Cûrek ji Pêşanînê
Ça Destpêkin Hînkirina Kitêba Pîroz Şemiya Pêşin, di Meha Sibatêda
“Dişirmîşbûna meriya derheqa Kitêba Pîroz cûre-cûre ye. Hineka bawer dikin ku ew Xebera Xwedê ye, yêd din jî dibêjin ku ew ne mîna kitêbêd dinêna ye. Lê hûn derheqa Kitêba Pîroz çi dişirmîş dibin?” Hîviyê be, bira caba xwe bide. Nîşan ke rûpêla paşin ya “Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê û tevayî binihêrin têma, ya ku bin pirsa ewlinda kifşkirî ye, û serda jî dikarî rêzek ji Kitêba Pîroz bixûnî. Jûrnalê wîra bihêle û hevra xeber din, wekî kîjan rojê tu dîsa rastî wî bêyî, seva ku xeber dî bona pirsa din.
Birca Qerewiliyê 1 Sibatê
“Gelek meriv hizreta wê yekê ne, ku şer bêne kutakirinê. Bi dişirmîşbûna we, gelo wê rojeke usa bê, çaxê dinya bi edilayiyê tije be? [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Dîna xwe bidê, wekî Kitêba Pîroz çi soz dide. [Bixûne Zebûr 46:9.] Lê hewas ew e, wekî qewimandinêd ku wedê şerê hemdiniyayêye pêşin û paşê wê qewimîn, gumanê didine me ku zûtirekê Xwedê, wê evê sozê xwe, wekî şer wê heta-hetayê kuta bin, bîne sêrî. Ev jûrnal derheqa vê yekê, şirowedike”.
Hişyar Bin! Sibat
“Em kin xeber didin tevî meriya derheqa problêmeke belabûyî. Mesele îro, wede têrê meriya nake ku bikaribin hemû tiştî pêra bigihînin. Ça hûn dişrmîş dibin, dibeke ev yek lema diqewime, ku şixulêd me gelek in, yan jî em badîheva gelek wedê xwe xerc dikin?” [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Geleka nizanin ku Kitêba Pîroz şîretêd kêrhatî dide, seva ku alî me bike, wekî em bikaribin wedê xwe rast bidine xebatê. Li vir meselek heye. [Bixûne Fîlîpî 1:10a.] Di vê jûrnalêda tê gotinê derheqa 4 tişta, yêd ku alî geleka kiriye, ku wedê xwe bi bîlaniyê bidine xebatê”.