Cûrek ji Pêşanînê
Ça destpêkin hînkirina Kitêba Pîroz şemiya pêşin, meha cutmehê
“Îro em kin xeber didin tevî cînarêd we. Gelek ji wan meriya, tevî kîjana ku me xeber daye, gilî kirin wekî mirina merivêd nêzîk, ev heye derdekî mezin emirê wanda. Diqewime, hûn jî usa dişirmîş dibin? [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Ez dişirmîş dibim, wekî ev yek, wê dilê we xweş bê”. Nîşan ke rûpêla paşin ya “Birca Qerewiliyê”, 1 cutmehê, û tevayî binihêrin têma, ya ku bin pirsa ewlinda kifş kiriye, serda jî dikarî rêzek ji Kitêba Pîroz bixûnî. Jûrnalê wîra bihêle û hevra xeber din, wekî kîjan rojê tu dîsa rastî wî bêyî, seva ku xeberdî bona pirsa din.
Birca Qerewiliyê 1 cutmehê (oktobir)
“Em kin xeber didin tevî meriya û wana hêlan dikin ku Kitêba Pîroz bixûnin. Em zanin ku hine meriv dixwazin pêbihesin derheqa Kitêba Pîroz; lê yêd din naxwazin. Lê çi hûn dişirmîş dibin? [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Di Kitêba Pîrozda usa nivîsar e [Bixûne 1 Têsalonîkî 2:13.] Em bawer in ku hûn qayîl in bi wê yekê ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye. Lêma jî hêja ye ku vê kitêbê bixûnî. Di vê jûrnalêda kin tê gilîkirinê, ku Kitêba Pîroz pêda derheqa çi dibêje û çira gerekê mera hewas be ew bixûnin”.
Hişyar Bin! cutmeh
“Ez dixwazim pêbihesim, hela hûn çi dişirmîş dibin derheqa vê pirsê: Gelo heger merî, xwayê hebûn û perê mezin nîne, dikare lezetê bibîne? [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Dîna xwe bidê, ku çi dibêje Kitêba Pîroz. [Bixûne 1 Tîmotêyo 6:8.] Vê jûrnalêda tê gilîkirinê, wekî ça xwey kin nihêrandina rast li ser hebûnê û pera. Usa jî li vir tê gilîkirinê derheqa sê tiştêd qîmet, yêd ku bi pera nayê kirînê”.