KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • lmd dersa 2
  • Bi Tebiyetî Xeber din

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Bi Tebiyetî Xeber din
  • Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Mesela Fîlîpo
  • Em ji Fîlîpo Çi Hîn Dibin?
  • Çev Bidine Fîlîpo
  • Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Destpêke Xeberdanê, seva ku Şedetiya Neformal Bidî
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Bikevine Heyra Meriva
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • “Mizgîniya” Derheqa Îsa Bela Dikin
    Şedetiyê Bidin Derheqa Padşatiya Xwedê
  • Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Dikevine Xeberdanê ku Şedetiyê Bidin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Hê Zêde Binihêre
Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
lmd dersa 2

XEBERDANÊ DESTPÊKIN

Fîlîpo tevî wezîrê Etyopî ketiye xeberdanê, yê ku erebêda kitêba gulometkkirî dixûne.

Kar. Şand. 8:30, 31

DERSA 2

Bi Tebiyetî Xeber din

Prînsîp: “Çiqas xweşe her xeber wextê xweda!” (Metlk. 15:23).

Mesela Fîlîpo

Fîlîpo tevî wezîrê Etyopî ketiye xeberdanê, yê ku erebêda kitêba gulometkkirî dixûne.

VÎDÊO: Fîlîpo Şedetiyê Dide Wezîrekî Etyopî

1. Binihêrin VÎDÊO, yan jî bixûnin Karên Şandiya 8:30, 31. Paşê van pirsa şêwir kin:

  1. Fîlîpo ça xeberdan destpêkir?

  2. Çira ev cûrê destpêkirina xeberdanê tebiyetî bû û ça bi saya vê yekê wezîrê Etyopî tiştekî teze pêhesiya?

Em ji Fîlîpo Çi Hîn Dibin?

2. Hergê em bihêlin wekî xeberdan bi tebiyetî berdewam be, dibeke merivra diha hêsa be tevî me bikeve xeberdanê û guh bide me.

Çev Bidine Fîlîpo

3. Dîna we ser her tiştî be. Hûn dikarin derheqa vî merivî gelek tişt pêbihesin, hergê dîna xwe bidine jêst û rêaksiya sifetê wî û cûrê xeberdana wî. Gelo tê kifşê ku ew dixwaze tevî we xeber de? Hûn dikarin pirseke hêsa ser hîmê Kitêba Pîroz bidine wî, mesele “Te zanibû, wekî . . . ?” Destê zorê tevî wî merivî nekevine xeberdanê, yê ku naxwaze xeber de.

4. Sebirê bidine kifşê. Nefikirin wekî hûn gerekê derbêra derheqa rastiya Kitêba Pîroz tevî meriv xeber din. Gava mecal vebe wekî bi tebiyetî vê yekê bikin, wî çaxî hûn îda dikarin derheqa Kitêba Pîroz xeber din. Cara diqewime wedê serlêdana duda mecal bona vê yekê vebe.

5. Bona her dereca hazir bin. Diqewime meriv destpêke derheqa tiştekî usa xeber de, ku hûn ne jî hîviyê bûn. Lema jî hazir bin, wekî derheqa van tişta tevî wî xeber din, çi ku wîra ferz e, ne ku çi we hazir kiriye wekî jêra bêjin.

USA JÎ BINIHÊRIN

Waîz 3:1, 7; 1 Korn. 9:22; 2 Korn. 2:17; Kols. 4:6

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin