Nema ji Koma Rêberiyê
Heval-Xizmetkarêd Meye Delal:
Em gelek şa ne ku destpêka vê sala mexsûsda, dikarin wera binivîsin! Çimkî xilaziya sala 2014, qirne temam dibe, ça Padşayî meyî hizkirî dêmek Îsa Mesîh, destpêkir nava dijminêd xweda serwêrtiyê bike (Zeb. 110:1, 2).
Destpêbûna vê sala xizmetiyê, li ser “Civaka Birca Qerewiliyê” ya hersalî, Komîtêya Welgerandina Kitêba Pîroze Dinya Teze, derxist Welgerandina Dinya Teze ya tezekirî, li ser zimanê Înglîzî. Ev welgerandina Kitêba Pîroze pir baş e, yê ku her kes dikare bistîne. Yahowa, rûnkiriya yêd ku bi ruh hatine kifşkirinê dabû xebatê, seva ku “Welgerandina Dinya Teze” derxe (Rom. 8:15, 16). Lema, hema ji bo vê yekê, ev welgerandin mexsûs dibe. Debeke hûn jî bi vê yekê qayîl in?
Nava gelek sala Komîtêya Nivîskariyê ya Koma Rêberiyê hê zêde dîna xwe didane welgerandina Kitêba Pîroz. Îro jî “Welgerandina Dinya Teze”, pêda yan jî bi para li ser 121 zimana dest dikeve. Em we hêlan dikin, wekî Yahowara nîşan kin, ku hûn çiqas dişêkirînin Kitêba Pîroz. Lema jî her roj evê kitêbê bixûnin û li ser wê dişirmîş bin. Bi vê yekê, hûnê hê nêzîkî Avtorê vê kitêbê bin, dêmek Yahowa Xwedê (Aqûb 4:8).
Çaxê em dibihên ku xûşk-birêd meye ezîz rastî cêribandina tên, em xemgîn dibin. Em fem dikin, ku carna dikare biqewime wekî xûşk-birêd mera çetin dibe şabûnê xwey kin, çaxê ewana rastî cêribandina tên. Mesele wan paşwextiya, malbetek di Asyayêda nişkêva rastî çetinayîke mezin hat, çaxê dest-piyê dayîkê kişiya. Ji bo vê yekê emirê vê malbetê pêda hate guhastinê. Sed heyf, ku qe hekîmek jî nikaribû alî wê bikirana û halê wê hinek sivikkirana! Mêrê vê kulfetê şev û roj bona wê xem dike û kêleka wê ye. Kur û du qîzêd wan jî bi dil û can piştgiriya dê-bavê xwe dikin. Bi vê yekê ewana meseleke baş didine mesîhiya. Ev malbeta baş, û usa jî her kes ji we, yêd ku rastî cûre-cûre cêribandina tên, dikarin şabûnê xwey kin ji bo wê yekê, ku karibûn wedê cêribandina, baweriya xwe qewî xwey kin (Aqûb 1:2-4). Yahowa guman dike rûnkiriyêd xwe û pezêd din, wekî emê bextewar bin, heger cêribandina teyax kin. Çimkî ji bo vê yekê emê bêne keremkirinê û emirê heta-hetayê bistînin! (Aqûb 1:12).
Sala par, li ser Êvara Bîranînê 19 241 252 meriv hatin. Bi rastiyê jî şabûneke çiqas mezine ku bivînin, wekî haqas merî pesnê Yahowa û Îsa Mesîh didin bi wê yekê, ku têne li ser vê civîna salê, ya ku seva cimeta Xwedê gelek ferz e! Wedê Êvara Bîranînê, dêmek nava meha Adarê û Nîsanêda, dengê mezine pesindayînê dihat ji wan du mîlyona meriva zêdetir, yêd ku ça pêşengêd komekdar qulix dikirin. Bi rastiyê jî, ev çiqas hewas e! Gelo tu şa nedibûyî gava pêhesiyaî, wekî ewêd ku wedê serlêdana berpirsiyarê mihalê qulix dikirin çawa pêşengêd komekdar, dikaribûn bihatana li ser civatê bona pêşenga yê ku berpirsiyarê mihalê derbaz dikir û şabûneke mezin bistandana hela hê wî çaxî jî, heger serlêdana berpirsiyarê meha Adar û Nîsanêda nîbû? Qulixkarêd bîlan fem dikin, ku çiqas ferz e di şixulê dannasînkirinêda û civatêda, xîret bin. Çaxê em pêda nav şixulê Xwedêda ne, hingê ev alî me dike ku qewî bimînin û bikaribin ji wan tişta xwe xwey kin, yê ku Şeytan dike wekî baweriya me sist ke û me ji riya rastiyê derxe (1 Korn. 15:58).
Xêncî vê yekê çiqas baş e kifş kin, wekî sala xizmetiyêye par, weke 277 344 meriv, tesmîlkirina xwe bi nixumandinê dane kifşê û niha ewana tevî xûşk-birêd xweye hemdinyayê li ser riya jîyînê sekinîne! (Met. 7:13, 14). Ev xûşk-birêd me, yêd ku teze hatine nixumandinê, hewcê piştgiriya me ne, seva ku timê baweriyêda “şidiyayî hîmgirtî bin” (Kols. 2:7). Berdewan kin hev du hêlan kin, ku bikaribin heta xilaziyê teyax kin (Met. 24:13). “Dil bidine ber tirsoneka, kêrî ketiya werin, hindava hemûyada sebira we hebe” (1 Têsln. 5:14). Xilaziyê jî, werên her kes ji me “her gav dua bikin”, û bêjin: “Bira Padşatiya te bê” (1 Têsln. 5:17; Met. 6:10, DT).
Bira xwendina vê kitêba “Hersalî”, we xweş bê. Xêncî wê yekê bizanibin wekî em her kesî ji we hiz dikin, çimkî hûn Yahowa hiz dikin!
Birêd we,
Koma Rêberiyêye Şedêd Yahowa