Bide Xebatê Belavoka Teze, ku Derheqa Malperê Gilî Dike
Navê vê belavokê usa ne: “Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabêd Pirsêd Girîng?”. Li ser rûpêla paşin di vê belavokêda, sê pirs têne dayînê. Çaxê mecal çêdibe, ji merî bipirse ku caba kîjan pirsê ewê bixwesta bistanda. Û paşê dîna wî bide ser HÎNKIRINÊD KITÊBA PÎROZ > CABÊD JI KITÊBA PÎROZ, ku di Malpera meda ye, seva ku merî caba pirsa xwe bivîne. Li wir ewê usa jî bivîne cabêd van pirsa: Çi ye Padşatiya Xwedê? Û Padşatiya Xwedê wê çi Bike?
Belavokê bide destê meriya, ku alî wan bikî pêbihesin, hela çi dibêje Kitêba Pîroz derheqa axiriya meye pir baş, ku wê bin serwêrtiya Padşatiya Xwedê be.