Cûrek ji Pêşanînê
“Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabêd Pirsêd Girîng?”
Belavokê, xweyê malêra bide wekî ew bikaribe navê wê jî bivîne, û bêje: “Roj xêra we. Em di kampaniya hemdinyayêda kar dikin, seva belakirina evê elametiya ferz. Eva belavoka seva we ye”.
Hergê malê kesek tune, hingê dikarî evê belavokê ciyê usa daynî, ku ne berbi çev be seva hemû meriya, û hergê ne hewce ye lazim nîne ewê qet kî.
Hergê xweyê malêra ev yek hewas e, yan jî ew dixwaze derheqa vê yekê xeber de, tu dikarî ji wî pirs kî, hela çi ew dişirmîş dibe derheqa pirsa ku li ser rûpêla pêşin e. Belavokê veke, û xweyê malêra nîşan ke, ku çi tê gotinê di kitêba Zebûr 119:144, 160-da. Şiroveke, wekî di vê belavokêda heye elametî derheqa Malperê, ya ku dikare alî wî bike ku bikaribe di Kitêba Pîrozda cabêd rast bivîne. Tu dikarî wîra vêxî û nîşan kî vîdêo bi navê “Çira Hîn bin Kitêba Pîroz?” Heta ku tu herî, dîna xweyê malê bide ser sê pirsa, yêd ku di vê belavokêda li ser rûpêla paşin in. Û pirs ke hela derheqa kîjan ji van pirsa ew dixwaze hê zêde pêbihese. Derheqa serlêdana dubare xeber de, wekî tu bêyî û tevî wî şêwir bikî hela ça Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide. [Cabêd van pirsa tu dikarî li ser jw.org bivînî. Binihêre HÎNKIRINÊD KITÊBA PÎROZ > CABÊD SER PIRSÊD DERHEQA KITÊBA PÎROZ]
Hergê hûn usa jî bela dikin teglîfkirina li ser civata mezin, hingê çaxê xweyê malêra belavokê didî, dikarî evî teglîfkirinê jî bidî û bêjî: “Xêncî wê yekê, em dixwazin we teglîf kin ser qewimandinekê ku nêzîk dibe. Hatina we bê pere ye”.
Hergê kesek dibêje: “Ez naxwazim dînê kal-bavê xwe înkar kim”.
Hûn dikarin usa bêjin: “Ez jî qedirê kal-bava digirim. Û em hemûşk jî zanin wekî ewana gelek qedirê pêxembera digirtin, mesele Birahîm, Îbo û Dawid pêxember. Ez dixwazim wera nîşan kim wekî yek ji van pêxembera, dêmek Îbo çi gotibû. [Tu dikarî bixûnî yan jî bi ezberî biwekilînî Îbo 14:1]. Ça hûn dişirmîş dibin, emirê me timê wê usa be?” [Paşê evê belavokê bide xebatê: “Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabêd Pirsêd Girîng?”]
Hergê kesek dibêje: “Hebandina min cûrekî mayîn e”.
Hûn dikarin usa bêjin: “Ez şam e ku rastî merivekî usa hatim, yê ku Xwedê bawer dike”. Cem min belavokek heye li ser zimanê me, kîderê ku cabêd wan pirsa têne dayînê, derheqa çi jî merivêd ku Xwedê bawer dikin dişirmîş dibin”. [Paşê evê belavokê bide xebatê: “Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabêd Pirsêd Girîng?”]