Teglîf ke, wekî Tevî Te Qulix kin
Di gelek civatada hene qulixkarêd usa, yêd ku nikarin zef qulix kin, çimkî nexweşiyêd wan hene, ku sihet-qewatêva girêdayî ne, yan jî ewana emirda mezin in (2 Korn. 4:16). Tu dikarî yek ji wana teglîf kî, wekî tevî xwe bivî li ser hînbûna Kitêba Pîroz? Lê heger ev qulixkar nikare ji mal derê, dibek tuyê bikaribî hînbûnê di mala wîda (wêda) derbaz kî. Dikarî carna hine guhastina cem xwe bikî, wekî qulixkarêd usa, sihet-qewata kîjana ku sist e, tevî xwe bivî li dannasînkirinê? Mesele, dikarî ser hine wede, tevî wî herî mal bi mal, yan jî herî ser yek yan dudu serlêdana dubare. Gelek qulixkar, yêd ku emirê xweda mezin in, qulixkirinêda daha cêribandî ne. Lema jî, çaxê hemû tiştî dikî, wekî wana teglîf kî li qulixkirinê, bi vê yekê tu ne tenê wana qewî kî, lê xwexa jî karê bistînî (Rom. 1:12). Xêncî vê yekê, ev şixulêd te, hezkirina te didine kifşê, û bêy şik Yahowa wê te xelat ke (Metlk. 19:17; 1 Yûhn. 3:17, 18).