SERHATÎ
Hebûka Ruhanî Alî Min kir Geş bim
NÎVÊ şevê, em sekinîbûn ber Çemê Nîjer, kîjan ku gur e û beraya vê weke 1.6 kîlomêtr e. Wî wedeyî Nîjeryayêda şerê miletiyê diçû, lema xof bû ser wî çemîra derbaz bin, me dikaribû emirê xwe unda kira. Lê yeke em gerekê derbaz bûna, û ne tenê carekê. Lê ez ça ketime vê derecê, were pêşiyê ez wera derheqa wedê pêşiya bûyîna xwe gilî kim.
Bavê min Con Mîls sala 1913 şeherê Niyû Yorkêda, 25 saliya xweda hatibû nixumandinê. Gotara nixumandinê Rasêl bira xwendibû. Paşê hine wede şûnda, bavê min çûbû Trînîdadê, wêderê ewî Konstans Farmêr jintî stand, ya ku Lêkolînkareke Kitêba Pîroze xîret bû. Bavê min alîkarî dida hevalê xwe Wîlîam R. Brown, wekî “Foto-Drama Efirandinê” nîşanî meriva bikin. Wana ew yek dikir, heta Brown û jina wî sala 1923-da Afrîkaya Rohlatêda hatine kifşkirinê. Dê-bavê min herdu jî Mesîhiyên bijartî bûn, û Trînîdadêda xizmet dikirin.
DÊ-BAV KU EM HIZ DIKIRIN
Em nehe zar bûn, û dê-bavê min navê zara pêşin danîbûn Rûtêrford, ku hingê navê prêsîdêntê Civaka Birca Qerewiliyê bû. Paşê ez hatime bûyînê sala 1922-da, 30 Kanûna Pêşin, û navê birakî me Klêyton C. Wûdwort dane ser min, yê ku hingê cabdar bû bona gotarên jûrnala “Qirna Zêrîn” (îro jûrnala “Hişyar Bin!”). Dê-bavê me em birine mektebê seva em xwendinê bistînin, lê ya lape ferz bona wana ew bû, wekî em nêtên ruhanî daynin pêşiya xwe. Diya me hoste bû vê yekêda, ku rind pê Kitêba Pîroz her tişt şirovedikir. Bavê me hiz dikir serhatiyên Kitêba Pîroz mera gilî ke, û seva em ewan serhatiya bidine ber çevê xwe, ewî pê êmosiya û jêsta gilî dikir.
Ew cefê wan berên baş anî. Ji pênc bira, ez û du birên min Mekteba Gîled derbaz bûn. Sê xûşkên me gelek sala Trînîdad û Tobagoyêda ça pêşeng xizmet dikirin. Dê-bavê me pê alîkarî, şîretkirin û mesela xweye baş, em “xana Xudanda” daçikandin. Û bi saya hêlanên wan, me kokên xwe da û “hewşêd Xwedêyê meda” gul da (Zeb. 92:13).
Mala meda xûşk-bira top dibûn û derheqa xizmetiyê xeber didan û paşê derdiketine xizmetiyê. Pêşeng wêderê top dibûn, û gelek car derheqa mîsyonêrê ji Kanadayê Corc Yang bira xeber didan, yê ku teseliya Trînîdadê kir. Dê-bavê min gelek hewas gilî dikirin derheqa hevalxizmetkarên xwe yên berê, Brown û jina wî, yên ku hingê Afrîkaya Rohlatêda bûn. Ewan hemû tişta ez hêlan kirim, ku min 10 saliya xweda destpêkir xizmet kim.
