FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎBO 1-5
Îbo Nava Cêribandinada Aminiyê Xwey kir
Îbo di welatê Ûtsêda dijît, çaxê ku Îsraêlî dîlên Misirê bûn. Rast e Îbo ji cimeta Îsraêlî nîbû, lê ew xizmetkarê Yahowayî amin bû. Ew xweyê malbeteke mezin bû, û pir dewlemend bû. Geleka qedirê wî digirtin. Îbo şîretkarê pir baş û hakimekî heq bû. Ewî usa jî hindava merîvên kesîb û belangazda, merd bû. Û bi temamî ew merivekî amin bû.
Îbo eşkere da kifşê, ku Yahowa di jîyîna wîda Kesê girîng bû
1:8-11, 22; 2:2-5
Şeytan dît ku Îbo amin e. Ewî guhdariya Îbo hindava Yahowada danenî bin şikê; lê kire bin şikê ew, ku Îbo ne bi dilekî temiz Yahowara xizmet dike
Şeytan got, ku Îbo seva kara xwe Yahowara xizmet dike
Seva ku caba pirsa Şeytan bide, Yahowa hîşt ku Şeytan Îboyê amin bide cêribandinê. Şeytan hemû aliyava bi telî-tengiya Îbo da cêribandinê
Çaxê Îbo heta xilaziyê aminiya xwe xwey kir, hingê Şeytan aminiya hemû meriva kire bin şîkê
Îbo gune nekir, ne jî Xwedê neheq kir hemû tiştên xirabda, çi ku dihatine serê wî