Vîdêo ya Teze seva ku Hînkirina Kitêba Pîroz Destpêkin
Vîdêo ya kin bi navê “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” hate kifşkirinê, wekî gelek meriv bikevine jw.org. Ev vîdêo usa jî seva wê yekê hatiye kifşkirinê, ku hewasa meriya mezin ke wekî ewana hînkirina Kitêba Pîroz ya ku bê pere ye, qebûl kin. Seva ku hînkirinê destpêkin, dikarî li ser rûpêla serî bivînî “Dixwazî hîn bî Kitêba Pîroz?” û ser bitikîne. Yan jî dikarî skan bikî QR (Kod, bi alîkariya kîjanî ku zû dikevî ser malpera me), dêmek koda her belavokêd teze, yêd ku li ser rûpêla paşin in. Li vir hene hine rêberî ku ça em dikarin baş ev vîdêo bidine xebatê.
Çaxê serlêdana dubare bikî, xweyê malêra usa bêje: “Ez dikarim wera vîdêoyekî kin nîşan kim, kîjan ku şirovedike ku ça tu dikarî bistînî caba pirsêd xweye Kitêba Pîroz?” Heger ew qayîl e, nîşanî wî ke vîdêo, di têla xweye mobîlêda yan jî komputera wîda.
Heger em belavokekî teze di qulixkirinêda yan jî di qulixkirina neformalda didine xebatê, hingê dîna meriya bide li ser QR kod û meriya hêlan ke, wekî ewana ew bi têla xweye mobîlê skan kin. Rast e di gelek zimanada QR kod pêra-pêra te dikare derbazî li ser malpera me bike, lê tu usa jî dikarî ev vîdêo di mobîla xweda jî vêxî.
Bêje heval-xebatkarê xwe, yan tevî kî ku di mektebêda hîn dibî û merivêd xweye nêzîkra û nasêd dinra derheqa vê vîdêoyê, û wanara nîşan ke ev vîdêo. Yan jî bi e-nameyê lînka vê vîdêoyê wanara bişîne. Û wana teglîf ke ku xwexa binihêrin.
Çaxê em ewan tiştêd jorê gotî bidine xebatê, emê bikaribin gelek hînkirinêd Kitêba Pîroz destpêkin, û alîkariya ruhanî bidine wan meriya yêd ku dixwazin “jîyîna heta-hetayê” bistînin (Kar. Şand. 13:48).