KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • ijwyp serê 124
  • Ça Ez Dikarim Xeberdana Xwe hê Baş kim?

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Ça Ez Dikarim Xeberdana Xwe hê Baş kim?
  • Pirsên Cahila
  • Binserî
  • Têmên Mîna Wê
  • Çima rû bi rû xeber din?
  • Çawa xeberdanê destpêkin?
  • Hîn be wekî di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî; Destpêke Xeberdanê, seva ku Şedetiya Neformal Bidî
    Qulixkirina Meye Padşatiyê 2014
  • Bikevine Heyra Meriva
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Bi Tebiyetî Xeber din
    Meriva Hez kin—Şagirta Hazir kin
  • Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Dikevine Xeberdanê ku Şedetiyê Bidin
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2018)
Hê Zêde Binihêre
Pirsên Cahila
ijwyp serê 124
Gede tevî hevaldersxanên xwe xeber dide wedê hêsabûnê.

PIRSÊN CAHILA

Ça Ez Dikarim Xeberdana Xwe hê Baş kim?

Vê gotarêda

  • Çima rû bi rû xeber din?

  • Çawa xeberdanê destpêkin?

  • Cahilên din çi dibêjin

Çima rû bi rû xeber din?

Hine meriv dibêjin ku xeberdana rû bi rû diha çetin e, ne ku hergê pê SMS xeber din.

“Tu diha dikevî strêsê gava rû bi rû xeber didî, çimkî tu nikarî tu tiştî temiz kî yan jî biguhêzî”—Anna.

“Xeberdana bi SMS mîna bernamê ye, ya ku pêşda hatiye nivîsandinê, lê xeberdana rû bi rû ew mîna bernama zindî ye. Çaxê ez tevî kesekî xeber didim, hişê minda ev gilî ne, ‘Tiştekî şaş nebêje!’”—Cîn.

Zû yan dereng, wê tera lazim be hîn bî ça rû bi rû tevî meriva xeber dî. Mesele, tu gerekê hîn bî ça hevala qazanc kî, xebatê xwera bivînî, yan jî çaxê destpêkî rastî kesekî bêyî.

Bi rastî, xeberdana rû bi rû ne jî usa çetin e. Tu dikarî hîn bî û bizanibî ça xeber dî, wî çaxî jî hergê tu yekî şermoke yî.

Ronayî.

Şîret: Ber xwe nekeve hergê wedê xeberdanê tu şaşiya dikî. Ev yek mîna ajotina bîsîklêtê ye. Diqewime wedê hînbûna ajotina bîsîklêtê tu “çend” cara bikevî, lê çiqas tu hê zêde bajoyî tê diha ajotinêda cêribandî bî û tuyê şabûnê ji ajotinê bistînî.

“Tu gerekê bona vê yekê hazir bî ku carna tê tiştekî şaş bêjî û ji bo vê yekî şerm kî. Tu nikarî timê xwe kontrol kî”—Nîl.

Çawa xeberdanê destpêkin?

  • Pirsa bidin. Bifikire derheqa vê têmê ya ku dikare merivra hewas be û destpêke derheqa vê têmayê xeber de. Mesele:

    “Tu havînê ku hêsa bûyî?”

    “Tu qe rastî vê malperê hatî? Ew malpereke gelek hewas e.”

    “Te bihîstiye derheqa . . . ?”

    Usa jî tu dikarî bifikirî derheqa vê yekê, hela kîjan têma we herda xweş tê û wera hewas e. Mesele, diqewime hûn herdu jî diçûne mektebekî yan jî xebata we yek e? Pirsa ser hîmê wan têma bide, kîjan ku bona we nas e.

    Du gedên cahil mektebêda wedê nan-xwarinê derheqa fûtbolê xeber didin.

    “Bifikire derheqa wan pirsa yên ku tu hesab dikî, wekî hewas in û teyê bi rastî bixwesta caba wan pirsa bistanda”—Marîta.

    Ronayî.

    Şîret: Pirsên ku jorê hatibûne dayînê, wê alî we bikin xeberdanê destpêkin. Hergê mecal vedibe, pirsên kûr bide, wekî meriv ne ku tenê cab bide “erê” yan “na”, lê cabên xwe şiroveke. Mesele tu dikarî bipirsî, “Fîlmêda kîjan dereca tê xweş tê?” Ser vê pirsê meriv wê hê zef tera tişt bêje, ne ku hergê tu pirs kî, “Ev fîlm te xweş hat?”

    Fesal bin: Meriva eciz nekin û pirs pey pirsa nedin. Usa jî fesal bin ku pirsên şexsî nedin. Mesele pirsên usa ça “Tu diha zêde ji çi ditirsî?” yan “Çima tu timê kincê reş xwe dikî?” dikarin usa bikin, ku meriv xwe cûrekî texmîn ke. Pirsa duda dikare usa bê kifşê tê bêjî tu meriva bêhurmet dikî.

