Çawa Destpêkin Hînbûna Kitêba Pîroz bi Pirtûka “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”
Tu dikarî evê mêtodê bidî xebatê û dîna meriya bidî rûpêla 6: Dîna xweyê malê bide li ser wan pirsa, yêd ku jêrê li ser vê rûpêlê têne dayînê û pirs ke: “Hûn derheqa van pirsa, qe dişirmîş dibûn?” Hergê xweyê malêra hewas e, hingê dîna wî bide li ser wan abzasa yêd ku di vê kitêbêda nin, û caba pirsê didin. (Binihêre çargoşê ji “Qulixkirina Meye Padşatiyê”, ya meha Çileyê sala 2006, rûpêla 3.) Hergê hûn tevayî elametiyê dinihêrin, hesab kin wekî hûn îda hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin.
Yan jî rûpêla 7 dikarî bidî xebatê, seva ku hînkirina Kitêba Pîroz destpêkî: Bixûne 3 cimlêd ewlin, yêd ku li ser vê rûpêlê ne. Paşê derbazî serê 3 be, û bide xebatê abzasêd 1-3, seva ku nîşan kî wekî çawa hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dibe. Hevra xeber din derheqa serlêdana dubare, seva ku şêwir bikî derheqa cabêd wan pirsa, yêd ku di serê 3-da nin.
Çawa serlêdana dubare bikin: Çaxê şêwirkirina xwey pêşin tevî xweyê malê xilaz kî, wîra xeber de wekî paşê hûnê şêwirkirinê berdewan kin. Tu dikarî bêjî: “Nava çend deqada, em pêhesiyan wekî derheqa vê pirsê Kitêba Pîroz çi hîn dike”. Careke din em dikarin şêwir bikin [Pirsekê dayne, ku paşê bikaribî şêwir bikî]. Ez dikarim heftiya din vî wedeyîda bêm?”