KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • km 6/15 rûp. 2
  • Hîn Dibin ji Qulixkarêd Cêribandî

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Hîn Dibin ji Qulixkarêd Cêribandî
  • Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Têmên Mîna Wê
  • Teglîf ke, wekî Tevî Te Qulix kin
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2013
  • Berdewan kin bi Xîret Dannasîn kin
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yahowa Elam Dike — 2015
  • Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Alîkariyê Bide Yên Teze
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
  • Tu Xizmetiya Xwe bi Temamî Tînî Sêrî?
    Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2019
Hê Zêde Binihêre
Qulixkirina Meye Padşatiyê 2015
km 6/15 rûp. 2

Hîn Dibin ji Qulixkarêd Cêribandî

Em bi rastî qîmet dikin qulixkarêd cêribandî, yêd ku di civata meda nin. Hineka ji wana îda gelek sal e, ça bi aminî Yahowara qulix dikin. Yêd dinêna jî, wan paşwextiya di qulixkirinêda feresetêd baş qazanc kirin. Ew qulixkar xwexa dîtin ku çawa Îsa van rojêd axiriyêda rêberiya Civata Mesîhiya dikir, ku şixulê dannasînkirinê û hînkirinê hê pêşda here (Met. 28:19, 20). Ewana di qulixkirinêda kar dikin û “zorayiya qewatê” distînin, çaxê rastî problêmêd şexsî û peyketina tên (2 Korn. 4:7). Bi rastî jî çiqas tişt em dikarin ji wan qulixkarêd cêribandî hîn bin. Çaxê mecala wan heye yêd dinêna hîn kin, ewana bi şabûn meriyara ewê yekê gilî dikin, çi ku xwexa hîn bûne (Zeb. 71:18). Lema jî em gerekê mecala bigerin ku ji van qulixkara hîn bin. Lê ça em dikarin evê yekê bikin?

Di Qulixkirinêda: Seva ku yêd teze û yêd necêribandî di qulixkirinêda xîret bin, ewana gerekê hîn bin. Alîkarîke mezin ew e, ku tevî qulixkarêd cêribandî derên dannasînkirinê û bivînin hela çawa ewana xwe kifş dikin. (Binihêre gotarê ji “Birca Qerewiliyê”, 15 Sibatê, sala 2015 bi navê “Berdewan kin bi Xîret Dannasîn kin”, abzasa sisiya paşî binseriya “Alî yêd Necêribandî Bike”.) Te çi kar stand ji qulixkarêd cêribandî, çaxê tevî wana dannasîn dikir?

Tu dikarî tevî qulixkarê cêribandî xeberdî ku tevî wî derkevî li dannasînkirnê? Hergê ew sihet-qewatêda sist e, hingê dikarî car-cara hînkirineke xwe di mala wîda derbaz kî. Paşî hînkirinê, bêje qulixkarê cêribandî, ku tera gilî ke, hela ewî dîna xwe da çi û çi şîret dikare bide te.

Wede seva Wan Bivîne: Hê rind qulixkarêd cêribandî nas ke û wede tevî wan derbaz ke. Yekî ji wana teglîf ke li ser qulixkirina xweye tevî malbetê û qisekirinê hilde. Hergê qulixkar sihet-qewatêda sist e, hingê dikarî safî kî, wekî qulixkirina tevî malbetê di mala wîda derbaz kî. Pêbihese ku çawa ew hate li ser riya rastiyê. Ew çi kerem standin? Ew di qulixkirinêda çi pêşdaçûyîn dîtibû? Ji qulixkirina Yahowara, ewî çi şabûn stand?

Em gerekê wana fem bikin. Anegorî her kesî ji me, cem qulixkarêd ku gelek sal di rastiyêda ne, feresetêd cûre-cûre hene (Rom. 12:6-8). Xêncî wê yekê hineka ji wana îda saliyêd xweda mezin in, lema ji bo vê yekê ewana wê nikaribin îda gelek wext tevî me qulix kin. Çi jî hebe, em yeke dikarin ji wana gelek tişt hîn bin, çimkî ewana di qulixkirinêda cêribandî ne.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin