Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Destpêke Xeberdanê, seva ku Şedetiya Neformal Bidî
Ev yek Çira Ferz e: Çaxê em mal bi mal dannasîn dikin, em divînin ku gelek merî malda nînin. Lema jî em dikarin tevî wan xeber din çaxê em tiransportêda nin, yan jî çaxê nexweşxanêda hîviya siriya xwe ne. Usa jî em dikarin tevî wan xeber din, çaxê xebatêda yan jî mektebêda wedê hêsabûna me tê. Xêncî vê yekê, derecêd din jî hene. Qirara Yahowa ew e, wekî mecala hemû meriya hebe, ku bikaribin mizgîniya Padşatiyê bibihên (1 Tîmt. 2:3, 4). Seva ku şedetiyê bidin, em gerekê ji aliyê xweda bixebitin ku xeberdanê destpêkin.
Evê Yekê Vê Mehêda Bide Xebatê:
Ji aliyê xweda bixebite ku her heftiyê bikaribî xeberdanê destpêkî bi vî nêtî, ku şedetiya neformal bidî.