KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • bm para 6 rûp. 9
  • Îbo Bêqusûrtiya Xwe, Xwey Dike

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

  • Îbo Bêqusûrtiya Xwe, Xwey Dike
  • Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
  • Têmên Mîna Wê
  • Hêviya Xwe Yehowa Bîne
    Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike (Bona Hînbûnê) — 2022
  • Îbo Nava Cêribandinada Aminiyê Xwey kir
    Mîna Îsa Bijîn û Xizmet kin—Bernamên Civînê (2016)
  • Îbo Kê Bû?
    Dersên Qîmet ji Xebera Xwedê
Kitêba Pîroz Çi Elamî Me Dike?
bm para 6 rûp. 9
Îbo bi pizika ser bedena xwe

SERÊ 6

Îbo Bêqusûrtiya Xwe, Xwey Dike

Şeytan Mîrê-cina bêqusûrtiya Îbo dike bin şikê, lê Îbo Yahowara amin dimîne

GELO merî dikarin cêribandinêd gelek giranda Xwedêra amin bimînin, û hela hê wî çaxî jî, heger seva aminiya xwe tiştekî ji Xwedê nastînin? Ev pirs pêşda hat wedê jîyîna Îbo, û ewî caba vê pirsê da.

Çaxê cimeta îsraêlî di Misirêda bû, pismamê Birahîm, Îbo di Erebistanêda dijît. Carekê, milyaket ber Xwedê top bûn û Mîrê-cina jî hate nav wan. Yahowa ber efirînêd xweyî ezmana got ku ew baweriya xwe Îbo tîne. Yahowa usa jî kifş kir ku merîkî mîna Îbo amin, tune. Lê Şeytan Mîrê-cina caba Yahowa da û got, ku Îbo Xwedêra qulix dike, çimkî Xwedê miqatî wî dibe û wî kerem dike. Ev milyaketê miqabil dixwest îzbat kira, ku heger hemû tiştî ji Îbo bistînin, ewê nifira Xwedê bike.

Melek ezmênda ber Xwedê top bûn û Şeytan jî nav wanda ye

Xwedê îzin da Mîrê-cina, wekî hebûna Îbo temamî lê bistîne, zarêd wî bikuje û bi nexweşîke giran wî nexweş bêxe. Îbo nizanibû ku ev kirêd Mîrê-cina ne, lema jî fem nedikir çira Xwedê cêribandinêd usa giran dide wî. Lê Îbo yeke Xwedêra amin ma, û ewî Xwedê înkar nekir.

Sê hevalêd durû hatibûn cem Îbo. Wana dixwest Îbo bidana bawerkirinê, wekî yan çi Xwedê wî ceza dike, seva gunêd wîye veşartî. Ev xeberdana wane tevî Îbo, di kitêba Îboda hatiye nivîsarê. Wana usa jî dixwest îzbat kin, wekî Xwedê ji qulixkarêd xwe tu car qayîl nîne, û îtbariya xwe jî wana nayne. Îbo dişirmîşbûna wane nerastra razî nîbû. Bi baweriya xweye qayîm ewî got, wekî heta mirinê bêqusûrtiya xwe wê nehêle!

Lê Îbo şaşîk berda. Ewî gele dîna xwe da ser rastiya xwe. Êlîhû kîjan ku ji wana cahiltir bû, çaxê hemû şerê wan bihîst kete nav xeberdana wan. Ewî şîret da Îbo wekî dişirmîşbûna wîye nerast, rast be û wîra eyan kir, ku îzbatkirina serwêrtiya Yahowa hê ferz e, ne ku îzbatkirina rastiya meriva. Şaşiya Îbo hema vê yekêda bû. Êlîhû usa jî hevalêd Îboyî durû, sert şîret kirin.

Paşî vê yekê Yahowa tev Îbo xeber da, wekî dişirmîşbûna wî rast ke. Xwedê dîna Îbo da ser keremetêd tebiyetê û bi vê yekê wî da femkirinê, ku merî himberî Xwedê çiqas biçûk in. Îbo merîkî şikestî bû, ewî şaşiya xweye nerast fem kir. Yahowa Xwedê “gelek dilovan û tije rem e”, ewî Îbo qenc kir û du car zêdetir hebûna wî û zarêd wî zêde kir (Aqûb 5:11, ÎM). Belê, Îbo di nava cêribandinêd giranda jî bêqusûrtiya xwe xwey kir, û bi vê yekê caba pirsa Mîrê-cina da.

Li ser hîmê kitêba Îbo.

  • Mîrê-cina hêna Îboda çi pirs pêşda anî?

  • Pê bêqusûrtiya xwe Îbo çi îzbat kir?

PIRSÊD LAPÎ FERZ

Şeytan Mîrê-cina dixwest îzbat kira ku Îboyê xwedêxof û amin, tenê seva kara xwe Xwedêra qulix dike. Xêncî vê yekê ewî usa jî dixwest îzbat kira, ku hemû efirînêd Xwedê bi dil û can Xwedêra qulix nakin. Usa Mîrê-cina bêqusûrtiya hemû meriya kire bin şikê. Ev pirs, bû para wê pirseke ferz ku di baxçê Adenêda, Şeytan pêşda anî. Ev pirs xût derheqa rastiya Xwedê bû, û derheqa îzina wî serwêrtiyê bike. Kitêba Îbo nîşan dike ku heger em ber Yahowa bêqusûrtiya xwe xwey dikin, bi vê yekê em caba pirsa Mîrê-cina didin.

    Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
    Derkevin
    Bikevin
    • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
    • Bişînin
    • Biqeydekirin
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
    • Qeydê Xebitandinê
    • Elametiyên Konfêdênsîal
    • Privacy Settings
    • JW.ORG
    • Bikevin
    Şandin