Heger Kesek Dibêje
“Çira hûn heywana nakine qurban?”
Hûn dikarin usa bêjin: “Heger qulixkar bi rastiyê dixwaze dilê Xwedê xweş bê, ew ji aliyê xweda dixebite ku bi guhdarî hemû temiyêd wî biqedîne. Ça hûn dişirmîş dibin seva Xwedê çi hê ferz e; wekî gura temiyêd wî bikin, yan jî rojêd kifşkirî, heywana wîra bikine qurban? . . . (1 Sm. 15:22; Mtl. 21:3; Mx. 6: 6-8).”
Yan jî hûn dikarin bêjin: “Carna di qulixkirina Xwedêra merî heywana dikine qurban û ev yek wanara dibe edet. Ça hûn dişirmîş dibin, çaxê heywana dikine qurban, nêta wê çi ye? . . .”
Dereceke din: “Di Kitêba Pîrozda jî hatiye nivîsarê derheqa qurbankirinê, ev heye serhatî derheqa Birahîm pêxember, çaxê ji wî hatibû dewakirinê wekî kurê xwe bike qurban. Ji vê serhatiyê em dikarin tiştêd baş hîn bin, mesele derheqa baweriyê û guhdariyê (Hûn dikarin hine par ji Destpêbûn 22:1-18 bixûnin).