Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Dişirmîş be Derheqa Meriya
Ev yek Çira Ferz e: Îsa derheqa her merivekî başqe dişirmîş dibû, û ewî bi hizkirinê ev yek dida kifşê. Mesele carekê çaxê Îsa rastî merivekî ker hat, dilê wî bona wî merivî şewitî. Lema jî Îsa ji elaletê ew başqe kir û qenc kir (Marq. 7:31-35). Îsa şagirtêd xwe jî rind fem dikir. Dêmek ewî fem dikir wekî çiqas digihîje qewata wan ku bikaribin fem bikin û çiqas na, lema jî ewî carekîra gelek tişt şagirtara gilî nedikir (Yûhn. 16:12). Hela hê niha jî çaxê Îsa li ezmên e, ew dîsa jî derheqa meriya dişirmîş dibe (2 Tîmt. 4:17). Em jî çawa qulixkarêd Îsa, dixwazin di vê yekêda çev bidine wî (1 Pet. 2:21; 1 Yûhn. 3:16, 18). Xêncî wê yekê emê bikaribin dannasînkirinêda serfiraz bin, hergê derheqa xweyê malê dişirmîş dibin. Mesela, hildin hesab derecêd û xemêd meriya, û usa jî xeber din derheqa wan tişta çi ku wanara hewas e. Hergê xweyê malê divîne, wekî tu ne ku tenê seva wê yekê hatî, ku mizgînî yan jî edebyeta bihêlî, usa jî şexsî seva wî jî dişirmîş dibî, hingê ewê hê hazir be guh bide te.
Evê yekê Vê Mehêda Bide Xebatê:
Wedê qulixkirina tevî malbetê, hazir be û temaşê nîşan ke, wekî çawa tu dannasîn dikî û pêşanîna xwe usa diguhêzî, ku xeberdî tevî meriya, derheqa tiştêd ku wanara hewas e.
Birê ku civata dannasînkirinê derbaz dike, dikare şêwir bike derheqa wê yekê ku çawa em dikarin nîşan kin, wekî derheqa meriya dişirmîş dibin yan jî dikare evê yekê bi temaşê nîşan ke.