    Usa jî lez nekevin nihêrandina xwe merivra bêjin, heta ku ewî caba xwe nedaye ser pirsa we. Hergê kin bêjin, bira xeberdana we nebe qisekirin.

    Gedek kîjan kincê polîsa xwe kiriye ser kaxazê tiştekî nîşan dike. Pêşiya wî gede sekinî ye, yê ku ditirse û ser çevê wî dibiriqe.

    Gelo xeberdana te mîna qisekirinê ye û tu pirs pey pirsa didî?

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Meremê dilê mêriv avên kûr in, lê merivên bîlan wan hildiçinin” (Metelok 20:5).

  • Rind guh bidin. Seva ku xeberdana we hewas berdewam be, gerekê bîra teda be, ku hê ferz e tu guhdar bî ne ku xeber dî.

    “Min nêt xwera daniye, wekî her car çaxê ez tevî kesekî xeber didim tiştekî teze bona wî pêbihesim. Paşê, ez bîra xweda xwey dikim çi ku ewî got, seva ku minra hêsa be li gora vê yekê pirsa bidim û xeberdanê berdewam kim”—Tamara.

    Ronayî.

    Şîret: Ber xwe nekeve hergê xeberdan berdewam nabe û tu nizanî derheqa çi xeber dî. Dîna xwe bide tiştên dor-berê xwe. Firqî tune tu mektebêda nî, ser xebatê yî yan jî ser qewimandineke ferz, ciyê te dikare bibe hîmê xeberdana te. Mesele tu dikarî hevalxebatkarê xwe bipirsî, “Riya te heta xebatê çiqas wede dikişîne?”

    Fesal bin: Ber xwe nekevin bona vê yekê hergê hûn nizanin xeberdanê ça berdewam kin. Hergê hûn rind guh bidin meriva, hûnê bikaribin caba xwe ser hîmê vê yekê bidin, çi ku meriv got.

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bihîstinêda serxwe be, lê xeberdan û hêrsketinêda giran be” (Aqûb 1:19).

  • Hewasê pêşda bînin. Tuyê ji xeberdanê diha şabûnê bistînî hergê hewasê hindava vê yekê pêşda bînî, ku meriv derheqa kîjan têmê xeber dide.

    Du keçik derva tevayî rûniştine. Yek ji wan keçika guh dide keçika din, ya ku xeber dide.

    “Çaxê tu merivra didî kifşê ku bi rastî tera hewas e bibihêyî ew çi dibêje, xeberdana we hela hê wî çaxî jî wê xweş be, hergê nefemdarî jî pêşda bên”—Marîa.

    Ronayî.

    Şîret: Pêşiyê payê meriv bide û paşê pirsa bide. Mesele tu dikarî bêjî “Ew kincê ser te çiqas bedew in. Te ku kiriye?”

    Fesal bin: Pirsên şexsî nedin. Hergê tu bêjî, “Ew kincê ser te çiqas bedew in. Te çi biha kirî?” meriv ji bo vê pirsê dikare bixeyîde!

    Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Tenê li kara xwe negerin, lê bira her kes li kara hevalê xwe jî bigere” (Fîlîpî 2:4).

Tu ça dikarî xeberdanê xilaz kî? Xortek ji Ûrdunê şîreteke usa dide: “Xeberdanê ser tişteke pozîtîv xilaz ke”. “Hergê tu bêjî, ‘Xeberdana tevî te gelek hewas bû’ yan jî ‘Bira roja te xweş derbaz be’ dikare xwestina meriv pêşda bîne, ku dîsa tevî te xeber de”.

Cahilên din çi dibêjin

  • Bêtêl.

    “Hînbûna xeberdanê tevî meriva, mîna hînbûna zimanê teze ye. Sêrîda ev yek çetin e, lê çaxê tu qewatê didî xebatê, wede şûnda cem te hê rind tê standinê”—Bêtêl.

  • Îshaq.

    “Çaxê meriv xeber dide, rind guh bide wî, çevê wî binihêre û bira beşera te xweş be. Meriv gelek qîmet dikin çaxê divînin ku tu bi dil guh didî wan”—Îshaq.

  • Kêît.

    “Berê ez gelek ber xwe diketim çaxê min tevî meriva xeber dida. Heta niha jî ez carna ber xwe dikevim. Lê çaxê ez bi dil guh didime meriva û hewasê pêşda tînim, ev yek alî min dike dîna xwe nedime ser berxweketina xwe”—Kêît.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Polîtîka Konfîdênsiyalyê
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin