Bide Xebatê jw.org Wedê Dannasînkirinê
Malpera me heye alîkarîke qîmet seva ku em bikaribin bela kin mizgîniya xêrê hemû ciya û “heta serê dinê” jî (Kar. Şand. 1:8). Gelek merî tu car xwexa malpera me venekirine. Heçî zef ji wana derheqa malpera me ji dannasînkara pêhesiyane.
Berpirsiyarekî mihalê vîdêoya “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” kişande têla xwe û hemû derecada dide xebatê. Mesele çaxê ew diçe mal bi mal ew usa dibêje: “Ez alî meriya dikim wekî bistînin caba li ser sê pirsêd hanê: Çira li dinê haqas çetinayî hene? Xwedê vê çawa wan çetinaya safî ke? Lê heta hingê em çawa wan çetinaya teyax kin? Eva vîdêoya kin hema derheqa wê yekê ye”. Paşê ew berpirsiyarê mihelê wê vîdêoyê vêdixe û dîna xwe dide rêaksîa xweyê malê. Ev vîdêo haqasî hewas e ku ewana ji destpêbûnê heta xilaziyê çevê xwe lê naqetînin. Paşê berpirsiyarê mihelê usa dibêje: “We hêja bihîst ku hûn dikarin xwestina xwe ku destpêkin hînbûna Kitêba Pîroz binivîsin ser malpera me. Lê çimkî ez îda vira me ez dikarim kin wera nîşan kim wekî ew hînbûn çawa derbaz dibe”. Hergê xweyê malê qayîl e ew nîşan dike bi saya broşûra “Mizgîniya Xêrê”. Lê hergê wedê xweyê malê tune, ew teglîf dibe ku careke mayîn bê û nîşan ke. Çaxê ew berpirsiyarê mihelê diçe cîkî ku perî nan bixwe ew dîsa usa dibêje çawa jorê em pêhesiyan û ewê vîdêo vêdixe merivekîra ku kêleka wî rûniştiye. Lê tu didî xebatê jw.org wedê dannasînkirinê?