DESTPÊKA XIZMETIYA MIN
Wî wedeyî jûrnalên me mîna agir bûn, çimkî eşkere dikirin nerastiya rêlîgiyên qelp, komêrsyalîsm û polîtîkên xirab. Seva vê yekê serwêrên dêrê, sala 1936-da nav serwêrê Trînîdadê dan, wekî hemû edebyetên Civaka Birca Qerewiliyê qedexe kin. Me hemû edebyet veşart, lê berdewam dikir bidine xebatê heta xilaz bûn. Em nav şeher pê plakata û belgên elametiyê niga û pê bîsîklêta diçûn. Me usa jî tevî komekê ji şeherê Tûnapûnayê bi ereba dengî xizmet dikir, hela hê jî ciyên dûr Trînîdadêda. Ew wedekî hewas û xweş bû! Ew şixulên ruhanî ez hêlan kirim, û ez 16 saliya xweda hatime nixumandinê.
Tûnapûnayêda tevî koma ereba dengî
Ruhaniya malbeta me û ew qewimandinên berê, nav minda nêteke usa pêşda anîn, ku bibime mîsyonêr. Ew nêt hingê jî dilê minda bû, çaxê ez çûme Arûbê sala 1944 û tevî Êdmûnd W. Kêmîngz bira xizmet dikir. Em gelek şa dibûn ku deh merî hatin ser Bîranînê sala 1945-da. Saleke din civata pêşin ser vê giravê hate sazkirinê.
Emirê min tezeda tevî jina min Orîsê, geş bû
Hine wede şûnda, min hevalxebatçiya xwe Orîs Wîlîamsra şedetî da. Orîsê gelek piştgiriya rêlîgiya xwe dikir. Lê bi saya hînbûna Kitêba Pîroz, ew pêhesiya wekî Xebera Xwedê bi rastî çi dibêje, û 5 Çileyê sala 1947-da hate nixumandinê. Wede derbaz bû, dilê min kete wê. Me hev hiz kir û hev stand. Ewê meha Mijdarê, sala 1950-da pêşengtî destpêkir. Emirê min tevî Orîsê hê geş bû.
XIZMETIYA HEWAS NÎJERYAYÊDA
Sala 1955-da em teglîfî Mekteba Gîled kirin. Ez û Orîs seva xwe hazir kin bona qedirekî usa mezin, me xebata xwe hîşt, mala xwe û hûr-mûrên xwe firot, û ji girava Arûbê derketin. Me 29 Tîrmehê, sala 1956-da Mekteba Gîled xilaz kir û Nîjeryayêda hatine kifşkirinê.
Tevî xûşk-birên ji Beytela Lagosê (Nîjerya), sala 1957
Çaxê Orîsê wedê berê anî bîra xwe, got: “Ruhê Yehowayî pîroz dikare alî meriva bike, wekî ew wedê xizmetiya mîsyonêrtî hînî guhastina be. Min qe nedixwest bibime mîsyonêr, lê mêrê min dixwest. Minra hê baş bû mala xweda bim û zara mezin kim. Lê min nihêrandina xwe guhast gava min fem kir, wekî çiqas ferz e mizgîniyê bela kin. Çaxê me Mekteba Gîled xilaz kir, ez îda bi temamî hazir bûm bibime mîsyonêr. Çaxê em gerekê îda biketana gemiyê, wekî herine ciyê kifşkirina xwe, birakî bi navê Wort Tornton, ku tevî Nor bira dixebitî, hat wekî xatrê xwe me bixwaze. Ewî gote me, wekî emê Beytelêda xizmet kin. Ez berxwe ketim û min xwera got: ‘Oh, na!’. Lê ez zû hînî Beytelê bûm û min ew xizmetî hiz kir. Wêderê min cûre-cûre şixul dikir. Şixulê lape hewas ku min hiz dikir, şixulê rêsêpşênêda bû, kîderê min mêvan qebûl dikirin. Ez meriva hiz dikim û lema ew kifşkirin bona min hewas bû. Wêderê min gelek xûşk-bira nas kirin. Gelek ji ciyên dûr dihatin vestiyayî, tozgirtî û tî-birçî. Min alî wan dikir, çida ewana hewce bûn. Ew hemû tişt xizmetiya pîroz bû, û ewê yekê ez bextewar dikirim”. Belê, her cûre kifşkirin alî me kir, ku me ruhanîda gul dida.
