 Aqûb got, wekî kesê ji zureta Cihûda wê ser heta-hetayê bibe Serwêrê temamiya dinyayê (Bixûne Destpêbûn 49:10). Ev Serwêr Îsa Mesîh e. Melekekî derheqa wî usa got: “Yehowa Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî” (Lûqa 1:32, 33). Usa jî, Îsa tê navkirinê ça “Şêrê ji qebîla Cihûda” (Eyantî 5:5).

Giliyên Aqûbe Paşin

Cihûda.

Kur

Cihûda

Pêxembertî

“Serwêrtîyê ji Cihûda kêm nebe, . . . heta hatina xweyê wê” (Destpêbûn 49:10).

Ça hate sêrî

Îsa, yê ku ji zureta Cihûda ye, bûye Padşê Padşatiya Xwedê (Lûqa 1:32, 33).

17. Em ça dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku ça ser kesên din binihêrin?

17 Em çi dersa hîn dibin? Rast e Cihûda hine şaşiyên giran kiribû, lê dîsa jî, Yehowa ew kerem kir. Dibeke birên Cihûda fem nekirin, ku çima ew hate keremkirinê. Lê Yehowa Cihûdada tiştên baş didît, lema jî wî kerem kir. Gelo em ça dikarin çev bidine Yehowa? Gava xûşk yan birak cabdarîke mexsûs distîne, dibeke em fem nakin ku çira ev cabdarî jêra hate dayînê, çimkî em kêmasiyên wî kesî zanin. Lê em gerekê bîr nekin, wekî Yehowa hunurên wîye baş divîne û ji wî razî ye. Belê, Yehowa dîna xwe dide tiştên baş nav xizmetkarên xweda. Were em jî usa bikin!

18. Çima em gerekê sebir kin?

18 Usa jî, serhatiya Cihûda nîşan dike, ku em gerekê sebir kin. Yehowa timê sozên xwe tîne sêrî, lê em carna nizanin ku ewê kengê û ça bîne sêrî. Mesele, kesên ji bereka Cihûda derbêra nebûne serokên miletê Îsraêlê. Lê dîsa jî, ewana bi aminî alîkarî didane wan kesa, yên ku ji aliyê Yehowada hatibûne kifşkirinê, mesele Mûsayê ji bereka Lêwî, Yêşûyê ji bereka Efrayîm û Şawûl Padşa, yê ku ji bereka Binyamîn bû. Were em jî alîkariyê bidine kesên ku Yehowa kifş dike, wekî ewana rêberiya me bikin (Îbranî 6:12).

19. Ji giliyên Aqûbe paşin, em derheqa Yehowa çi pêdihesin?

19 Em ji pêxembertiya Aqûb, yê ku ber mirinê bû, çi hîn bûn? Eyan e, ku Xwedê usa ser meriva nanihêre ça em dinihêrin (1 Samûyêl 16:7). Rem û sebira Yehowa mezin e. Rast e ew çevê xwe ser şaşiya nagire, lê ew usa jî hildide hesab, ku xizmetkarên wî merivne gunekar in û bêqisûrtiyê ji me dewa nake. Ew hela hê dikare bibaxşîne wî merivî jî, yê ku gunê giran kiribû, lê ji dil tobe kiriye û tiştên rast dike. Gotara dinda emê bivînin, ku Aqûb heyşt kurên xweyî dinra çi got.

EM ÇI HÎN DIBIN JI GILIYÊN AQÛBE PAŞIN DERHEQA . . .

  • Rûbên?

  • Şimhûn û Lêwî?

  • Cihûda?

KILAMA 124 Timê Amin in

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin