Malpera Me Qulixkirinêda Bidine Xebatê; “Cabêd ji Kitêba Pîroz”
Ser jw.org heye parek bi navê “Hînkirinêd Kitêba Pîroz” û binserî, “Cabêd ji Kitêba Pîroz”. Tu gerekê rind bizanibî wekî wê binseriyêda derheqa kîjan pirsa tê nivîsarê. Çimkî hergê xweyê malê pirsekê bide te, tuyê bikaribî dîna wî bidî Malpera me, û nîşan kî caba ji Kitêba Pîroz. Ew pirs usa jî dikarin bidine xebatê, seva ku bikaribin xeberdanê destpêkin. Em dikarin pirsekî bijbêrin, yê ku merivêd mihala mera hewas e û pirs kin hela ew derheqa vê yekê çi dişirmîş dibe. Paşê bêjê, wekî Kitêba Pîroz derheqa wê yekê çi dibêje, û bide xebatê jw.org, kîderê ku ew pirs tê şirovekirinê. Paşê wê yekê em dikarin şirovekin, yan jî nîşan kin hela kîderê ew elemetî heye. Dereca dudada tu dikarî elemetiyê meriyara nîşan kî, wekî ewana xwexa ji Malperê bixûnin. Jina berpirsiyarê mihale evê mêtodê dide xebatê û xeberdanê usa desitpêdike: “Gelek meriv ecêbmayî dimînin ‘Gelo Xwedê ye neheq, wekî em diçerçirin?ʹ Hûn dixwazin nava 51 seniyada caba vê pirsê bistînin?” Paşê ew xûşk caba wê pirsê bi vêrsiya aûdîoyê merivîra dide bihîstinê, ya ku ewê ser têla xwe kişandiye. Xilaziyê, ew nîşan dike serê 11 ji kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, û bi vê yekê xeberdana xwe xilaz dike.