Sala 1961 em çûne Trînîdadê, û tevî malbeta xwe top bûn. Brown bira jî wêderê bû û mera qewimandinên xweyî hewas gilî kir, ku Afrîkayêda qewimîbûn. Paşê min jî gilî kir ku Nîjeryayêda şixul ça pêşda diçû. Brown bira bi dil destê xwe danî ser milê min û gote bavê min: “Conî, tu usa jî neçûyî Afrîkayê, lê bal kurê te Wûdwort hate standinê!”. Bavê min jî minra got: “Eferim Wûdwort! Hema usa jî berdewam ke!”.
Wîlîam Brown û jina wî Antonîa, gelek dil didane me
Sala 1962, min qedirekî usa stand, wekî dîsa herim Mekteba Gîled û kûrsa deh-mehî derbaz bim. Hingê berpirsiyarê fîlîala Nîjeryayê Wîlfrêd Goş bira bû, ew paşî min hate teglîfkirinê Mekteba Gîledê û paşê li Înglîstanê hate kifşkirinê. Paşî wî, îda ez cabdar bûm bona fîlîalê. Min çev dida Brown bira vê yekêda, ku ez gelek car diçûme cûre-cûre ciya, seva tevî xûşk-birên wêderê bibime nas û hizkirina xwe wanra bidime kifşê. Rast e wana aliyê matêrîalîda nedijît mîna merivên dewletên pêşdaçûyîda, lê yeke ewana timê şa bûn û razî bûn çi jî bal wana hebû. Ewê yekê eyan dikir, wekî bextewarî hebûkêva û perava girêdayî nîne. Ewana kesîb bûn, lê ez ecêbmayî dimam, wekî ewana timê temiz, terbet û layîq dihatine civatê. Çaxê ewana diçûne ser civatên mezin, gelek ji wana pê erebên barkêş dihatin, wan erebara digotin “bolêkayas”a (merivên wêderê ji erebên barkêş otobûs çêdikirin, ku herdu aliyava vekirî bûn). Ser gelek wan otobûsa nivîsar hebûn. Mesele ser yekê usa nivîsar bû: “Ji dilopên avê, okyanûsa mezin çêdibe”.
Rastî jî ew gilî çiqas rast in! Cefê tu kesî pûç nîne, û cefê me jî badîhewa nîbû. Nêzîkî sala 1974, aliyê zêdebûna mizgînvanada paşî Dewletên Yekbûyî, Nîjerya ciyê pêşin bû, çimkî wêderê hesabê mizgînvana gihîşte 100 000. Belê, şixulê belakirina mizgîniyê gul dida!
Wedê vê pêşdaçûyînê, Nîjeryayêda şerê miletiyê destpêbû, ku ji sala 1967 heta sala 1970 kişand. Çend meha, xûşk-birên me ku Biyafrayêda aliyê Çemê Nîjerê bûn, ji fîlîalê qetiyayî bûn. Lema me gerekê wanra xwarina ruhanî bivira. Çawa min destpêkêda gilî kir, me dua dikir û îtbariya xwe Yehowa dianî, usa em çend cara wî çemîra derbaz bûn.
Rind tê bîra min, ku ça xof bû vî çemîra derbaz bin û emirê xwe bikine bin qeziyê, çimkî eskerên ku bêhemdê xwe meriv gule dikirin, dikaribûn em jî bikuştana, yan jî me dikaribû nexweşî û dîsa ziyanên mayîn bistanda. Bes nîbû em nav ordiyên dewletêra derbaz dibûn, îja em gerekê bi tirs û xofê aliyê Biyafrayêra derbaz bûna, dora kîjanê girtîbû. Carekê, ez şev ji şeherê Asabayê heta şeherê Onîtşa pê qeyikê wî çemê gurra derbaz bûm, û çûme şeherê Ênûgû, seva berpirsiyara dilgerm kim û qewî kim. Ez usa jî çûme şeherê Abadayê seva rûspiyên wêderê qewî kim. Wêderê êvara lûs vêsandî bûn, seva dijmin wana nevînin. Port Harkûrtêda, me civata xwe zû bi dua xilaz kir, gava eskerên dewletê derbazî eskerên Biyafra bûn û ketin şeher.
