Hîn be ku di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî, Çaxê Nivîsandina Dikî
Timê “haş ji xwe û hînkirina xwe hebe” (1 Tîmt. 4:16). Ev şîreta Pawlosê şandî Tîmotêyora, dide kifşê ku em gerekê ji aliyê xweda hemû tiştî bikin, wekî di qulixkirinêda hê cêribandî bin. Û firqî tunê em teze destpêdikin dannasîn bikin, yan jî îda cêribandî ne. Di vê yekêda wê alî me bike rêza gotarêd teze, kîjan ku di “Qulixkirina Meye Padşatiyêda” wê hebe, bi navê usa: “Hîn be ku di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî”. Di her gotarekêda wê bê gilîkirinê derheqa wê yekê, ku çawa di dannasînkirinêda hê cêribandî bin, û hine şîret jî wê bêne dayînê derheqa wê yekê ku çawa pêşda herin. Her kes tê hêlankirinê, wekî nava vê mehêda evan şîreta bide xebatê. Lê xilaziya mehê, wedê “Civata Qulixiyê” mecala me wê hebe ku caba xwe bidin, û bêjin wekî çi kar me ji vê yekê sitandiye, çaxê dixebitîn ku cêribandî bin. Di vê mehêda em têne hêlankirinê ku nivîsandina bikin, dêmek binivîsin derheqa wan meriya, yêd ku dixwazin hê zêde pêbihesin.
Ev Yek Çira Ferz e: Seva ku biqedînin temiya ku mera hatiye dayînê, em gerekê xêncî dannasînkirinê hê zêde tişt bikin. Mesele em gerekê dîsa bên cem wan meriya, yêd ku guhê xwe dane me û wana hîn kin. Dêmek em gerekê nav wanada avdin tuximê rastiyê, kîjan ku me daçikandiye (Met. 28:19, 20; 1 Korn. 3:6-9). Ev tê hesabê wekî bivînin ewî merivî yê ku guhê xwe dabû me, xeber din derheqa problêmêd wî û berdewan kin xeberdana xweye pêşin. Lema jî çaxê em ewî merivî bivînin, hingê gelek ferz e wekî em derheqa wî nivîsandina bikin.
Çawa Bikin:
• Bawer be ku wedê dannasînkirinê, cem te hene tiştêd bona nivîsandinê. Nivîsarêd te bira femdarî, rast û tezekirî bin. Gava te xeberdana xwe xilaz kir, pêra-pêra nivîsandina bike.
• Nivîsandinêd xweda derheqa xweyê malê binivîse. Mesele binivîse, nav, navnîşan, hejmara têla wî yan jî e-name (e-mayîl). Te dîna xwe dayê ku çi dikare wî û malbeta wîra hewas bê?
• Hûr bi hûr binivîse derheqa xeberdana xwe. Te kîjan rêz xwend? Xweyê malê derheqa baweriya xwe çi got? Kîjan edebiyet te wîra hîşt? Binivîse kîjan sihetê, kîjan rojê û çendê mehê tu hatî.
• Binivîse ku cara din çaxê tu bêy, tê çi bikî. Te derheqa çi soz dabû, ku xeber dî? Te wîra wedê hatina xwe got?
• Her car çaxê tu serlêdana dubare dikî, timê nivîsandinêd xwe teze ke. Di vê yekêda tiştekî nerast tune, heger di nivîsandinêd xweda tu tiştêd usa jî binivîsî çi ku ne hewce ye.
Evê Yekê Vê Mehêda Bide Xebatê:
• Çaxê tu nivîsandinêd xwe dikî, bêje wî heval-xizmetkarê xwera yê ku tevî te dannasîn dike, bira binihêre hela te çi nivîsî.