Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Bibe Heval-Xizmetkarê ku Alîkariyê Dide
Ev Yek Çira Ferz e: Îsa fem dikir ku çiqas ferz e, wekî tevî heval-xizmetkar dannasîn bikî. Lema jî çaxê ewî 70 şagirtêd xwe şand, seva ku ewana dannasîn bikin, ewî wana cot-cot dişand (Lûqa 10:1). Heval-xizmetkar dikare alîkariya lazim bide wî merivî, tevî kîjanî ku dannasîn dike, mesele çaxê hevalê wî nişkêva dikeve dereca giran, yan jî nikare caba xweyê malê bide (Waîz 4:9, 10). Heval-xizmetkar dikare alî hevalê xwe bike ku ew jî bibe cêribandî û carna jî şîretê dikare bidê, ku alî hevalê xwe bike wekî ew dannasînkarekî baş be (Metlk. 27:17). Ew usa jî dikare hêlana bide hevalê xwe, mesele çaxê ewana ber dêrî sekinîne û hevalê wî dannasîn dike, hingê heval-xizmetkar dikare piştgiriya xeberdana wî bike (Fîlî. 4:8).
Evê Yekê Vê Mehêda Bide Xebatê:
Paşî dannasînkirinê, bêje wî merivî tevî kîjanî ku te dannasîn dikir, bira gilî ke hela ji xebardan yan jî ji kirêd te, ewî çi alîkarî stand.