Bernama seva Heftiya ji 3 Adarê
HEFTIYA JI 3 ADARÊ
Kilama 49 û Duakirin
□ Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
bh Serê 2, abz.13-20 rûp. 199-201 (30 deqe)
□ Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: Destpêbûn 36-39 (10 deqe)
№ 1: Destpêbûn 37:1-17 (4 deqe yan hê kêm)
№ 2: Kitêba Pîroz Rêberiya Kêrhatî ye seva Rojêd Me (td 15B) (5 deqe)
№ 3: my Serhatî 55 (5 deqe)
□ Civata Qulixiyê:
Kilama 20
10 deqe: Belakirina Jûrnalêd Ûrisî di Meha Adarêda. Şêwirkirin. Pêşiyê temaşê nîşan ke, ku çawa dikarin van jûrnala bela kin, û bide xebatê cûrek ji pêşanîna, kîjan ku li ser vê rûpêlê ne. Paşê evan cûrek ji pêşanîna, ji destpêbûnê heta xilaziyê hûr bi hûr şiroweke. Xilaziyê jî bêje guhdara bira gilî kin, ku nava du heftiyê paşinda wedê Êvara Bîranînê, evana çawa dikarin jûrnala belakin.
10 deqe: Hewcêd civatê.
10 deqe: Çawa Bikin? Şêwirkirin. Guhdara teglîf ke bira bêjin, ku çi kar ewana sitandin çaxê şîretêd ji vê gotarê didane xebatê “Hîn be ku di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî, Çaxê Nivîsandina Dikî”. Usa jî bêje guhdara bira qewimandinêd baş gilî kin.
Kilama 1 û Duakirin