Bide Xebatê jw.org Wedê Dannasînkirinê; “Bibe Dostê Yahowa”
Li ser jw.org heye para bi navê “Hînkirinêd Kitêba Pîroz”, di kîjanêda heye dîsa parek lê îda seva zara û bi navê “Bibe Dostê Yahowa”. Di vê parêda ku seva zara ne, hene kilam, vîdêo û karkirin. Tu evê yekê di qulixkirinêda didî xebatê? Hergê tu derbaz dikî hînkirina Kitêba Pîroz tevî wan, zarêd kîjana ku hene, dikarî evê parê ji jw.org wanara nîşan kî. Çimkî ev yek dikare wî merivî hêlan ke, wekî ew dîsa tiştêd din di Malperêda xwera bivîne û lêkolîn bike.
Birakî me, yê ku bela dikir “Mizgîniya Padşatiyê” № 38, rastî kulfetekê hat. Çend zarêd wê kulfetê jî tevî wê bûn. Ewê pêra-pêra destpêkir xwendina vê belavokê. Hewasa van zara vê belavokêra hat. Birê me kin gilî kir derheqa vê belavokê û dîna xwe da li ser Malpera me, ya ku li ser rûpêla paşin di belavokêda kifş kiriye. Kulfetê ev yek begem kir, û birê me jî, mecal da xebatê û bi haceta xweye elektronîk kulfetêra û zarêd wêra vêxist vîdêoya zara, derheqa Aram.
Xûşkeke me, dixebitî tevî kulfetekê, zarêd kîjanî ku hebûn. Lema jî xûşka me dîna wê da li ser Malpera me, û usa jî li ser hine elametiya derheqa malbeta. Ev kulfet tevî zarêd xwe jw.org nihêrîn. Hine wede şûnda ewê gote xûşka me, ku zarêd wê nav malêda diçin-tên û distirên kilama “Xeberê Dannasîn Bike”, yek ji kilama “Bibe Dostê Yahowa”.
Em dikarin hê rind nasiya xwe bidine vê parê ji jw.org û li ser haceta xweye elektronîk, hine vîdêo, kilam yan karkirin xwera bidine kişandinê. Hingê tuyê îda hazir bî di qulixkirinêda evê para ji jw.org bidî xebatê. Bi rastiyê jî ev hacetekî çiqas qîmet e, çimkî alî me dike, wekî çawa xulam Xudanra qulix kin! (Kar. Şand. 20:19).