Cûrek ji Pêşanînê
Birca Qerewiliyê 1 Nîsanê
“Îro evê belavokê em hemûyara bela dikin. [Xweyê malêra bide belavoka “Çi Hûn Derheqa Kitêba Pîroz Dişirmîş Dibin?”, û van pirsa bide wî yêd ku li ser rûpêla pêşin in. Dîna meriv bide li ser caba Kitêba Pîroz ji 2 Tîmotêyo 3:16, û hêlan ke wekî evê belavokê bixûne, çaxê wedê wî wê hebe.] Gelek meriv haşpê tune ne, wekî Kitêba Pîroz caba wan pirsa dide, mesele . . . . [Dîna xweyê malê bide li ser pirsêd sereke, yêd ku di gotara pêşinda nin di “Birca Qerewiliyêda”.] Di vê jûrnalêda tê şirowekirinê, wekî ça em dikarin caba pirsêd xwe di Kitêba Pîrozda bivînin”.
Hişyar Bin! Nîsan
“Îro gelek meriv berxwedikevin ji bo wan guhastina, yêd ku ewana di malbetada divînin. Mesele berê, dê û bav rêberiya zarêd xwe dikirin û wana hîn dikirin, lê niha di hine malbetada zar evê yekê hildidine destê xwe. Ça hûn dişirmîş dibin îro dê-bav zarêd xwe usa şîret dikin, çawa ku gerekê bibe? [Hîviyê be bira caba xwe bide.] Kitêba Pîroz dibêje, wekî şîretkirina zara gelek ferz e. [Bixûne Metelok 29:17.] Di vê jûrnalêda tê şêwirkirinê derheqa van rêberiya ji Kitêba Pîroz, yêd ku alîkariyê didin seva şîretkirina zara”.