Bernama seva Heftiya ji 28 Kanûna Pêşin
HEFTIYA JI 28 KANÛNA PÊŞIN
Kilama 51 û Dua
□ Hînbûna Kitêba Pîroz di Civatêda:
lv Serê 4, rûp. 46-49 (30 deqe)
□ Mekteba Dannasînkirinê:
Xwendina Kitêba Pîroz: 2 Dîrok 25-28 (8 deqe)
Wekilandina Mekteba Dannasînkirinê (20 deqe)
□ Civata Qulixliyê:
TÊMA VÊ MEHÊ: “Gerekê em bi gelek cefakişandinê bikevine Padşatiya Xwedê” (Kr.Şn. 14:22).
Kilama 31
15 deqe: Seva Birên Xwe Dua Bike. Şêwirkirin. Destpêkêda bila bixûnin Karên Şandiya 12:1-11. Şêwir ke fikirên layîq ji kitêba “Bi Xîret Derheqa Padşatiya Xwedê Şedetiyê Didin”, rûpêlên 77-80, abzasên 5-12 (ru). Paşê dîna xwe bide li ser elametiyên paşin ji jw.org, ya ku hûn dikarin bivînin li para “Nûçe”. Hemûşka hêlan ke, dua bikin seva bratiya meye hemdinyayê, yên ku rastî cûre-cûre çetinaya tên. Usa jî dîna xwe bidê, ku ewana dikarin navên wan xûşk-bira jî duayên xweda hildin (2 Kr. 1:11; 1 Tîm. 2:1, 2).
15 deqe: Hewcên civatê.
Kilama 50 û Dua