Çima Lazim e Zû Derên?
Çaxê em têne li ser civatêd seva dannasînkirinê, li wir em tevî xûşk-bira top dibin, û tebiyetî ye wekî em dixwazin hevra xeber din. Lê çaxê civata dannasînkirinê xilaz dibe, em gerekê ji aliyê xweda bixebitin, seva ku zû derên ku herin qulixkirinê. Şixulê meye dannasînkirinê bi lez e (2 Tîmt. 4:2). Çiqas hê zêde paşî xilazkirina vê civatê em xwe egle dikin, haqas hê kêm wede mera seva dannsînkirinê dimîne. Cem me wê hê gelek mecal hebe, seva ku lezetê bivînin ji xeberdana tev xûşk-bira, çaxê em tevî wan di qulixkirinêda şixulkariyê dikin. Çaxê em zû derdikevin dannasînkirinê û egle nabin, bi vê yekê tê kifşê wekî em Yahowara û Kurê wîra, bi terbetî xizmetkariyê dikin (Rom. 12:11).