Bernama seva Heftiya ji 3 Mijdarê
HEFTIYA JI 3 MIJDARÊ
Kilama 52 û Duakirin
Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
bh Serê 13, abz. 1-7 (30 deqe)
Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: Qanûna Ducarî 14-18 (10 deqe)
№ 1: Qanûna Ducarî 15:16-16:8 (4 deqe yan hê kêm)
№ 2: Tenê Yahowa Hêjayî ye ku Wî Bihebînin? (td 35C) (5 deqe)
№ 3: my Serhatî 86 (5 deqe)
Civata Qulixiyê:
Têma vê Mehê: “Xeberê bê eglebûn dannasîn ke” (2 Tîmt. 4:2, DT.)
Kilama 45
10 deqe: Alî Zara Bikin wekî Ewana bona Dannasînkirinê Xwe Hazir kin. Şêwirkirin. Vîdêo vêxe “Bibe Dostê Yahowa” – “Were Em Herin li ser Dannasînkirinê” (Têkeve li ser jw.org, û bitikîne li HÎNKIRINÊD KITÊBA PÎROZ > ZAR). Zara bipirse: Çentê kê heye bona dannasînkirinê? Hûn çi dikine çentê xwe? Çi bû tişta ewil, çi ku Nazê kire çentê xwe? Çi dîsa wêra lazim bû? Çaxê ewê çentê xwe top kir, çi tişta ferz tevî diya xwe ewê gerekê bikira? Temaşekî nîşan kin, ça zar pêşanîna edebiyetekî dike.
10 deqe: Çawa Hinek Merî bê Eglebûn Xeberê Dannasîn Dikin. Rûspî, du yan sê qisekirin hildide ji qulixkara, yêd ku grafîka xwe usa guhastin, wekî hê zêde dannasîn kin yan jî bibine pêşeng. Xilaziya vê gotarê, bike bîra guhdara, derheqa civata seva dannasînkirinê di civata weda. Û usa jî hêlan ke wekî ewana jî guhastina bikaribin bikin nav grafîka xweda, seva ku hê zêde dannasîn kin.
10 deqe: Qulixkirina Te Çida Pêşda Çû? Şewirkirin. Berpirsiyarê xizmetî gerekê derbaz ke. Bipirse ji guhdara ku ça rêza gotara “Hîn be ku di Qulixkirinêda Hê Cêribandî bî”, alî wan kir wekî di qulixkirinêda hê cêrbandî bin. Gotarê xilaz ke bi hêlankirinê, wekî ewana berdewan kin bê eglebûn dannasîn kin û şîretêd ji wê rêza gotarê bidine xebatê.
Kilama 17 û Duakirin