KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • wp19 № 2 rûp. 4-5
  • Çaxê Qezî Diqewimin

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Çaxê Qezî Diqewimin
  • Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • RASTIYA JI KITÊBA PÎROZ HÊVIYA BAŞ DIDE
  • Te Xwe Hazir Kiriye?
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2020)
  • Hemû Xemên Xwe Bavêje ser Yehowa
    Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2016
  • Tu Ça Dikarî ber Xemên Xwe Sebir kî?
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Tengasiyada Alî Kesên Din Bike
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
Hê Zêde Binihêre
Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Belakirinê) — 2019
wp19 № 2 rûp. 4-5
Du mêr nav kevir-koçikada rûniştine

Çaxê Qezî Diqewimin

“Pêşiyê min tirê, wekî çare tune. Hemû tiştên ku cem me hebûn, sêlavê bir”. -Êndryû, ji Sîêrra-Lêonê.

“Çaxê firtone seqirî, em vegeriyane mal, tiştek nemabû. Em zendegirtî man. Qîza min, kete ser çoka, usa giriya, bihecî”. -Dawid ji Giravên Vêrcînê.

HERGÊ TU jî rastî qeziya hatîyî, tê bikaribî fem bikî wan meriya, yên ku dikevine halekî usa mesele ça: diltengî, xalifandin, berxweketin. Gelek merivên usa, qudûm dikevin û îda naxwazin bijîn.

Hergê te jî hemû tişt ji bo qeziyê unda kiriye, diqewime tu difikirî wekî îda nikarî teyax kî. Yan jî dibe tu destpêkî bifikirî, wekî ne jî hêja ye bijîyî. Çi jî hebe, Kitêba Pîroz dibêje, wekî hêja ye tu bijîyî, çimkî axiriya baş hîviya te ye.

RASTIYA JI KITÊBA PÎROZ HÊVIYA BAŞ DIDE

Waîz 7:8 dibêje: “Dawiya tiştekî ji destpêka wê qenctir e”. Çaxê tu paşî qeziyê yan xezeba, destpêdikî bêyî ser hişê xwe, dikare teva usa bê kifşê, ku jîyîna te îda kêrî tiştekî nayê. Lê gava tu sebir dikî û qewatê didî xebatê wekî aliyê xwe bikî, halê te dikare baş be.

Kitêba Pîroz pêxembertiyê dike derheqa wî wextî, gava “êdî wê ... dengê girî û dengê feryadê neyên bihîstin” (Îşaya 65:19). Ev tişteke rêalî ye, çimkî bin serwêrtiya Padşatiya Xwedêda erd wê bibe cinet (Zebûr 37:11, 29). Qezî û xezeb wê îda tune bin. Hemû cûre derd û kul wê bîra me herin, çimkî Xwedayê Himzor soz dide: “Wê bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşaya 65:17).

Bide hesabê xwe, wekî xwexa Efirandarê me çi dibêje: “Hêviyê û axiriya baş bidime we”, dêmek jîyîna bextewar, bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê (Yêremya 29:11). Zanebûna vê yekê dikare alî me bike, ku nêta jîyîna me hebe. Salî, derheqa kîjanê ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Çaxê didî ber çevê xwe hemû tiştên baş, ku Padşatiya Xwedê li axiriyê wê bona me bike, ev yek alî me dike teyax kin û gelek dîna xwe nedin tiştên xirab ku jîyîna meda diqewimin”.

Wê baş be ku hê zêde pêbihesî, hela Padşatiya Xwedê zûtirekê wê çi bike bona însanetê. Hergê tu usa bikî, tê bikaribî nava çetinayên xweda, xwe qayîm bigirî, çimkî axiriya gelek baş hîviya te ye. Lê îda niha Kitêba Pîroz rêberiya kêrhatî dide, çi ku wê alî te bike teyax kî. Were em çend mesela şêwir kin.

Berdiliya ji Kitêba Pîroz

Êpêceyî hêsa be.

“Hinekî rihet bin” (Marqos 6:31).

Lêkolînkar dibêjin, ku çaxê “meriv rastî çetinayên mezin tê, ew xwe gelek xirab texmîn dike û aliyê êmosiyalîda nikare xwe bigire. Lema jî ew gerekê timê xeva xwe bistîne”. Belê, çiqas baş e êpêceyî rihet bin.

Dilê xwe veke.

“Kul-derd dile mêriv . . . dihelîne [yan “dilteng dike”], lê gotineke qenc wî şa dike” (Metelok 12:25).

Tevî neferekî mala xwe, yan hevalê xweyê nêzîk xeber de. Ewana dikarin te qewî kin û wededa alîkariya kêrhatî bidine te.a

Bifikire derheqa tiştên baş, ku hîviya me ne.

“Em hîviya erdekî nû û ezmanêd nû ne, li gora sozê wî [Xwedê], kîjanada rastiyê bimîne” (2 Petrûs 3:13).

a Ew meriv kîjan gelek wext ji strêsê dernayê, wîra alîkariya doxdira lazim e.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin