Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê
Pirsên ku jêrê nivîsar in, wê bêne nihêrandinê di Mekteba Dannasînkirinêda, destpêbûyî ji heftiya 26 Cotmehê sala 2015.
Çawa serhatiya ji 2 Padşatî 13:18, 19 dide kifşê ku di qulixkirinêda gelek ferz e xîret bin? [7 Îlonê, w10 15/4 rûp. 26 abz. 11]
Çaxê Ûnis ça pêxember qulix dikir, hingê di Îsraêlêda kî serwêrtî dikir, û li gora 2 Padşatî 14:23-25 çi em şixulê Ûnisda dişêkirînin? [7 Îlonê, w09 1/1 rûp. 25 abz. 4]
Çawa Ahaz da kifşê ku bi temamî îtbariya xwe xebera Xwedê nayîne, ya ku ewî ji Îşaya pêxember bihîstibû, û çi pirs em dikarin bidine xwe çaxê safîkirinên ferz dikin? (2 Padş. 16:7) [14 Îlonê, w13 15/11 rûp. 17 abz. 5]
Bi çi Rabsarîs çevê meriya dida girêdanê, û anegorî wê yekê îro raber çi dikin, û kîjan xeyset wê alî me bike înkar kin nihêrandina qelp ya ku raber bela dikin? (2 Padş. 18:22, 25) [14 Îlonê, w10 15/7 rûp. 13 abz. 3-4]
Çawa mesela Yoşiyayê milûk alî me dike hê zêde karê bistînin ji xwendin û hînbûna Kitêba Pîroz? (2 Padş. 22:19, 20) [21 Îlonê, w00 1/3 rûp. 30 abz. 2]
Çawa arxêolojî îzbat dike, ku du padşên derheqa kîjana ku tê gotinê 2 Padşatî 25:27-30-da, bi rastî hebûn? [28 Îlonê, w12 1/6 rûp. 5 abz. 2-3]
Yabets çi sê tişt ji Yahowa xwest, û ev yek çi me hîn dike derheqa duakirinê? (1 Dîr. 4:9, 10) [5 Cotmehê, w10 1/10 rûp. 23]
Ew yek ku çawa xilaz bû ew şer derheqa kîjanî ku 1 Dîrok 5:18-22-da nivîsar e, ça me qewî dike û hêlan dike ku şerê xweyî ruhanîda mêrxas bin? [12 Cotmehê, w05 1/10 rûp. 9 abz. 7]
Ça Dawid fem kir û qedirê qanûna Yahowa girt derheqa pîroziya xûnê, û mesela Dawid gerekê çida me hêlan ke? (1 Dîr. 11:17-19) [19 Cotmehê, w12 15/11 rûp. 6-7 abz. 12-14]
Çaxê Dawid qutiya peymanê derbazî Orşelîmê dikir, ewî çi hilneda hesab, û ji vê serhatiyê em çi derseke ferz seva xwe hîn dibin? (1 Dîr. 15:13) [26 Cotmehê, w03 1/5 rûp. 10-11 abz. 11-13]