Ew civîn gelek ferz bûn, çimkî me ewana didan bawerkirinê, wekî Yehowa wana hiz dike û bona wan xem dike. Hin jî ewana hewcê şîretkirinê bûn, wekî tevnebûyînê û yektiyê xwey kin. Ew xûşk-birên ji Nîjeryayê, nava wî şerê bêxwedêtîda amin man. Rast e hingê nava berekada dijminatî hebû, lê wana hizkirina mezin û yektiya Mesîhîtî da kifşê. Bona min ew rastî jî qedirekî gelek mezin bû, wekî wî wedê giranda kêleka wan bûm!
Sala 1969-da, Mîlton G. Hênşêl bira, berpirsiyarê bernamê bû, ya civata mezine hemdinyayê bi navê “Edilayî ser Erdê”, kîjan ku Niyû Yorkêda ser Stadîona Yankê derbaz bû. Ez alîkarçiyê wî bûm, û ez çi ku ji wî hîn bûm, kêrî min hat. Sala 1970-da Nîjeryayêda, şeherê Lagosêda civata hemdinyayê derbaz bû, bi navê “Meriv ji Kîjana Xwedê Razî ye”. Paşî şer, ew civata mezin usa rind derbaz bû, ku tenê pê kerema Yehowa dikaribû bihata standin. Ew rastî jî rêkord bû, wekî ew civata mezin ser 17 zimana derbaz bû, kîderê ku 121 128 merî hatibûn. Nor û Hênşêl bira û yên din ji Amerîkayê û Înglîstanê pê teyarê hatibûn. Ewana şedê vê yekê bûn ku 3 775 şagirtên teze hatine nixumandinê. Paşî Roja Pênciyê Hesabê, tu car haqas meriv nehatibûn nixumandinê! Min alîkarî dida organîzekirina vê civata mezin û emirê minda dikarim bêjim tu car haqas şixulê min tune bûye. Hejmara mizgînvana usa mezin bû, ku gelek ecêbmayî bû.
Ser civata mezine hemdinyayê bi navê “Meriv ji Kîjana Xwedê Razî ye”, 121 128 merî hatibûn, yên ku ser 17 zimana xeber didan, usa jî ser zimanê Îgbo
Paşê, nava 30 sala zêdetir, car-cara Afrîkaya Rohlatêda min ça berpirsiyarê rêwî û berpirsiyarê ku teseliya fîlîala dike, xizmet dikir. Mîsyonêr gelek razî bûn û şa dibûn, ku me ewana dilgerm dikirin û payê wan dida! Ew bona min qedir bû ku dil bidime wana, û nîşan kim wekî wana bîr nakim! Wan kifşkirinada ez hîn bûm, wekî çaxê bona xûşk-bira xem dikî, ewana geş dibin, qewî dimînin û teşkîleta Yehowada yektiyê xwey dikin.
Tenê pê alîkariya Yehowa me karibû ber çetinayên şerê miletiyêva û nexweşiyava girêdayî teyax kin. Me kerema Yehowa timê eşkere didît. Orîsê gilî kir:
“Çend cara em herdu jî pê nexweşiya malarya nexweş ketin. Carekê Wûdwort xeriqî û kete nexweşxana Lagosê. Minra gotin wekî ew ber mirinê ye, lê ça baş e ku ew sax ma! Çaxê ew ser hişê xweda hat, ewî derheqa Padşatiya Xwedê şedetî da berdestiyê hekîm, kîjan ku miqatî wî dibû. Wede derbaz bû, em tevî Wûdwort çûn teseliya wî berdestiyê hekîm bikin, navê wî Nwambîwê bû. Me dixwest hewasa wî pêşda bînin hindava Kitêba Pîroz. Ewî rastî qebûl kir û axiriyêda bû rûspî şeherê Abayêda. Min alîkarî da gelek meriva, hela hê jî Misilmanên xîretra, wekî bibine xizmetkarên Yehowa, û ew şabûneke lape mezin bû bona min. Lê em usa jî şa dibûn, çimkî me cimeta ji Nîjeryayê nas kir. Me ew cimet, usa jî erf-edet û zimanê wan hiz kir”.
