Qewata Xebera Xwedê li ser Jîyîna Teye Her Rojî Hukum Dike?
Xwendina Kitêba Pîroze her rojî alî me dike “baweriyêda şidiyayî hîmgirtî bin” (Kols. 2:6, 7). Seva ku qewata Xebera Yahowa li ser jîyîna me hukum ke, em gerekê kûr bifikirin derheqa prînsîpa û wana biqedînin (Îbrn. 4:12; Aqûb 1:22-25). Kitêba Yêşû 1:8 mera nîşan dike sê gavên kêrhatî, çi ku em dikarin wedê xwendinê bidine xebatê: (1) Xebera Xwedê “şev û roj” bixûne. (2) Nîvdengî bixûne, ev tê hesabê usa bixûnî ku bifikirî û bidî ber çevê xwe hemû serhatî û qewimandinên ku dixûnî. (3) Bi dil û can bide xebatê hemû tiştên ku têda nivîsar in. Hergê em evan şîreta bidine xebatê, ewê alî me bike ku jîyîna xweye her rojîda “serfiraz” bin û rast xwe kifş kin.