Cûrek ji Pêşanînê
Ça Destpêkin Hînkirina Kitêba Pîroz Şemiya Pêşin, di Meha Tîrmehêda, bi kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke û nasiya xwe bidê. Paşê jî dikarî usa bêjî: “Her kes ji me derheqa Birahîm pêxember bihîstiye. Ew bi rastiyê jî merîkî bi nav û deng bû. Em dixwazin wera derheqa qewimandinekî gilî kin, ya ku di emirê Birahîmda qewimî”. Xweyê malêra gilîke serhatî derheqa şivanêd Birahîm û Lût. Ev serhatî li ser hîmê kitêba Destpêbûn, serê 13:1-12 hatiye nivîsarê. (Hergê tu divînî ku merî Kitêba Pîroz qebûl nake, wê baş be wekî wedê serlêdana xweye pêşin Kitêba Pîroz venekî û nejî dîna xwe bidî ser.) Paşê vê yekê dikarî pirs kî: “Em çi dikarin ji vê serhatiyê hîn bin?” Hîviyê be, bira merî caba xwe bide û guh bidê çaxê ew xeber dide. Paşê dikarî zêde kî: “Birahîm merîkî şkestî bû; û ew hîşt wekî pêşiyê kurê birê wî bijartina pêşin bike. Bi kirêd xweye usa, Birahîm hindava kurê birê xwe qencî da kifşê”. Dîsa zêde ke: “Hergê em çev didine Birahîm û qencî meriyara dikin, hingê Xwedê wê me ça Birahîm qebûl ke. Lê tê bîra we, wekî kurê birê wî Lût, ew erd xwera bijart, ya ku gelek baş dihate kifşê? [Xweyê malêra nîşan ke kitêba “Serhatiyêd Kitêba Pîroz”, û serê 15 veke.] Careke din ez dikarim bêm û wera gilî kim ku çi hate serê Lût û malbeta wî”. Kitêbê, xweyê malêra bihêle.
“Mizgîniya Xwedê seva Meriya”.
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke û nasiya xwe bidê. Paşê vê yekê dikarî bêjî: “Gelek merî ji bo halê dinyayê berxwe dikevin. Ça hûn dişirmîş dibin wê bê wedê usa çaxê halê dinyayê aliyê başda wê bê guhastinê?” [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Gelek merî ecêbmayî dimînin ji bo wê yekê gava pêdihesin ku di Nivîsarêd Pîrozda tê gotinê derheqa mizgîniya xêrê, ya ku gumanê dikare bide me. Li vir çend pirs hene, caba kîjanî ku Kitêba Pîroz dide”. Broşûrê bidê, û bêje ku bira xwexa bijbêre ew pirsa ku wîra gelek hewas e û yê ku li ser rûpêla paşin di vê broşûrêda hene. Paşê jî derbazî serî be û hînkirinê nîşan ke. Hevra derheqa serlêdana dubare xeber din, û pirsa din ji vî serî careke mayîn şêwir bikin.
“Guh bide Xwedê” yan “Guh Bide Xwedê û Bijî Heta-Hetayê”.
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke û nasiya xwe bidê. Paşê dikarî bêjî: “Îro em tevî meriya derheqa milyaketa xeber didin. Geleke qayîl dibin bi wê yekê, ku ça milyaketêd baş usa jî milyaketêd zulm hene. Lê hûn çi dişirmîş dibin? (Hîviyê be, bira caba xwe bide) Di Nivîsarêd Pîrozda tê gilîkirinê derheqa wê yekê ku çawa milyaketêd zulm ketine dinê. Usa jî ev me hîn dike, wekî çawa em dikarin xwe ji wan milyaketa xwey kin. Mesele, Nivîsarêd Pîroz derheqa Nuh pêxember mera gilî dikin. Hilbet we jî derheqa Nuh pêxember bihîstiye?” (Hîviyê be, bira caba xwe bide) Paşê jî kin gilî ke derheqa qewimandineke ferz, ya ku di emirê Nuhda qewimî. Tu dikarî broşûrê li ser rûpêla 12 vekî û hergê derece dest dide, dikarî tevî xweyê malê şêwir bikî heta rûpêla 15) paşê dikarî bêjî: “Careke din em dikarin hê zêde şêwir bikin ku çawa dikarin xwe ji milyaketêd zulm xwey kin”. (Ser serlêdana dubare tu dikarî bidî xebatê fikirêd sereke ji vê biroşûrê “Ruhêd Miriya”).