Bernama seva Heftiya ji 11 Tebaxê
HEFTIYA JI 11 TEBAXÊ
Kilama 30 û Duakirin
Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
bh Serê 9, abz. 1-5, rûp. 218-219 (30 deqe)
Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: Jimar 7-9 (10 deqe)
№ 1: Jimar 9:9-23 (4 deqe yan hê kêm)
№ 2: Padşatiya Xwedê, wê Nexweşiyêd Bedenê, bi Temamî Bide Hildanê (td 22B) (5 deqe)
№ 3: my Serhatî 76 (5 deqe)
Civata Qulixiyê:
Kilama 16
5 deqe: “1914-2014: Sed Salê Serwêrtiya Padşatiyê!” Şêwirkirin. Bixûne abzasa ku jorê li ser vê rûpêlê nivîsar e. Parêd ji Civata Qulixiyê di vê mehêda wê dîna me bidin ser Padşatiyê. Gilî ke derheqa civatêd seva dannasînkirinê, yêd ku wê bêne sazkirinê.
10 deqe: “Bide Xebatê Belavoka Teze, ku Derheqa Malperê Gilî Dike”. Şêwir bike derheqa fikirêd ku di belavokêda hene. Temaşê nîşan ke, wekî çawa qulixkar belavokê bela dike, û paşê bi mobîla xwe yan jî bi tiştêd dinêye elektronîk dîna merî dide ser jw.org.
15 deqe: “Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Derheqa Padşatiyê bi Baweriyê Xeber de”. Şêwirkirin. Bila du qulixkar evê temaşê nîşan kin: Qulixkarek di mixaziyêda hîviya siriya xweye. Merivê ku kêlekê sekiniye, dinihêre rojnemaya deng-besa û dibêje: “Eva dinya bi problêma tije ye! Her kes dişirmîş dibe, wekî cem wan hene cab ku van problêma safî kin. Lê çiqas diçe, haqas halê dinyayê hê xirab dibe”. Qulixkar xwera dişirmîş dibe û dibêje: “Ez gerekê derheqa Padşatiyê bêjimê!”. Paşê qulixkar dibêje: “Ez tevî we qayîl im. Bi rastiyê jî haqas deng-besêd xirab em dibihên. Lê ez dixwazim evê belavokê wera bidim. Ev malper derheqa çi jî di vê belavokêda tê gilîkirinê, bi rastiyê jî alî min kir, wekî bivînim cabêd pirsêd girîng”. Qulixkar dîna xwe dide li ser fikirekî ji vê belavokê, û merî jî hewasa xwe hindava vê yekê dide kifşê.
Kilama 47 û Duakirin