Dîsa dersek ku em hîn bûn: Seva em xizmetiya xweda li welatê xerîb geş û pêşdaçûyî bûna, em gerekê hîn bûna xûşk-birên wêderê hiz kin, firqî tune edetên wan ça cude dibûn ji edetên me.
KIFŞKIRINA TEZE
Paşî xizmetiya meye Beytela Nîjeryayêda, sala 1987-da me kifşkirina teze stand. Em ça mîsyonêr hatine kifşkirinê giraveke gelek bedewda, St. Lûçîada, ku ser Karîba ye. Em vê kifşkirinêra şa dibûn, lê em rastî çetinayên teze jî hatin. Besa xeberê, Afrîkayêda edeteke usa heye, wekî mêr dikare gelek jina bistîne, lê St. Lûçîayêda merivên ku nezewicî bûn tevayî dijîtin. Gelek meriva tevî kê me hînbûna Kitêba Pîroz derbaz dikir, bi saya Xebera Xwedê ku qewî ye, gelek guhastin kirin.
Min Orîs gelek hiz dikir, me tevayî 68 sala jît
Ji bo emirê meyî mezin, Koma Rêberiyê sala 2005-da em derbazî fîlîala sereke kirin, ku Brûklînêda bû (Amerîka). Ez heta îro ji Yehowa razî me bona Orîsê. Lê sed heyf, sala 2015-da ew mir. Ew derdekî usa giran e, ku pê giliya nayê gotinê. Ew hevaleke lape baş bû, ew bi hizkirin û şîrin bû. Min Orîs gelek hiz dikir, me tevayî 68 sala jît. Me fem kir, ku hergê meriv dixwaze zewacêda û civatêda bextewar be, ya lape ferz ew e, ku qedirê hukumetiyê bigire, bi dil bibaxşîne meriva, şkestî be, û berê ruhê pîroz nav xweda pêşda bîne.
Çaxê em dilşkestî dibûn yan jî berxwe diketin, çevê me timê li Yehowa bû, wekî ew kerem ke wan qurbana ku me dikir. Çaxê em hînî guhastina dibûn, me didît wekî her tişt hêdî-hêdî baş diçe, lê wedekî diha xweş hê hîviya me ye (Îşa. 60:17; 2 Korn. 13:11).
Trînîdad û Tobagoyêda, Yehowa şixulê dê-bavê min û xûşk-birên din kerem kir bi vê yekê, ku anegorî hesabên paşwextiyê, 9 892 merî hatine ser riya rast. Arûbêda, gelek xûşk-bira alîkarî didane vê civata pêşin, kîderê berê ez diçûm. Niha vê giravêda 14 civatên pêşdaçûyî hene. Hejmara mizgînvana Nîjeryayêda bûye ça elaleteke qewî û mezin, ku ji 381 398 meriva ye. Û ser girava St. Lûçîa, 783 mizgînvan piştgiriya Padşatiya Yehowa dikin.
Îro ez îda 90 salî zêdetir im. Zebûr 92:14 derheqa wan ku mala Yehowada daçikandî ne, dibêje: “Heta mezinayîya xweda jî wê ber bidin, ter û şîn wê bimînin”. Ez gelek ji Yehowa razî me, ku min emirê xwe xizmetiya wîda derbaz kir. Ew hebûka ruhanî ku min ji biçûktayê stand, dil da min, wekî bi aminî Yehowara xizmet kim. Yehowa ji hizkirina xweye amin qedirekî usa da min, wekî “hewşêd Xwedêyê [xweda] gul” bidim (Zeb. 92:13).
a Binihêre jûrnala “Hişyar Bin!”, ya 8 Adarê, sala 1972, rûp. 24-26.