Cûrek ji Pêşanînê
Birca Qerewiliyê 1 Cotmehê
“Em hemûyara evê jûrnala “Birca Qerewiliyê” nîşan dikin. [Rûyê jûrnalê nîşan ke.] Hine meriv difikirin ku tu kes duayên me nabihê, û em tenê badîhewa li ser vê yekê wedê xwe unda dikin. Lê yên din bawer dikin, ku Xwedê duayên wan dibihê. Hûn çi difikirin? [Hîviyê be ku caba xwe bide.] Dîna xwe bidinê hela Kitêba Pîroz derheqa dua çi dibêje. [Li ser rûpêla 4 ji vê “Birca Qerewiliyê”, bixûne Îşaya 30:19, kîderê ku ev rêz tê wekilandinê.] Di vê jûrnalêda hene îzbatkirinên usa, yên ku îzbat dikin ku Xwedê duayên me dibihê û caba me jî dide, çaxê em rast û li gora qirara wî dua dikin”.
Çawa Destpêkin Hînbûna Kitêba Pîroz bi Pirtûka “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”
Tu dikarî evê mêtodê bidî xebatê û dîna meriya bidî rûpêla 6: Dîna xweyê malê bide li ser wan pirsa, yên ku jêrê li ser vê rûpêlê têne dayînê û pirs ke: “Hûn derheqa van pirsa qe difikirîn?” Hergê xweyê malêra hewas e, hingê dîna wî bide li ser wan abzasa yên ku di vê kitêbêda nin, û caba pirsê didin. (Binihêre çargoşê ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, ya meha Çileyê sala 2006, rûpêla 3 (ru).) Hergê hûn tevayî têmê lêkolîn dikin, hesab kin ku hûn îda hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin.
Yan jî rûpêla 7 dikarî bidî xebatê, seva ku hînkirina Kitêba Pîroz destpêkî: Bixûne 3 cimlên ewlin, yên ku li ser vê rûpêlê ne. Paşê derbazî serê 3 be, û bide xebatê abzasên 1-3, seva ku nîşan kî wekî çawa hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dibe. Hevra xeber din derheqa serlêdana dubare, seva ku şêwir kî derheqa cabên wan pirsa, yên ku di serê 3-da nin.