“Ez Wî Nikarim Dîsa Malda Bigirim!”
Dibeke te jî giliyê usa derheqa kesekî gotiye, yê ku hewasa xwe hindava Mizgîniyê dabû kifşê. Hela hê wî çaxî jî, gava tu çend cara dihatî cem vî merivî, te nikaribû avda ew tuximê rastiyê, yê ku te daçikand (1 Cor. 3:6). Mesele, çaxê qulixkarêd cêribandî nikarin kesekî malda bigirin, ewana xweyê malêra nema dinivîsin yan jî derîda edebyetekî dihêlin. Çaxê qulixkar rastî merivêd usa tên, kîjana ku wê nikaribin malê bivînin, ewana dikarin bi taktîkî hejmara têla wan bixwazin. Hergê em têne cem xweyê malê, yan jî bi nema, e-nema, bi têlê wîra şedetiyê didin, yan jî ber derî edebyatekî dihêlin û têlê dixin, wî çaxî ev dikare bê hesabê serlêdana dubare. Hergê em nikarin malda meriya bigirin jî, yeke em dikarin hewasa wan hindava Mizgîniyê nedine undakirinê.