Cûrek ji Pêşanînê
Belakirina Broşûrê “Riya Edilayê û Bextewariyê”, di Meha Hezîranêda
Pêşiyê çawa ku bi edet lazim e, merî silav ke û nasiya xwe bidê. Paşê jî dikarî usa bêjî: “Îro em têne cem meriya û xeber didin derheqa wê yekê, ku çira roja îroyîn haqas kul-derd rastî me tên. Ça hûn dişirmîş dibin, çira merî diçerçirin?” [Hîviyê be, bira caba xwe bide.] Ew ku merî haqas diçerçirin û rastî kul-derda tên, qirara Xwedê nîbû. Xwedê me hiz dike û bona me xem dike. Xêncî wê yekê qewata wî digihîjê, wekî kul-derda bide hildanê. Ez dixwazim evê broşûrê wera nîşan kim, kîderê ku tê şirowekirinê wekî serê-sêrîda qirara Xwedê seva erdê çi bû”. [Veke broşûra “Riya Edilayê û Bextewariyê”, rûpêla 12 û 13 û şêwir bike derheqa sozêd Xwedê. Paşê jî xweyê malêra broşûrê bihêle.] Kutasiyê dikarî usa bêjî: “Dibeke hûn dişirmîş dibin, ku hergê Xwedê meriya hiz dike û qewata wî jî heye wekî kul-derda bide hildanê, gelo çira ew halê me rast nake? Careke din, ez dixwazim bêm û tevî we xeber dim derheqa wê yekê, ku çira Xwedê dihêle wekî kul-derd hebin”. [Li ser serlêdana dubarê tu dikarî destpêkî xeberdanê bi şêwirkirina gotarê, ya ku li ser rûpêla 24 heye di vê broşûrêda “Riya Edilayê û Bextewariyê”, yan jî şêwir bike li ser hîmê broşûra “Mizgîniya Xwedê seva Meriya” serê 8.]
Yan jî tu dikarî usa bêjî: Îro em têne bal meriya û xeber didin derheqa wê yekê, ku çi lazim e seva ku malbet bextewar be. Cem min broşûrek heye, kîderê ku tê gilîkirinê serhatî derheqa du malbeta. Di malbetekêda timê edilayî hebû, û heleqetiya wan jî tevî hev baş bû. Zar qedirê dê-bavê xwe digirtin. Çaxê cem wan problêm pêşda dihatin, hingê wana tevayî ev problêm safî dikir. Lê di malbeteke dinda, edilayî tune bû. Ewana timê tev hev şer dikirin. Zar, qedirê dê-bavê xwe nedigirtin. Ça hûn dişirmîş dibin, çira orta van du malbeta firqiya usa mezin hebû? Ez dixwazim evê broşûrê wera bihêlim. Û hûn dikarin ewê bixûnin û pêbihesin ku çira malbeta pêşin usa bextewar bû. Ez bawer im wekî xwendina vê gotarê wera wê hewas be. [Paşê wê yekê dikarî evê broşûrê “Riya Edilayê û Bextewariyê” xweyê malêra bihêlî.]