Di Qulixkirinêda Timê Pêşda Herin
1. Kîjan meselêd ji qirna yekê nîşan dikin, wekî em gerekê di qulixkirinêda timê pêşda herin?
1 Mesîhî gerekê timê pêşda herin. Lema jî Îsa şagirtêd xwera hînbûneke rind da, çi ku alî wan kir dannasînkirinêda pêşda herin (Lûqa 9:1-5; 10:1-11). Ji bo vê meniyê jî Ekîla û Priskîla, Apolo birine cem xwe, seva ku “hê rast Riya Xwedê wîra şirovekin” (Kar. Şand. 18:24-26). Pawlosê şandî jî ji bo vê meniyê, hêlan kir mizgîndarê cêribandî dêmek Tîmotêyo, wekî ew xwe bide hînkirinê, wekî pêşdaçûyîna wî “hemûyava eyan be” (1 Tîmt. 4:13-15). Firqî tune em çiqas wede Xudanra qulix dikin û mizgîniyê bela dikin, em gerekê berdewan kin feresetêd xweye dannasînkirinê hê baş kin.
2. Ça em dikarin ji yêd dinêna hîn bin?
2 Ji Yêd Dinêna Hîn bin: Seva ku em feresetêd xwe baş kin, lazim e pêşiyê ji yêd dinêna hîn bin (Metlk. 27:17). Çaxê heval-xizmetkarê te pêşanînê dike, dîna xwe bidê. Tu dikarî hine şîreta bipirsî ji wana, yêd ku di qulixkirinêda cêribandî ne, û rind guhê xwe bide hela çi ew dibêjin (Metlk. 1:5). Dibeke tu dudilî û nizanî ku ça gerekê rind serlêdana dubare bikî, destpêkî hînkirina Kitêba Pîroz, yan jî bi cûrê din dannasîn bikî. Ji aliyê xweda gava pêşin bike û alîkariyê bixwaze ji berpirsiyarê koma xwe, yan jî ji qulixkarê cêribandî, seva ku bikaribî rind hîn bî. Usa jî bîra xweda xwey kin, wekî ruhê Yahowayî Pîroz dikare alî me bike wekî feresetêd xwe mezin kin. Lema jî her roj derheqa vê yekê dua bikin (Lûqa 11:13).
3. Em ça gerekê xwe kifş kin, hergê em hîviyê nîbûn û kesekî şîret da me?
3 Hergê tu hîviyê nîbûyî û kesekî tera şîret da wekî çawa dikarî qulixkirina xwe baş kî, nexeyîde (Waîz 7:9). Anegorî Apolo, bi milûktî û razîbûnê alîkariyê qebûl ke. Kirêd usa, bîlaniya te wê bidine kifşê (Metlk. 12:15).
4. Çi meniya ferz Îsa dabû derheqa wê yekê, ku di qulixkirinêda pêşda herin?
4 Pêşdaçûyîna Me, Xwedê Rûmet Dike: Îsa mesele didan xebatê, bi alîkariya kîjana ku şagirtêd xwe hêlan dikir, wekî ewana di qulixkirinêda pêşda herin. Îsa xwe beramberî dara tiriya kir, û şagirtêd xweye rûnkirî jî beramberî çiqila kir. Ewî got, wekî Bav ew çiqilê ku ber dide paqij dike, ku ew “hê gelek ber bide” (Yûhn. 15:2). Anegorî xweyê rêza tiriya, ya ku dixwaze wekî çiqilêd kola tiriya wî hê berdar û kêrhatî bin, Yahowa jî dixwaze wekî em feresetêd xwe mezin kin, seva ku “berê zar-zimanê” kêrhatî bin (Îbrn. 13:15). Çi karê dide, çaxê em qulixkirinêda pêşda diçin? Îsa caba vê pirsê dide me: “Bi vê yekê Bavê minê bê rûmetkirinê, gava hûn pê gelek berdayînê bidine kifşê” (Yûhn. 15:8).